ENQERE - Meclîsa Jinan a HDP’ê wê ji ber 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li 4 bajaran hevdîtinên jinan pêk bîne.
Meclîsa Jinan a HDP’ê wê ji ber 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi dirûşmeya “Jin li dijî şer, talan, tecrîd û nijadperestiyê, aştiyê diparêzin” li 4 bajaran hevdîtinên jinan pêk bîne.
Bernameya Meclîsa Jinan wiha ye:
“*Bi tevlîbûna parlementer Gulîstan Kiliç Koçyîgît di 26’ê tebaxê de saet di 18.00’an de li Eywana Şanoyê ya Ciwanan a Kulturparka Îzmîrê,
* Bi tevlîbûna Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş di 27’ê tebaxê de saet di 17.30’an de li Kafeya Taş Mahal a Amedê,
* Bi tevlîbûna parlementer Dîlan Dîrayet Taşdemîr û Huda Kaya di 28’ê tebaxê de saet di 16.00’an de li Qada Beravê ya Tetwanê,
* Bi tevlîbûna Berdevka Meclîsa Jinan Ayşe Acar Başaran û parlementeran di 29’ê tebaxê de saet di 17.00’an de li Navenda Çanda Nazim Hîkmet a Şîşliya Stenbolê wê hevdîtin pêk were.”