ENQERE- Lîstikvan Shaghayegh Noroûzî ku ji ber gefên bi destdirêjiyê lê dihatin xwarin ji Îranê koçî Spanyayê kir û bi Tevgera Metooyê hatiye naskirin, Şoreşa Rojavayê ya jê re bûye îlham bi van gotinan pênase kir: "Serketina têkoşîna jinê."
Lîstikvan Shaghayegh Noroûzî ku ji ber tahdeya derûnî û gefên bi destdirjiyê ji Îranê koçî Spanyayê kiriye, li Îranê pêşengtiya Tevgera Metooyê kiriye. Noroûzî ku li Îranê 12 salan li Îranê lîstikvanî kiriye, piştî ku ji Îranê koç kiriye biryar daye ku tahdeya li jinan tê kirin teşhîr bike. Noroûzî ku niha xebatên xwe li Spanyayê didomîne, destnîşan kir ku Şoreşa Rojavayê ji bo wê bûye îlham.
JI BER TAHDEYA LI JINÊ TÊ KIRIN JI ÎRANÊ ÇÛM
Noroûzî, anî ziman ku li Îranê pir tahde û eziyet lê dihat kirin û got: "Bi taybetî jî li cihê kar. Min ji ber tahdeya li jinê tê kirin ji Îranê koç kir. Mafê her jinê ye ku ji welatekî wekî Îranê çewisîner derkeve. Jin komeke civakî ne û mafê wan ê derketina derve heye. Yanî tahdeya li wir bi tena serê xwe sedemeke koçkirinê ye."
POLÎTÎKAYÊN ÎRANÊ YÊN DIJMINATIYA JINÊ DIKIN
Noroûzî, destnîşan kir ku hikûmeta Îranê modeleka jina ya îtaatkar û bênasname dixwaze û barê vê îmajê jî li lîstikvanên jin bar dike. Noroûzî got: "Lê gelek lîtikvanên wekî min ji vê îmajê yeqîn nakin û li dijî vê ne. Îmaja tê xwestin bê afirandin, rastiya jinên li Îranê nade der. Lewma em li dijî vê têkoşiyan."
Noroûzî, bilêv kir ku lê belê gava kesek bixwaze li Îranê bibe lîstikvan divê vê derewê temsîl bike û got: "Divê li ber van propagandayan serî bitewîne. Ev beşa herî girîng a çîrokê ye, lê ne temamiya wê ye. Qîma xwe tenê bi propagandayê naynin, di heman demê de li paş kamerayê destdirêjî û tahde heye. Sedema vê jî polîtîkayên Îranê ne ku dijminatiya jinê dike."
LI ÎRANÊ TEVGERA METOO'YÊ
Noroûzî, behsa Tevgera Metooyê ya li Îranê kir. Noroûzî, got: "Behskirina destdirêjiyê tişta herî zehmet e. Wekî li Tirkiyeyê tê kirin, li gelek deveran hin kesan beriya min dets bi îfşakirina kiribûn. Lê pir ne xwedî tesîr bûn. Gava ez bi van pirsgirêkan re rû bi rû mabûm, Tevgera Metooyê tune bû. Ez jî bi tenê bûm. Lê wê demê li Îranê têkildarî destdirêjiya ku rojnamevanên jin pê re rû bi rû mabûn hevpeyvînek hatibû weşandin. Min jî di hesabê xwe yê înstegramê de nivîsek nivîsî. Min xwest hemû jin destdirêjiya li wan hatiye kirin ji min re binivîsin. Min çend mehan çîrokên gelek jinan parve kirin. Gava min ev îfşa li ser hesabên xwe parve kirin, li Îranê hin nûçe jî hatin çêkirin. Gelek jinên sînemagar ên ne pir navdar, lis er hesabê xwe yê înstegramê tiştan hatibûn serê wan parve kirin. Yanî li Îranê Tevgera Metooyê ewilî bi parvekirinên jinan ên li ser hesabê xwe yê taybet kirin dest pê kir."
Noroûzî, da zanîn ku bi vê re hêdî hêdî tevgera Metooyê dest pê kiriye û wê jî bi navê ‘me_too_ movement iran’ hesabek vekiriye û di ser vî hesabî re xwe gihandiye jinan.
Noroûzî, diyar kir ku piştî vê tevgera wan, li Îranê cara ewil ev îfşakirin bala daraza Îranê kişandine û got: "Paşê jinan li ser medyaya sanal hev du dîtin û çûn cem parêzereke jin. Parêzerê jî hemû dosye berhev kirin û çû serdozgeriyê gilî kir. Keyvan Îmamverdî hat girtin. Hê jî tê darizandin. Li Îranê qanûn tenê sûcê zayendî esas digire, ew jî destdirêjî ye. Gava bê îspatkirin cezayê wê jî darvekirin e. Ji bo Keyvan Îmamverdî jî doza cezayê darvekirinê tê kirin. Lê jinên van kesan îfşa dikin li dijî darvekirinê ne û dixwazin ji dêvla darvekirinê cezayê hepsê bê birîn."
PIŞTEVANÎ
Noroûzî, bilêv kir ku niha li Spanyayê jî ji bo Metooyê dixebite û li ser piştevaniya jinan sekinî. Noroûzî got: "Em dixwazin têkiliya xwe ya bi jinan re xurttir bikin. Lê mixabin li Îranê tiştên derbarê jinan de bi awayekî qels tên weşandin. Dengê me pir qels e. Lê koma me, ji bo pêwendiyê bi jinên cîhanê re deyne tevdigere. Me pêwendî bi komên Metooyê yên navneteweyî re danîn. Me li Tirkiyeyê jî pêwendî bi tevgerên feminîst re danîn. Têkiliya me xweş dewam dike. Em hewl didin pêwendiyê bi tevgerên li Afxanîstanê re jî deynin. Carinan em niîvîsn aktivîstên wan ên Metooyê, nûçeyên wan diweşînin. Em ji bo vê jî tevdigerin."
Noroûzî, destnîşan kir ku pergala serdestiya mêr pergaleke pir nakok e û xwedî mekanîzmayine pir enteresan e û got: "Pergala serdestiya mêr çewisandina xwe ya li ser jinan bi nasnameyên sixte didomîne. Ji wan weye jin nikarin pev re tevbigerin, ger sûcek hebe ew jî yên jina ye, li ber çavên wan jin bêhêz in... Em dikarin gelek pênaseyên bi vî rengî bikin. Lê ya girîng, bi van pênaseyan tahdeyê li me dikin û me dixin bin kontrola xwe. Lê ya ku divê em li dijî vê bikin ew e ku em vê îmaja sixte bişikînin. Tekane rêya vê jî rêgezên feminîst û berprisiyariyên wê ne. Ev rêgez diyar dikin ku divê jin çaw anêzî hev bibin. Divê em ji bo sererastkirina têgihên tên bikaranîn israr bikin. Mesela; di bûyereke destdirêjiyê de, tenê kesê destdirêjî kiriye sûcdar e. Divê em bi tu awayî sûcdariya mexdûr qebûl nekin. Ji dêvla ku em ji mêran re bibêjin em ne sûcdar in, divê em enerjiya xwe ji bo meseleya sereke xerc bikin. Em ê bi vî awayî karibin tahdeya cinsî bisekinînin. Em jin divê em xwe biparêzin û bibin dengê hev du. Divê em derfetên xwe bi jinên din re jî parve bikin. Em bi vî awayî diakrin piştevaniya hev du bikin."
ŞOREŞA ROJAVAYÊ JI BO WÊ BÛYE ÎLHAM
Noroûzî, destnîşan kir ku di vê têkoşînê de Şoreşa Rojavayê ji bo wê bûye îlham. Noroûzî, anî ziman ku rojava şer, têkoşîn û serketina jinê ye û got: "Ji ber vê ji bo me çavkaniya îljamê ye. Em ê hê gelek tiştan ji wan hîn bibin."
Noroûzî got: "Rewşa li Rojavayê rê me da ku bê berxwedana jinê çi qasî rizgarker e. Di berxwedana jinên Rojavayê de rêgezên feminîstiyê hene. Em ê gelek tiştan ji wan hîn bibin. Mesela; piştevaniya li Rojavayê tevgereke pirrengî ye. Şoreşa rojavayê, sembola berxwedana jinê ya li dijî paşverûtiya mêran e. Jin dixwazin vî tiştî bibêjin; 'Berxwedana me bi qasî ku karibe li dijî paçverûtiya mêran bibe berxwedaneke çekdar cidî ye. Di heman demê de berxwedana min li ser asasên aştî, pirçandî ye û li ser asasên piştevanî û bihevrebûnê ye.' Tişta ku hemû jin doza wê dikin jî ev e. Rojava ji bo jinan çavkaniya îlhamê ye."
MA / Zemo Aggoz