Niha jî bi şala xwe têkoşîna edaletê dide

  • jin
  • 09:01 20 Kanûn 2021
  • |
img

AMED - Fatma Tûrgay ku dema çalakiyên piştgiriya greva birçîbûnê bi şala xwe ya kurê wê yê li Rojava jiyana xwe ji dest dabû jê re şandibû di hişê herkesî de mabû, niha jî bi vê şala xwe di Nobeta Edaletê ya ji bo girtiyan hatiye destpêkirin de cih digire. 

Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin û nayê berdan li Baroya Amedê dabûn destpêkirin, di roja 35'emîn de berdewam dike. Her roj malbat tevlî nobetê dibin û çalakiyê mezintir dikin. Ye ji van malbatan jî malbata Ferhat Tûrgay ku li Girtîgeha Hejmara 1 a Ewlehiya Bilind a Amedê girtî ye. Ji malbatê dayika Tûrgay Fatma Tûrgay (65) tevlî çalakiyê bûye. Lê têkoşîna edaletê ya Dayika Tûrgay ne nû ye. Tûrgay, di sala 2019'an de tevlî çalakiya piştgiriyê ya ji bo greva birçîbûnê ku li Parqa Koşûyolê dihat kirin dibû û bi şala ku ji ser milê xwe nedixist di hişê herkesî de mabû. Çîroka vê dayikê dirêjî Rojava dibe. 
 
LÊGERÎNA EDALETÊ YA DAYIKEKÊ
 
Destpêkê, di sala 1993’an de dema ku gundê wan Licok ê girêdayî navçeya Licê ya Amedê tê şewitandin neheqî li malbata Tûrgay tê kirin. Koçî Amedê tên kirin û di nav zehmetî û tunebûnê de dijîn.  Tûrgay ku 8 zarokên wê hene, kurê wê yê herîş biçûk Mûstafa Tûrgay (23) dema ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li, dijî DAIŞ’ê şer dike di sala 2015’an de tê kuştin. Wê ji rojê ve şala ku kurê wê Mûstafa diyarî wê kiriye ji xwe venaqetîne. Niha jî bi şalê ji bo kurê xwe Ferhat têdikoşe. 
 
Derbarê kurê xwe yê girtî…… de jî Tûrgay ev agahî dan: “Di sala 2016’an de dema ku li Zanîngeha Akdenîzê xwendekarê pola dawîn a Faqulteya Hiqûqê bû, bi angaşta “endamtiya rêxistinê” hat girtin. Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 7’ê mijdara 2018’an de ket çalakiya rojiya mirinê ku li girtîgehan hatibû destpêkirin. Ji ber ku piştî çalakiyê tedawiya wî nehat kirin û mafên wî yên din hatin binpêkirin pirsgirêkên wî yên tenduristiyê destpêkirin.”
 
ŞERTÊ GIRTÎGEHÊ NEXWEŞ XISTIN
 
 Di berdwamê de Tûrgay, da zanîn ku ji ber zext, tundîş û îşkenceyên rêveberiya girtîgehê yên dema çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê derûniya kurê wê ne baş bûye û wiha pêde çû: “Dema ku li taxê şer çêbû hat girtin. Gelek lêkolîn li serê hatin kirin. Bêsûc bû. Lê dema ku xwendekar bû di 24 saliya wî ew girtin. Berê nexweşiya wî tune bû. Lê ji ber îşkence û şertên girtîgehê nexweşiyên wî çêbûn.”
 
HIOQÛQA DIJMIN TÊ PÊKANÎN 
 
Derbarê pêkanînên girtîgehê de jî Tûrgay, ev tişt diyar kirin: “Ne xwarineke baş didin wan ne jî şertên baş ji bo wan pêk tînin. Kinç û pirtûkên wan nadin wan. Wextê ji b ovan rewşa min nameyan da. Çalakiya rûniştinê kir lê zext li me hat kirin. Niha Girtîgeha Amedê kul ê dimîne ciheke ne baş e. Li ser wan zilm û zext hene. Du meh in qedexeya hevdîtinê heye. Bi awayekî fermî hiqûqa dijmin tê pêkanîn. 
 
Tûrgay, destnîşan kir ku ew û hevjînê xwe ji salên berê ve di nav têkoşîna gele kurd de ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ji bo jiyaneke bi rûmet têdikoşin. Niha jî zarokên me li dijî zextan têdikoşin. Lê tê xwestin ev têkoşîna me bê tunekirin. Ya digirin an jî dikujin. Navê kurd li kuderê derbas bibe zilm dikin. Tên li malên me zilmê dikin. Îsal dîsa bi ser mala me de girtin û çekê dirêjî min kirin. Îro ji me re ye sibê jî ji wan re ye. Wê ev zext rojekê bi dawî bibin.”
 
JI BO RAWESTANDINA MIRINAN
 
Li ser sedema beşdarbûna xwe ya nobetî jî Tûrgay ev tişt gotin: “Girtiyen me vê berxwedanê silav dikin. Moralê wan baş e. Nexweşiyên min henbe; dil, pişik û çoka min diêşê. Lê heta ji min bê ez ê li vir bim. Dema em diçin hevdîtinên di wan rêyan de perîşan dibin. Ew jî her saet di wê zehmetiyê de ne. Pir lê pirs zext hene. Mirov dema wisa dibine xemgîn dibe. Di serdanên xwe yên berê de min Halîl Guneş jî didît. Min ji zarokên xwe zêdetir jê hez dikir. Lê zextan wî jî ji me girt. Ji bo hê bêtir mirin çênebin divê em li nobetê bin. 
 
JI 7 SALIYAN HETA 70 SALIYAN HERKES TÊBIKOŞE
 
Tûrgay, got ku ew Nobeta Edaletê gelek bi rûmet dibine û ev bang kir: “Ew dixwazin me bikujin, divê serî ji vê re netewînin. Li Amedê li her malê girtî hene. Bangî hemû malbatên girtî dikim. Divê em bi hev re tevbigerin. Divê em ji 7 saliyan heta 70 saliyan di têkoşînê de bin. Heke em wiha nebin wê ne Serokê me ne jî ciwanê me berdin. Binêrin her roj agahiyên mirinê tên û destûr nadin ku em cenazeyên xwe jî oxir bikin. Em qet vê zilmê qebûl nakin. Kurd hemû yek in. Nabêjin xizmê min ê girtî tune ye. Ev zilm li tevahiya kurdan e. Em tev bibin yek û qezenc bikin.”
 
MA / Eylem Akdag