AMED - Dayika Aştiyê Emîne Denîz, diyar kir ku ji ber doza aştiyê dikin bi êrîşan re rû bi rû dimînin û got: "Em ê nehêlin laçikên me bên reşkirin."
Artêşa Alman, bi fermana Hîtler Polonyayê dagir kir û piştî vê dagirkirinê Şerê Duyem ê Cîhanê dest pê kir. Di vî şerî de bi milyonan mirov jiyana xwe ji dest dan. Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo texrîbatên ji ber şeran rû dane bi dawî bibin, destpêka Şerê Cîhanê yê Duyem 1'ê Îlonê, wekî Roja Aştiyê ya Cîhanê ragihandin. 1'ê Îlonê ji sala 1982'yan heya niha wekî Roja Aştiyê ya Cîhanê tê pîrozkirin. Lê 39 sal in hê jî şer didomin. Yek ji welatê ku şer lê didome jî Tirkiye ye. Li Tirkiyeyê kurd her sal di 1'ê Îlonê de ji bo aştiyê diqîrin. Yek ji sembola van qîrînan jî Dayikên Aştiyê ne.
Dayika Aştiyê Emîne Denîz (60) ku nîviyê temenê xwe di oxira têkoşîna ji bo aştiyê de borandiye, zarokek wê di 1993-97'an de di şer de jiyana xwe ji dest daye û di sala 2013'an de gora zarokê xwe çêkiriye. Denîzz got: "Me cenazeyê wî jî nedît, lê dîsa jî em dev ji aştiyê bernadin."
Denîz, diyar kir ku ji sala 1996'an ji roja ku Înîsyatîfa Dayikên Aştiyê hatiye avakirin heya niha ji bo aştiyê têdikoşe û got: "Tu cih nema me ji bo aştiyê destê xwe dirêj nekir. Em çûn Enqereyê, em çûn Stenbolê û me laçikên xwe yên spî avêtin. Me li Amedê jî heman tişt kir. Çîroka me pir dûr û dirêj e. Em tim doza aştiyê dikin û hê jî dikin, lê dewlet guh nade vê daxwaza me."
AŞTÎ NE SÛC E
Denîz şer wekî "xirabiyek mezin" pênase kir û got: "Lê aştî tiştekî pir xweş e, jê xweştir tune ye. Gava aştî hebe aramî jî dê hebe û dê kesek nemire. Aştî, ne sûc e. Me doza aştiyê kir, wan gaz reşand ser me, em bi erdê ve kişandin, lê dîsa jî me dev ji doza xwe berneda. Em ê nehêlin laçikên me bên reşkirin. Em ê heya dawiyê ji bo aştiyê bitêkoşin. Ji bo aştiyê ji destê kê çi tê bila bike, bila seferber bibin. Divê em bêdeng nebin. Em bêdeng bibin, dê xebera mirinê bê. Bêdengî mirin e."
ME DEV JI AŞTIYÊ BERNEDA
Denîz, destnîşan kir ku çendî ev qas êş kişandine jî, lê rojekê jî dev ji aştiyê bernedane û got: "Me êşa xwe ji bîr kir, me got 'em giriyan bila dayikine din negirîn.' Me got gule tê bila were li me dayikan bikeve, lê bes bila ev şer bisekine. Ji lew re dayik hemû eynî ne, rengê wê, zimanê wê tune ye. Em li ber mirina gerîlla, esker û polîsan dikevin. Bila xebera cenazeyan neyê ji tu dayikê re. Kezeba me şewitî, bila yên dayikine din neşewite."
‘ÇIMA KURD NAYÊN BIHÎSTIN?'
Denîz ku got "Çima dengê me nabihîsin?" ev tişt gotin: "Çima hemû cîhanê ji bo kurdan xwe li bêdengiyê daniye? Çima her kesî ji bo kurdan xwe kor kiriye? Çima çanda me û zimanê me sûc tê hesibandin? Em jî mirov in. Çima her kes bi zimanê xwe perwerde dibe, lê em nabin? Em jî wekî mirovên din aştiyê bitahmijin. Gava em çavên xwe vedikin cenaze bi ser me de tên. Şer, mirin, zlm, heqaret, tahde û girtîgeh hene."
MA / Eylem Akdag