ÎZMÎR - Aktivîsta TJA'yê Nûr Aytemûr got: "Em dikarin di sala nû de tecrîda girankirî bi rêxistinbûyîna xwe ya perspektîfa Rêya Sêyem bişikînin."
Di sala 2021'ê de ku dijminatiya li hemberî jinê û kurdan bi awayekî eşkere rû da, bi taybetî li bajarên herêmê bi polîtîkayên taybet hat kirin ku ev polîtîka bi tevkariya dewlet, daraz û çapemeniyê hat kirin. Li rojavayê Tirkiyeyê tahde û kuştinên jinan zêde bûn, li herêmê jî tevî çewisandin, binçavkirin û girtinan "kiryarên biunîforma" jî bi polîtîkayên şerê taybet hatin cesaretkirin.
Aktivîsta TJA'yê Nûr Aytemûr sala 2021'ê, sedema êrişên hatin kirin nirxandin û têkildarî nexşerêya sala nû axivî.
KAMPANYAYA 'EM XWE DIPARÊZIN'
Aytemûr, diyar kir ku di nav salê de piştî hevdîtinên bi jinan re kampanyayên "Em xwe diparêzin" û "Dem dema azadiya jinê" derktine holê. Aytemûr, destnîşan kir ku ev kampanya ji ber hewldana netew-dewletan ku xwe li ser asasê bedena jinê ava dikin dane destpêkirin. Aytemûr, bibîr xist ku bi kampanyaya "em xwe diparêzin" bersiva polîtîkayên ziman, çand û polîtîkayên şerê taybet dane û di vî warî de êrişên sîstematîk ên li ser bedena jinê, ên derûnî û li hemberî nasnameyê teşhîr kirine û xebatên serwextkirinê kirine.
Aytemûr, anî ziman ku bi taybetî li herêmê beranberiyeke kampanyayan çmbûye û got: "Piştî atolyeyên xweser û tevlihev, gelek pirsgirêk û çewisandin derketin holê. Ev kampanya hem ji bo kampanyaya 'Dem dema azadiya jinê' bû bingehek hem jî aşkere kir ku bê di warê civakî de pêdivî bi çi heye. Bi taybetî li hemberş tahdeya mêr-dewletê divê jin çawa xwe biparêzin perwerdehî hatin dayîn. Xebata herî berdar xebatên atolyeyê bûn ku jin û mêr tevde tevli wan bûn."
LÊPIRSÎNEKE DÎROKÎ
Aytemûr, diyar kir ku di van atolyeyên tevlihev de bi taybetî li ser dîroka kedxwariyê ya mêran sekinîne û got: "Me rolên 'Mêrantiyê' yên pergala dewleta mîlîtarîst dan ber lêpirsînê. ME ev yek bi mêran jî da lêpirsînkirin. Ev lêpirsîneke dîrokî bû. Ji bo jinan jî hesabpirsîneke dîrokî bû. Em jin li ser awayê pergala erkê sekinîn."
Aytemûr, destnîşan kir ku kampanyaya "Em xwe diparêzin di warê fikirî û polîtîk de bû sedem ku ew hem di warê lêpirsînê hem jî di warê têkoşîn û berxwedanê de xwe birêxistin bikin û got: "Her wiha firsenda lêpirsînkirina dîrokî jî da ber mêran."
DEM DEMA AZADIYA JINÊ
Aytemûr, anî ziman ku têkoşîna azadiya jinê pêvajoyeke xwe disipêre salên dûr û dirêj û got: "Em TJA, di hemû xebatên xwe de bi taybetî li ser dîroka kedxwariyê disekinin. Ji civaka xwezayî heya niha têkoşîneke dîrokî ya jinê heye. Li hemberî vê jî modernîteya kapîtalîst heye û xwe tim li ser bedena jinê ava dike. Di sala dawî de gava em ki têkoşîna jinê ya cîhanê mêze dikin, em dibînin ku tespîta 'sedsala 21'ê sedsala jinê ye' derketiye holê. Piştî şoreşa jinê ya li Rojavayê, ev pênase xwe li seranserê cîhanê da hîskirin. Li Tirkiyeyê jî li hemberî pergala AKP-MHP'ê me bi têkişîn û berxwedana jinê kampanyaya 'Dem dema azadiya jinê' da destpêkirin û xebatên me yên di vî warî de didomin. Li Rojhilata Navîn û Rojavayê dema jinê rû dide. Em tevgera jina kurd a li Tirkiyeyê ji bo li welatê me jî demeke jinê rû bide, me ev nav li kampanyaya xwe kir."
POLÎTÎKAYA ŞERÊ TAYBET
Aytemûr, bilêv kir ku ji roja pergala mêrê serdest hatiye avakirin heya niha şerê jin û mêran tu carî bi dawî nebûye û niha jî ev êriş bi destê AKP-MHP'ê tên domandin. Aytemûr, diyar kir ku li Tirkiyeyê destkeftiyên sed salan ên jinan ji ber blokeke faşîst paş de çûye û got: "Mafê bijartin û hilbijartinê yê sed sal berê bi xwe jî niha ji hêla AKP-MHP'ê ve ketiye ber nîqaşê. Ev şer, a rast dewam şerê me uê ku bi sedan sal e em li dijî netew-dewletan û îqtidaran dikin bi xwe ye. Polîtîkayeke çewsîner a ku jinan tune dihesibîne tê pêkanîn. Di bgingeha van polîtîkayan de jî polîtîkayên şerê taybet ên li hemberî xebatên tevgera jina kurd hene. DFestdirêjiya Mûsa Orhan a ku li Îpek Erê kirî polîtîkaya şerê taybet e. Awayê êrişkirina li nirxên ehlaqî û polîtîk ên gelê kurd û jina kurd e. Polîtîkaya destdirêjiyê ya li herêmê ku bi dest esker, polîs û cerdevanan tê kirin, berdewama salên 1990'an e. AKP, êrişên li hemberî jinên kurd pêk tîne, ji dîrokê mînak digire û hinek êrişên din li van mînakan zêde dike. Hewl didin destdirêjiya bi destê dewletê ya li hemberî jinên kurd bikin keleporek. Jinên kurd jî li hemberî vê berxwedana xwe û têkoşîna xwe ya azadiyê didomînin."
ÊN ÎTAET NAKIN TÊN CEZAKIRIN
Aytemûr, destnîşan kir ku li herêmê li dijî jinên kurd polîtîkayeke piralî heye û got: "AKP, tiştên dewleta kûr a beriya xwe hilgirtin û hin tişt li wan zêde kirine û bi vê rêbazine faşîzan pê tîne. Em jî gav li hemberî vê xebatên serxwextkirinê dikin dibin hedef. Ayşe Gokkan, mînaka herî berbiçav e. Ji ber têkoşîna xwe ya ji bo jinan 30 sal ceza lê hat birîn. Tiştên li Aysel Tûglûkê dikin, tiştên anîn serê Garîbe Gezerê encama şerê taybet in. Êriş jî girêdayî vê ne. Li hemberî jinên kurd êrişine pir cidî hene. Di nav salê de berdevka me Ayşe Gokkan jî di nav de gelek hevalên me hatin binçavkirin û girtin. Derbarê wan de lêpirsîn hatin destpêkirin. Xebatên me hatin astengkirin."
JIYANA NÛ
Aytemûr, destnîşan kir ku lê tevî hemû êrişan jî paş de gav enavêtine û got: "Ji lew re pergalemeke ya ku bi awayekî çalak têdikoşe heye. Em ew jin in ku îdiaya me ya avakirina jiyaneke nû heye. Em dibêjin rêya sêyem ji bo jinan jî pêkan e. Di avakirina vê jiyana nû de, em dizanin zor û zehmtiyên wê jî hene. Em tenê li ber îqtidareke 20 salî ranabin. Em netew-dewletê ji hev evdiçirînin. AKP, yek ji wan e. Îro ro krîz û şereke mêrantiyê heye. Em li ber vê radibin û di ber re jî xwe xurt dikin. Em rêxistineke jina ya gotina xwe birêxistin dike û têkoşîna xwe mezin dike. AKP-MHP'a ku hay ji vê heye êrişên xwe zêde dike. Hebûna jinên kurd jî tamûl nakin."
HESABPIRSÎNEKE DÎROKÎ
Aytemûr, bilêv kir ku AKP-MHP li hemberî jinên kurd nefret û dijminatiyê xurt dike û got: "Li hemberî jinên kurd polîtîkayeke tolhilgirtinê pêk tînin. Ev tolhilgirtin bes bi van salên dawî yan jî vê sala dawî re ne sînordrakirî ne. Polîtîkayeke tolhilgirtinê ya bi sedan salan e. Ev êrişeke bîrdozî ye. Nefret û toolhilgirtinek li hemberî demarên berxwedanê yên bi sedan salan e. Em tevgereke jinan e ku xwe li ser asasê dîrokeke kokdar ava kiriye. Demara berxwedanê ya jinên krud qebûl nakin. Em û pergalên netew-dewletan li hev nakin. Dê şerê me bidome. Em baş dizanin bê ev nefret ji ku tê. Baş dizanin em di nav ehsabpirsîneke dîrokî de ne. Ji ber vê her cure êrişan dikin. Îdiaya me ya li dijî van êrişan jî îdiaya 'dê sedsala 21'ê bibe sedsala jinê' ye."
AZADIYA OCALAN
Aytemûr, destnîşan kir ku di xebatên xwe yên nava salê de ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û azadiya wî jî xebitîne û got: "Tecrîd sîrayetî tevhiya hcureyên me kiriye. Gava mirov tecdîrê bi awayekî berteng esas bigire, dê tecrîdê hêsan bike. Tecrîd, polîtîkayeke şerê taybet e. Taciz, destdirêjî û fuhûşa bi destê unîformayan a li hemberî jinên kurd tê kirin, girêdayî tecrîdê ye. Her ku tecrîd kûr dibe, êrişên li hemberî jinan jî zêde dibin û vediguherin qirkirinê. Jin li gritîgehan bi destdirêjiyê re rû bi rû dimînin û ber bi xwekuştinê ve tên şandin. Ji bo bidawîbûna van êrişan, rakirina tecrîdê hinceta me ya têkoşînê ye."
RÊYA SÊYEM
Aytemûr, destnîşan kir ku sala 2021'ê ji bo jinên kurd saleke bi berxwedan û têkoşînê derbas bûye û ji bo perspektîda xwe ya sala 2022'yan jî ev tişt gotin: "Sala 2022'yan dê bibe sala ku rêya sêyem birêxistin bike. Rêya sêyem, nexşerê û perspektîfek e ji bo xelasiya gelên Tirkiyeyê û rizgariya jinan. Dê xebatên me yên ji bo bi awayekî mtuleq şikandina tecrîda li ser Ocalan hebin. Di warê şikandina tecrîdê û detspêkirina hevdîtinan de dê ji bo me bibe sala têkoşînê. Em ê li dijî çewisandin û êrişan berxwedanê mezin bikin. Dîroka têkoşîna jinên kurd xwe dispêre salên dûr û dirêj. Em pergala ku serdestan firandiye vediguherînin. Lewma salek têra me nake. Şikandina tecrîda mutleq ku me li sala nû bar kiriye, rêxistinbûyîna bi perspektîfa Rêya Sêyem e."
MA / Semra Turan - Ozlem Yayan