AMED - Nûnera Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Çîgdem Sevîmlî, anî ziman ku pasîfbûna di darazê de qirkirina cinsî gur dike û mêrê ku tahdeyê dike hêzê ji darazê digire.
Cinayetên jinan, mirinên biguman ên jinan, destdirêjî hwd. her roj zêde dibin. Êdî tahdeya li jinê ê kirin wekî "qirkirina cinsî" tê binavkirin.
Nûnera Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Çîgdem Sevîmlî, di warê tahdeya li jinê tê kirin de, pasîfbûna darazê nirxand.
Sevîmlî, anî ziman ku bi zêdebûna têkoşîna jinê re cinayetên jinan jî xuyangtir bûne û got: "Tê gotin cinayetên vê dawiyê hemû 'biguman' in. Halbûkî gava hebikekî bê vekolandin dê derkeve holê ku ev cinayet e. Mirina Aleyna Çakir, Esra Hankûlû û Azra Gulenda Haytaoglû ji bo vê mînak in. Haytaoglû, pêşî winda bû, paşê xebera mirina wê hat. Bi vî rengî gelek mînak hene. Min behsa gelek jinan kir, lê belê bi hezaran jê di vê rewşê de ne."
MÊR HÊZA XWE JI DARAZÊ DIGIRE
Sevîmlî, destnîşan kir ku gava tahde çû ber destê merciyên edlî, divê darizandin dest pê bike û helwesta darazê ya ji bo jin û mêran bi vî awayî rave kir: "Li holê, polîtîkayeke bêcezatiyê heye. Mêr gotinên wek hev bi kar tînin. Ji sedî 90'ê dosyeyên ku ez wan dişopînim, parastinên mêran di warê xapandin û xelaskirina ji sûc in. Gava vê dikin, dixwazin sûdê ji tehrîka bêheqiyê bigirin û ji ber ku di vî warî de biryarên darazê jî hene, mêr hêzê ji darazê û bêcezatiyê digirin. Pêvajoya darazê, pêvajoyeke dûr û dirêj e. Em di dema lêpirsînê de pratîka darizandinê ya merciyên edlî dibînin. Hin polîs hene guh li serlêdan û giliyên jinan nakin. Çendî laşê wan mor bûbin jî, ji wan re dibêjin 'here qereqola herî nêzîkî xwe, em di vî warî de ne xwedî erk in.'"
PASÎFBÛNA EDLÎ
Sevîmlî ku got "Pasîfbûna edlî di asta ewil de dest pê dike" diyar kir ku di navbera midûriyeta polîsan û dozgeriyê de pêwendiyek tune ye.
Sevîmlî, bal kişand ser pirsgirêkên ku hem jin hem jî parêzerên dosyeyên wan bi wan re rû bi rû dimînin û got: "Em bi her tiştên dosyeyê re eleqedar dibin. Em dibînin ku pirania ewraqan nehatine, delîl nehatine berhevkirin û guh li şahidan nehatiye kirin. Em dibînin ku daraz li gel pasîfbûna xwe, bi hesas jî tevnagere. Ev pasîfbûn, di heman demê de dibe sedem ku tahdeya jinê bidome. Tahdeyeke sîstematîk heye. Tahde, tevahiya bûyerê ye; ji nav malê dest pê dike heya kuçe û darazê diçe. Gava em bi awayekî giştî lê mêze bikin, em dibînin ku hem tahdeya mêr heye hem jî pasîfbûna darazê heye ku vê diparêze. Partîka bêcezatiyê, dibe sedema sergirtina mirinên biguman, nepirskirina aqûbeta windayan û li Tirkiyeyê dibe sedem qirkirina cinsî."
ZIMANÊ ÎQTIDAR Û ÇAPEMENIYÊ
Sevîmlî, di warê cinayetên jinan de bal kişand ser zimanê îqtidarê û çapemeniyê jî û destnîşan kir ku îqtidar li dijî cinayetên jinan ne xwedî helwesteke zelal e û çapemeniya ku bandorê ji vê digire jî zimanekî zayendparêz bi kar tîne.
TÊKOŞÎN
Sevîmlî destnîşan kir ku ew Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê tim li cem jinan e û got: "Niha li dor 150 dosye hene ku em wan dişopînin. Rojê li dor 10-20 kes serî li buroya alîkariyê didin. Ji sedî 70'yê van serlêdanan ji ber tahdeyê ne. Em van dosyeyan bi dilxwazî dişopînin. Li gel şopandina dosyean, em xebatên hayjêhebûnê jî dikin û dadikevin qadê jî. Ev xebat têkoşîna me xurtir dikin û ji bo me dibin cihê hêviyê. Qirkirineke cinsî heye. Xirabiyeke rêxistinkirî û feraseteke dixwaze jinê têxe bin tehekuma xwe ye. Dê ev rewş bi têkoşîna jinê bê rûxandin."
MA / Eylem Akdag