Li Wanê metna îmzeyê ya ji bo Peymana Stenbolê hat deklerekirin

  • jin
  • 21:49 1 Tîrmeh 2021
  • |
img
 
WAN - Komeleya Jinê ya Starê, metna îmzeyê ya derbarê fesixkirin û betalkirina Peymana Stenbolê de ku di 22'yê Hezîranê de tevî rêxistinên jinan ên herêmê amade kiribû, daxuyand. 129 saziyên rêxistina sivîl ên herêmê îmze danîn bin metnê. 
 
Komeleya Jinê ya Rosayê, Komeleya Jinê ya Starê ya Wanê û KOmeleya Piştevaniyê ya Jîngeha Rihayê, derbarê fesixkirin û betalkirina Peymana stenbolê de, di 22'yê Hezîranê de tevî rêxistinên jinan ên herêmê metneke îmzeyê amade kirin. Metna îmzeyê li avahiya Komeleya Jinê ya Starê hat daxuyandin. 129 saziyên rêxistina sivîl ên herêmê îmze danîn bin metnê. 
 
Seroka Komeleya Jinê ya Starê Parêzer Dîlan Kûnt Ayan metna çapemeniyê xwend. 
 
Metba ku 129 saziyên rêxistina sivîl ên herêmê îmze danîbûn binî wiha ye:
 
"Peymana Konseya Ewropayê ya li ser Tundûtûjiya li Jinan û Pêşîgirtina li Tundûtûjiya Nav Malbatê û Têkoşîna li hember Van” bi navê xwe yê naskirî Peymana Stenbolê tesbît dike ku tundûtûjiya li dijî jinan pişta xwe dide zayendparêziya civakî. Ji bo wê jî Peyman;
 
* Tundûtûjiya li dijî jinan wek binpêkirina mafekî mirovî û cureyekî cudakariyê pênase dike û armanc dike ku wekheviya di navbera jin û mêran de pêk bîne.
* Tundûtûjiya li dijî jinan di nav malê de, di qada giştî de, li nexweşxaneyan, li kargehan, li dibistanan, li qereqolan, li girtîgehan û di hemû qadên jiyanê de qedexe dike.
* Ne tenê di dema aştiyê de, her wiha di dema pevçûnên çekdarî de û tundûtûjiya ku piştre diqewime wê jî qedexe dike.
* Armanc dike ku li hember newekhevî, cudakarî, bêcezatî û çand û kevneşopiyên ku tundûtûjiyê hildibirînin têbikoşe.
* Bêyî ku li ziman, dîn, nijad, reng, temen, mezheb, zayend, meyla cinsî, nasnameya zayendî, rewşa zewacê, nêrîna siyasî û felsefî, binyad, astengdarî, hemwelatîtî, koçberî yan jî li penaberiyê binihêre armanc dike ku mafê jiyanê ji bo her kesî pêk bê.
 
Tirkiyeya yekemîn îmzekera Peymanê bû û ev yek ji xwe re wek cihê pesnê didît, lê divê em li wan mercên ku bûne sedema wê yekê ku Tirkiye bûye “yekemîn welatê îmzeker” binihêrin. 
 
Tevî têkoşîna jinan ku bi salan e berdewam dike, dawîtirîn kevirê riya Peymana Stenbolê li Amedê hate danîn, çîroka wê li Amedê hate nivîsîn. Têkoşîna man û nemanê ya 2 jinan bû, ku rastî tundûtûjiyê hatibûn û li dijî mêrikê failê tundûtûjiyê têkoşiyabûn. Tiştê ku ev çîrok da nivîsîn ev yek bû…
 
Gerîneka tundûtûjiyê ya ku Nahîde Opuz û dayika wê tê de bûn ku li Amedê dijîyan, dewleta ku ji vê gerîneka tundûtûjiyê re çareserî nedît û hevserê Nahîdeyê bi hev re bûn sedem ku ev çîrok derkeve holê. Hemû jinên ku rastî tundûtûjiyê hatine, Nahîde jî rastî tiştên wekî wan hat. Ev gerînek bi kuştina dayika Mînteha ve hat bidawîkirin wê ku hewl dida keçika xwe biparêze lê dewletê ew nediparast. Wekî bi sedan jinên ku xwedî heman çîrokê ne…
 
Serlêdana ku bo DMMEyê hate birin, der heqê wê de di 2009an de li eleyhê Tirkiyeyê biryara binpêkirinê hate dayîn. Biryara binpêkirinê ya navborî, tevî yên din ku berî niha hatibûn dayîn, ferqeke gelek girîng li xwe digirt. Dadgehê bi vê biryarê – her çend di çarçoveya Madeya 46an de tedbîreke giştî li xwe negire jî- di mijara tundûtûjiya nav malbatê de tesbîta “pirsgirêkeke binyadî” kiribû. Dadgehê di biryara xwe de bi kurtasî hukm dabû ku Tirkiye nikare jinên ku rastî tundûtûjiyê tên biparêze, mekanîzmeyên wê yên wisa nîn in ku pêşî li tundûtûjiya nav malbatê bigirin, bêdilbûna rayedarên resmî û ew “rola aştker” ku dane xwe dibin sedem ku tundûtûjî bê domandin. Hatibû cextkirin ku ji bo jiholêrakirina encamên vê binpêkirinê tenê tedbîrên takekesî têrê nakin, pêwîstî bi çareseriyeke binyadî heye. Tirkiyeyê jî ji bo ku nîşan bide ku ew rexneyên lê têne girtin neheq in û pabendî pêwîstiyên biryara binpêkirinê bûye, bû yekemîn îmzekera Peymana Stebolê û hewl da ku welatên din jî wê îmze bikin.
 
Tevî ku 10 sal di ser re derbas dibin, ji ber ku hukmên Peymanê nehatin cîbicîkirin, tundûtûjî nesekinî. Heçî ew rêveber in ku divê hewl bidin ji bo ku hukmên Peymanê bi awayekî karîger werin cîbicîkirin, wan bi biryarnameyeke nîvê şevê ragihandin ku ji Peymanê vekişiyane.
 
Hukmê vê biryarê ji bo me jinan betal e.
 
Ji ber ku em pê dizanin ku eger Peymana Stenbolê bihata cîbicîkirin;
 
* Li bajarên kurdan ku dewlet di mijara pêşîgirtina li tundûtûjiyê de herî zêde bêdil û bêhestyar e, ji ber cudakariyê, jinên kurd dê zêdetir rastî tundûtûjiyê nehatina.
 
* Di dema şer de yekemîn qada ku hate fedakirin dê qada têkoşîna li dijî tundûtûjiya li hember jinan nebûya.
 
* Hûn dixwazin jê re bêjin şer hûn dixwazin jê re bêjin qonaxa pevçûnan, wekî ku di hemû qonaxên dîrokî de bûye, şer dê li ser bedena jinan nehatina birêvebirin, jin dê wek xenîmetên şer nehatina dîtin û koleyên ewil û dîlên ewil dê ew nebûna. Şer çawa ku derdora tundûtûjiyê xwedî dike, dê qadên têkoşînê danexistina sifirê.
 
* Jinan di qada giştî de dê xizmeta bi zimanê dayikê bigirta û Fatma Altinmakas dê nehata qetilkirin.
 
* Tundûtûjiya ku peywirdarên resmî yên biunîforma yan jî yên bêunîforma hildiberînin û kuştarên ku ew failên wan in dê çênebûna, tu mêrikekî bi hêza ku ji unîformaya dewletê yan jî bi hêza ku ji nasnameya xwe ya rayedariyê digire dê nekariya zirxê bêcazetiyê bipoşaya û li dijî jinan her cure sûc pêk bianiya û Îpek Er dê nehata kuştin,
 
* Di qonaxa pandemiyê de jin dê bêparastin nemana, nava malan dê nebûna hêlînên tundûtîjî û qetlîaman,
 
* Îstîsmara zarokan ku gava yekem a qirkirina jinan e dê di bin navê “zewaca bi temenbiçûkî” de nehate paqijkirin.
 
* Malbata ku wek pîroz tê dîtin dê nebûya xeleka tundûtûjiyê ji bo jinan, bi biryara meclisên malbatan sedan jin dê nehatina kuştin,
 
* Yekemîn îcraetên rayedaran ku bi polîtîkayên qeyûmtiyê hatin tayînkirin dê girtin/bêfonksîyonkirina Gerînendetiya Jinan, Navend yan jî Stargehên Jinan nebûya,
 
* Xebatkarên qeyûman ên Şaredariya Mêrdînê dê nekarîna di wextê girtina kar de li dijî jinan sûc pêk bianiyana.
 
* Jinên ku ji cihên xwe hatine vederkirin, li welatên ku xwe lê girtine, li wir ew ê neketina nav fuhûşê, di wargehan de dê rastî êrişên cinsî nehatina, wek kole di bazaran de dê nehatina firotin, hezaran jin ku ne tenê nasnameya wan hejmara wan jî nayê zanîn dê rastî tundûtûjiya mêrikan nehatina, bi awayê qetlîamên kiryar-nediyar di goristanên bêkesan de nehatina defnkirin,
 
*Mirinên biguman ku herî zêde li Batmanê tên dîtin û di halê hazir de li her derê belav dibin, lêpirsîneke karîger dê li ser wan bihata kirin û bi saya vê jî tu jin û zarokek wekî ku wan xwe bi xwe kuştibe dê nehata qetilkirin,
 
Jin ku di nav ew qas gerîneka tundûtûjiyê de ne, di serî de qada têkoşîna li dijî tundûtûjiyê, hemû qadên ku jin têkoşîna wekhevî û azadiyê didin, di wan qadan de jin dê nehatina binçavkirin, girtin û rastî destdirêjiya darizandinê nehatina.
 
Nahîde, dayika wê Mînteha û hemû jinên ku hatine qetilkirin têkoşîna wan di Peymana Stenbolê de heye. Di vê Peymanê de ked û xwêdana eniya her jinekê heye ku ji bo ku di jiyanê de bimîne têdikoşe û li kolanan dengê xwe bilind dike.
 
Lewma em wek jin biryara “vekişîn”ê nas nakin ku di şevekê de ji aliyê kesekî ve hatiye girtin û em dibêjin ku;
 
EM JIN JI PEYMANA STENBOLÊ VENAKIŞIN
 
HÛN JI BER JINAN VEKIŞIN!"