SÊRT - Li navçeya Tilloyê jina bi navê Ayhan Ozden bi awayek guman jiyana xwe ji dest da.
Hat îdîakirin ku Ayhan Ozden (49) a li navçeya Tillo ya Sêrtê dijiya ji xaniyê 3 qatî ketiye û jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Ozden ji bo otopsiyê bi ambulansa ku hat cihê bûyerê rakirin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.