STENBOL - Parêzer Yelda Koçak, anî ziman ku devjêberdana ji Peymana Stenbolê, pêşî li ber devjêberdana ji peymanên navneteweyî yên din jî vekiriye û got: "Bi awayekî bêusûl devjêberdana ji peymanê, bes ne rojev û têkoşîna tevgera jinê ye. Ev pirsgirêkeke rejîmê ye."
Bi biryara Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan, di 1'ê Tîrmehê de li Tirkiyeyê Peymana Stenbolê hat betalkirin. Lê belê jin destnîşan dikin ku dê dev ji peymanê bernedin.
Endama Platforma Jinê ya Ji Bo Wekheviyê (EŞÎK) Parêzer Yelda Koçak, betalkirina peymanê û pêvajoya piştî wê nirxand.
TAHDE ZÊDE BÛ
Koçak, anî ziman ku ji roja ku biryara fesixkirina peymanê hatiye girtin heya niha tahdeya li jinan tê kirin zêde bûye. Koçak got: "Dîmenên tahdeya li LGBTÎ'yan hat kirin li ser medyaya civakê hatin belavkirin. Rengên keskeserê hatin qedexekirin. Kesên ku Peymana Stenbolê ew diparastin, niha bêparastin hatin hiştin."
Koçak, destnîşan kir ku peyman di warê pêşîlêgirtina tahdeyê de nexşerêyeke pir baş bûye û Peymana Stenbolê ji xeynî xalên xwe yên cezakirin, bi awayekî berfireh tevdîrên pêşîlêgirtina tahdeyê jî di xwe de dihewandin. Koçak, anî ziman ku ev tevdîr û cezayên di peymanê de, di TCK'ê de tune ne.
Koçak, anî ziman ku jin ji bo pêkanîna Peymana Stenbolê jinan li ber xwe daye û piştî vê berxwedanê Peyman li meclîsê hatiye qebûlkirin, lewma li gor xala 90'î ya Qanûna Bingehîn di wesfê qanûnê de ye. Koçak, destnîşan kir ku lê belê bi awayekî bêusûl dev ji peymanê hatiye berdan û got: "Serokkomar bi erkeke ku zêdeyî quweta wî, mafê qanûnçêkirinê yê Meclîsê xesp kir û ev biryar da. Lewma ev biryar, li gor Qanûna Bingehîn bêhukm e."
HEYET HAT GUHERANDIN
Koçak, diyar kir ku jinan ji bo betalkirina vê biryarê bi qasî 200 dozên "betalkirina biryarê" li Şûraya Dewletê vekirine û Şûraya Dewletê tenê derbarê hin dosyeyan de biryara redkirinê daye. Koçak, bilêv kir ku ji heyeta Şûraya Dewletê cihê du dadgeran hatiye guherandin û got: "Ev her du dadger li ber vê biryarê rabûbûn. Ev yek jî nîşan dide ku tezên me ne pûç in û xwe dispêrin qanûna bingehîn."
BÊSAMÎMIYETBÛNA PLANA ÇALAKIYÊ
Her wiha Koçak, ji bo "Plana Çalakiyê ya Neteweyî ya 4'an a Têkoşîna Li Dijî Tahdeyê" ku Erdogan di 1'ê Tîrmehê de daxuyandibû jî anî ziman ku 3 planên çalakiyê yên beriyê vêya çi bin dê ev jî wisa be û got: "Peymana Stenbolê 4 peywirên sereke dide ber dewletê. Pêşîlêgirtin, parastin, cezakirin û polîtîkayên yekpare. Ev bêsamîmiyetbûna wî nîşan dide. Dixwazim destnîşan bikim, plana ku hat ragihandin planeke pir pûç e."
‘EV, PIRSGIRÊKA REJÎMÊ YE'
Koçak, da zanîn ku devjêberdana ji peymanê dê qanûna jimare 6284'an ji holê raneke, lê belê dê ji bo pêkanîna wê bibe cihê xetereyê û got: "1'ê Tîrmehê roja îsyana me bû. Me gotina xwe got. Me got, hûn dikarin dev jê berdin lê hê ji bo me neqediyaye. Ji bo ev peyman pêk bê, em ê bitêkoşin. Hem di warê hiqûqî hem jî di warê çalakiyan de. Bi awayekî bêusûl devjêberdana ji peymanê, bes ne rojev û têkoşîna tevgera jinê ye. Ev pirsgirêkeke rejîmê ye."
MA / Dîren Yûrtsever