WAN/ AMED - Li Wan û Amedê bi hezaran kes li dijî xespkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê dimeşin.
Di 4’ê mijdarê de li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlihê û Şaredariya Xelfetî ya Rihayê yên di bin rêveberiya DEM Partiyê de qeyûm hatin tayînkirin. Çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûman didomin. Gelê Wanê li dijî tayînkirina qeyûman, meşeke girseyî li dar dixe. Girseya li ber avahiya DBP’ê kom bû, ber bi Qada Beşyolê ve dimeşe.
LI AMED Ê MEŞ TÊ LIDARXISTIN
Bi pêşengtiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA), li dijî tayînkirina qeyûm a li şaredarên Bajarê Mezin a Mêrdînê, Êlih û Xelfetiyê li Amedê meş tê lidarxistin. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar, hevşaredar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî tev li meşê bûn.
Bi hezaran kesên li Qada Şêx Seîd hatin gel hev, ber bi Birça Keçikê ve dimeşin.
Berfirehiya nûçeyê tê...