ENQERE - Jinan derbarê Garîbe Gezer a mexdûra tecawizê ku li girtîgehê bi awayê biguman jiyana xwe ji dest da de gotin: "Em ji bo Garîbe Gezer ne di şînê de di serhildanê de ne. Jinek bi tena serê xwe di hucreyê de çawa dikare mirî bê dîtin? Berpirs kî ne?"
Platforma Jinan a Enqerê derbarê Garîbe Gezer a li Girtîgeha Kandirayê bi awayek guman jiyana xwe ji dest da dîsa li heman girtîgehê siyastmedar Aysel Tugluk a ku nexweş e civîna çapemeniyê li dar xist. Civîn li eywana Mulkiyeler Bîrlîgî pêk hat û pankarta bi nivîsa "Garîbe Gezer serhildana me ye" hat daliqnadin. Metnê daxuyaniyê li ser navê platformê Semra Demîr xwend.
TOLHILDANA SIYASÎ
Demîr anî ziman ku jinên têkoşîna azadiya jinê dimeşînin hedefa desthilatdariya zilam in û diyar kir ku ji ber vê sedemê bi sedan jin hatin binçavkirin. Demîr anî ziman ku bi dehan jin bi îfadeyên şahidên nepen di girtîgehan de dîl tên girtin û got: “Êrîşên li dijî têkoşîna jinan li girtîgehan jî li derve jî dewam dikin. Astengkirin mafê tenduristiyê bi pandemiyê re veguheriye îşkenceyê. Girtiyên jin li girtîgehan bi her cure binpêkirina mafan re rû bi rû dimînin. Her cure şîdeta derûnî û fizîkî, di serî de şîdeta zayendî, li dijî girtiyên jin tê bikaranîn. Tenê pênaseyke van pêkanînan heye. Ango desthilatdariya serdest a mêr, îşkenceya li ser jinê kiriye amûra tolhildana siyasî. Em ê nehêlin daraz wekî şîdet û îşkenceya mêr-dewletê, tevbigere.”
'HETA BERPIRS BÊN DARIZANDIN WÊ TÊKOŞÎNA ME BIDOME'
Demîr destnîşan kir ku heta hevalên wan bên berdan, tundiya zayendî bi dawî bibe û berpirsyar bên cezakirin ew ê têkoşîna xwe bidomînin û got: "Di şert û mercên ku îşkenceya zayendî û gefên li ser jinan bi taybetî lêgerîna tazî sîstematîk bûye, binçavkirin û girtin. veguheriye wesîleya îşkenceya zayendî, em jin tenê ne li mal û kolanan di têkoşînê de, ne, li girtîgehan jî em hevalên xwe tenê nahêlin. Hevrêya me Aysel Tûglûk di tevahiya jiyana xwe ya têkoşînê de ji bo destkeftiyên me jinan têkoşiya. Ji ber wêrekiya ku li dijî desthilatdariya mêr û şîdeta mêr-dewletê serî hilde ji aliyê dewleta nîjadperest, zayendperest û mîlîtarîst ve êrîşên cur be cur lê hatine. Hevala me Aysel îro bi pirsgirêkên tenduristiyê yên pir giran re rû bi rû ye."
RAPORÊN ATK'Ê
Demîr rapora Saziya Tipa Edlî ya Zanîngeha Kocaeliyê (ATK) ya derbarê Aysel Tugluk de bi bîr xist û diyar kir ku berevajî ATK'a Kocaeliyê, ATK'a Stenbolê diyar kir ku Tugluk jî weke gelek girtiyên nexweş bi girtina biryareke siyasî dikare di girtîgehê de bimîne. Demîr got: “Em êrişa nîjadperest û zayendperest a li merasîma cenazeyê dayika wê Hatûn Tûglûk a ku bû sedema windakirina bîra Aysel Tûglûk, ji bîr nakin. Em ji bîr nakin ku sûcdar li dadgehên sexte dihatin darizandin û wêneyên wî yên pîrozbahiyê bi Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu re kişandibûn. Em li hemberî vê hevkariya nîjadperest, mêtînger tu jinê bi tenê nahêlin! Berdewama girtina Aysel Tûglûk rehîne girtin û sûc e."
'JI BO GARÎBE EM NE DI ŞÎNÊ DE DI BERXWEDANÊ DE NE'
Demîr axaftina xwe wiha berdewam kir: “Di 9’ê Kanûnê de agahiya ku hevala wê ya din a jin li girtîgeha ku lê dima ji aliyê dewletê ve hatiye qetilkirin, bi dest xistine.” serhildan û hêrsa me mezin e. Em dipirsin; Çawa jinek tenê di hucreyê de mirî tê dîtin? Kî berpirsiyar e? Çawa dibe ku otopsî bi lez û bez biqede, bêyî ku li benda parêzeran jî bimîne? Em ê ti carî dest ji kesên ku îşkenceya zayendî li garîbeyê kirine û bûne sedema mirina wê û kuştina ku dewlet bi xwe şirîkê wê ye û rastiyan bernadin. Em dengê Garîbe Gezer ku li dijî şîdeta zayendî û tecrîda têdikoşe, bilind dikin û di berxwednaê de ne."
BI KHK'Ê KOMKUJÎ KIRIN
Demîr bal kişand ser wê yekê ku xebatkara tenduristiyê Fatma Demîrel a ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) ji kar hat dûrxistin û întîhar lê hat ferzikirin û got: " Ev ne xwekuştin e, kuştin e, berpirsiyar dewlet e! Li hemberî mirin, îşkence û tundiya mêr-dewletê ya li ser jinan tê ferzkirin em ê bibin piştevanên hev û têkoşîna xwe bi hev re mezin bikin. Bila dengê me biçe Kandirayê! Me destkeftiyên xwe bi hev re girt ser milê xwe, li dijî êrîşên we em bi hev re xurt in.” got.
Daxuyanî bi berzkirina dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.