MÊRDÎN - Dayika Aştiyê Turkiye (Turkan) Îldem ku yek ji xwendekarên Apê Mûsa bû û çendek roj berê jiyana xwe ji dest da, di 85 salên emrê xwe de her tim li dijî sepanên derqanûnî yên dewleta ku navê wê lê hatibû kirin derbas kir.
Dayika Aştiyê Turkiye (Turkan) Îldem ku li navçeya Qoser a Mêrdînê dijiya, di 14’ê gulanê de krîza dil derbas kir û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Îldem ku 85 salên emrê xwe bi têkoşînê derbas kir, di 29’ê adara sala 1937’an de li gundê Sitîlîlê yê Nisêbîn a Mêrdînê ji dayik bû. Li gorî hinek gotinan, ji ber ku bavê wê li bajarên Tirkiyeyê bû û li gorî hinek gotinan jî ji ber ku Komara Tirkiyeyê nû hatibû damezirandin û ji ber têkiliyên malbata wê, bavê wê navê Tirkiyeyê lê kiriye. Lê Îldem, her tim xwe weke xwendekara zanayê kurd Apê Mûsa (Mûsa Anter) ku gundiyê wê bû pênase kir. Di temenê xwe yê ciwan de bi saya Apê Mûsa hînî xwendin û nivîsandinê bû. Xwe pêş xist û beşdarî têkoşînê bû.
Ji ber pirtûkên dixwendin û çend destwerdanên tibbî ku ji bijîşkan hîn bûbû, li derdorê weke keseka “hekîm” dihat naskirin. Îldem, carnan pîriktî kir û carnan jî alîkarî dida jinan. Ji 9 zarokên wê yê bi navê Muslum, di sala 1994’an de tev li refên PKK’ê bû û wê jî di her firsendê de daxwaza aştiyê kir. Her tim li refên pêş ên çalakiyan bû û carnan jî li dijî şer bû mertala zindî.
5 SALAN DI GIRTÎGEHÊ DE MA
Di sala 2007’an de emrê wê bû 70 salî û ji bo dîtina kurê xwe ku 13 sal bûn nedîtibû, pasaporta xwe çêkir û derbasî Herêma Federal a Kurdistanê bû. Li Çiyayê Qendîlê bi kurê xwe re 6 saetan hevdîtin kir. Di dema vegerê de jî li Deriyê Sînor ê Xabûrê hate binçavkirin û derheqê wê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” lêpirsîn hate destpêkirin. Di encama darizandina salekê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê hefsê lê hat birîn. Di 15’ê tîrmeha 2008’an de hate girtin û 4 sal û 8 mehan li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê girtî ma. Piştî ku cezayê wê xelas bûyî jî di 21’ê adara 2012’an de ji girtîgehê derket.
HEM DIRÛNKAR HEM BIJÎŞK
Dayik Îldem hem li hundir û hem jî li derve dev ji têkoşîna xwe berneda. Hem milet hîn kir û hem jî ew bi xwe hîn bû. Li gel temenê xwe yê mezin jî li girtîgehê dev ji xwendinê berneda û her tim bi girtiyên nexweş re eleqedar bû. Ji gihayên ku berhev kirin derman çêkirin û ji birînên girtiyan re bû derman. Îldem, di heman demê de dirûnkareka baş jî bû û li gundên derdorê karê dirûnê dikir. Piştî ku ji girtîgehê hatî berdan jî dev ji têkoşîna xwe berneda. Demek piştre bi nexweşiyan ket û demekî dirêj bi van nexweşiyên xwe re mijûl bû.
GOTINÊN WÊ YÊN DAWÎ
Dayika Îldem ku tevî dizanî dê hevdîtina bi kurê wê re jê re pirsgirêkan derxîne jî, bi kurê xwe re 6 saetan hevdîtin kir û 5 salan di girtîgehê de ma. Rojek beriya wefata xwe, dîmenê wê hatibû kişandin û di dîmen de silavên xwe ji kurê xwe Muslim û rêhevalên wî re dişîne. Bi vî awayî wefat dike.
KESEKA CANFEDA BÛ
Keça dayika Îldem, Koçer Îldem da zanîn ku xelkê ji dayika wê hez dikir û dayika xwe weke keseka “canfeda” pênase dike. Koçer Îldem wiha qala dayika xwe kir: “Bi jinan re jin, bi zilaman re zilam bû. Di dilê wê de çi hebûya, ji devê wê jî ew derdiket. Keseka zana bû. Bi 75 ciwanan re di heman girtîgehê de ma. Karî ku bi wan re bijî. Ev tiştekî hêsan nîne. Tevek jî ciwan bûn. Mîna mamosteyekê ji serê sibê heta êvarê bi wan re ma. Di navbera xwe de nobed digirtin û xwarina wê dihat çêkirin. Xwe bi xwe digot; ‘heke zarokên me nebûna dê li girtîgehê mabûma.’”
XWENDEKARA MÛSA ANTER
Bi domdarî Îldem da zanîn ku dayika wê her tim ji wan re çîrok digotin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Xwendekara Mûsa Anter bû. Li cem wî hîn bûbû. Qala Mûsa Anter dikir. Mûsa Anter diçû cem malbatan û dixwest ku zarokên xwe bişînin dibistanê. Hem dersên kurdî û hem jî yên bi kurdî dida. Mûsa Anter wê demê zext li malbatan dikir ku zarokên xwe bişînin dibistanê. Ceza dida wan. Digot ku dayik û bavê wê lewma ew şandine dibistanê. Dayika min xwend. Jixwe wê demê derdora 5-6 salan xwendibû û mîna hemşîreyekê bûbû.”
GELEK ÊŞ KIŞANDIN
Di berdewamê de Îldem destnîşan kir ku dayika wê gelek êş kişandine û wiha domand: “Sê kurên wê hebûn lê yek jî li cem wê nebû. Bi salan nezanî bê ka kurê wê Muslim dijî yan na. Navê Muslim ser zimanê wê kêm nedibû. Her carê digot; ‘heke ez bizanim dê wî careke din bibînim, ez razî me ku bikevim girtîgehê.’”
‘DIXWEST AŞTIYÊ BIBÎNE’
Îldem, daxuyand ku dayika wê her tim dixwest ku aştî pêk bê û axaftina xwe wiha qedand: “Digot bi hezaran malbatên mîna wê hene. Digot ku hem dayikên gerîla û hem jî yên leşkeran mîna hev in. Dixwest aştiyê bi çavên xwe bibîne. Li benda roja vegera hemû zarokan bû. Bi şev û roj ji bo vê dua dikirin. Dixwest ku jiyaneke aştiyane û bi hev re bijî. Digot; ‘min êşa kişandiye û bila keseke din nekişîne.’ Amade bû ku ji bo aştiyê canê xwe bide. Em hewl didin wesiyeta wê bi cih bînin. Kurê wê Ronî ji ber bombeya xazê çavekê xwe winda kir. Piştre jî di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da. Her tim dixwest ku li cem wî were definkirin. Min jî daxwaza wê pêk anî. Dilê min rehet e.”
MA / Ahmet Kanbal