Li Rihayê jinek şoreşger: Bîrdariya cesaretê Lutfiye Gokkan

  • jin
  • 09:02 5 Îlon 2021
  • |
img
RIHA - Lutfiye Gokkan a li Rihayê bi tena xwe têkoşîna azadî û jinan a li dijî hişmendiya baviksalarî bilind kir, di temenê xwe yê 80’î salî de, bi lingê xwe yê protez meşa serbilindiyê nîşanî bi hezaran jin da. Gokkan a destûr neda li gundê wê qereqol bê çêkirin navê xwe wekî "abîdeya cesaretê" li dîrokê xist, xwest li ser kêla gora wê "deyndarê partî û demokrasiyê ye" were nivîsandin.
 
Lutfiye Gokkan a ku di têkoşîna azadiya jinê de, xwedî cihek girînge, wesiyeta wê ya “Ger ez bimirim, bila cenazeyê min li ser milên jinan bê hilgirtin, bila bedena min di axa min de were veşartin, li ser gora min deyndarê partî û demokrasiyê ye binivîsin” hat bicihanîn. 
 
Lutfiye Gokkan, di 31’yê Tebaxê de ji ber şewba vîrûsa koronayê li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da. Jinan tabuta Gokkan li ser milên xwe hilgirtin û li gundê wê spartin axê. 
 
Lutfiye Gokkan (80) a li gundê Kulunçe ya girêdayî navçeya Pirsûsê ya Rihayê hat dinê, li gorî vegotinên wê yên berê, tu carî zext qebûl nekirin û weke neviya dapîreke ku dizanîbû çawa red bike, mezin bû. Dapîra Gokkan, di pêvajoyeke ku faodalîzm herî zêde lê dijwar bibûn de, hevjînê xwe berda. Lutfiye Gokkan a 6 bira û 3 xwişkên wê hebûn, zarokatiya xwe li gundê xwe Kulunçe derbas kir.
 
Gokkan a bi xwişk û birayên xwe re girêdanbûnek xurt hebû, dema dibe 11 salî bi xizmekê bavê xwe re tê destgirîkirin û di 15 saliya xwe de jî tê zewicandin. Gokkan di ferqa hişmendiya zilamê jin tune dihesibande bû, lê hîna ne di wê astê de bû ku li dijî vê hişmendiyê derkeve. Gokkan di 16 saliya xwe de, zarokek wê çêdibe. Lawê yekem ê Gokkan, ji ber penceşêrê jiyana xwe ji dest da. Kurê xwe yê duyemîn di qezaya trafîkê de winda kir. Gokkan dûre 5 zarokên wê çûbûn û di sala 1973’yan de birayê wê Avnî Dogan Gokoglû, li ser sînorê gundê Êlsiz ê navçeya Pirsûsê, weke şoreşgerê Artêşa Rizgariya Gel a Tirkiyê (THKO) jiyana xwe ji dest da. Gokkan a ku piştî birayê xwe bi baweriya xwe ya bi şoreşê re zarokên xwe mezin kir, navê birayê xwe Avnî li kurekê dike. Gokkan hemû zarokên xwe, li şûna lorîkên zarokan bi merşan mezin kirin. Kurê Gokkan Memduh dema xwendekarê pola 2’yemîn a beytarî ya zanîngeha Bûrsayê bû, berê xwe dide çiyê û di 23 saliya xwe de li Başûrê Iraqê jiyana xwe ji dest dide.  Gokkan nameya ku kurê wê jêre şandibû, her tim li gel xwe digerand. Lê tevahiya jiyana bi xemgînî derbas bû ku nekarî biçe ser gora kurê xwe. Ne tenê bira û kurê Gokkan, di heman demê de neviyê wê jî beşdarî têkoşîna azadiyê bû û di sala 1989’an de jiyana xwe ji dest da. 
 
Mala Gokkan û malbata wê ku bi dilsoziya xwe ya têkoşîna azadiyê tê naskirin, bi dehan car esker û polîsan serde girtin. Bi malbatî hatin îşkencekirin. Êdî rewş wisan bû ku kurê wê Hamdî ji ber îşkenceyê xwîn çû ser mejiyê wî û di sala 2008’an de jiyana xwe ji dest da. Keça wê Ayşe Gokkan jî, 83 caran hat binçavkirin û derbarê wê de 200 lêpirsîn hatin vekirin. Ayşe Gokkan ku yek ji navên sembol ên têkoşîna azadiya jinê ye, niha li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Amedê tê girtin. 
 
BI XWE FÊRÎ XWENDIN Û NIVÎSANDINÊ BÛ 
 
Gokkan, bi derfetên xwe fêrî xwendin û nivîsandinê dibe. Tevî ku ew di demek kin de fêrî xwendinê bû jî, lê tu carî nekarî binivîse. Gelek pirtûk dixwendin. Odeyeke mala xwe kiribû pirtûkxane. Li aliyêkê dixwend, li aliyê din jî zarokên xwe weke mirovên baweriya xwe bi wekhevî û azadiyê bînin mezin dikirin.
 
Gokkan ji bo alîkariya her kesî, nemaze jinan, bazdida, parastina aştiya civakî dikir û baweriya wê bi têkoşîna jinên şoreşger dihat. Gokkan deriyê xwe li penaberên ku ji ber şerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê direviyan re vedikir.   
 
Gokkan her ku temenê wê mezin bû, nexweşiyên wê çêbûn û tenduristiya wê giran bû. Ji ber vê yekê protez li lingê wê hat xistin. Gelek caran jê re hat gotin ku “Êdî tuyê nekarî bimeşî, hinek rûne, li rehetiya xwe mêze bike.” Lê wê weke bersiv got, “ez xwe bi erdê re kaş bikim û herim partiyê” û bi vî awayî tevlî xebatên xwe dibû. 
 
DESTÛR NEDA QEREQOLÊ
 
Gokkan, ji 80 salên xwe tenê 5 salan li derveyî gundê xwe derbas kir. Hevjîna kurê wê Hamdî Mîhrîcan Gokkan, bi van gotinan behsa Gokkan kir: “Ez bi kurê wê re zewicîm, lê em bûn rêhevalên hev. Ez mîna dayika xwe bûm. Di salên 90’î de eskeran her tim bi ser gund de digirtin. Rojekê hatin mala me û ji me xwestin ku em gund terk bikin. Dayika min ji wan re got, ‘Ev gund ê me ye, emê destûr nedin ku hûn bikin qereqol.’ Ji min û hevjînê min re got hûn herin. Em neçar man ku ji gund derkevin. Bi tena serê xwe di gund de ma û gund parast. Hez parvekirinê dikir. Baweriya wê bi têkoşîna jinê hebû. Jinek egîd û şêrgele bû. Ji têkoşînê re rast bû. Hevaltiya wê y bi jinan re pir baş bû. Her tim serbilind bû. Ji me re di got serbilind bin. Em ji wê fêrî cesaret û têkoşînê bûn. Ew jî her tim bi zarokên xwe serbilind bû.” 
 
HEZ GELÊ XWE DIKIR
 
Xwişka Lutfiya Gokkan Suheyla Demîr jî, wiha behsa cesaeta xwişka xwe kir: “Zarokên xwe bi merşan mezin kirin. Di her şert û mercî de diçû partiyê. Tevlî hemû çalakî û bernameyan dibû. Dema ku protez li piyê wê xistin jî diçû partiyê. Pir hez gel dikir, gel jî ji wê hez dikir. Bi zarokên xwe ve pir girêdayî bû. Bi Ayşê re weke heval bû. Bi wê serbilind bû. Çi dema ku derdiket televîzyonê, temaşeyî wê dikir. Ji hemû zarokên xwe hez kir, lê Ayşe ji bo wê cuda bû.”
 
Xwişka Gokkan a din Necla Atinter jî, wiha qala xwişka xwe kir: “Wê bi tena serê xwe gundek bi rêve dibir. Mirov hişyar dikirin. Jinek azad bû. Em hemû vedixwendin azadiyê. Hin caran dibû pîrik, hin caran jî, cenazeyên jinan dişoştin. Hin caran jî dibû mamoste. Dapîra min jî jinek jêhatî bû. Dapîra min ji xwe re kir mînak. Bi hezaran jin, ji wê bandor bûn.” 
 
MA / Arjîn Dîlek Oncel- Emrûllah Acar