ENQERE - Polîsan êrişî çalakiya jinên KESK’ê ya têkildarî Peymana Stenbolê kirin. Polîsan heqaret li jinan kirin û tundiyê jî li rojnamevanan kirin.
Platforma Jinan a Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Camaweriyê (KESK) a Şaxên Enqereyê têkildarî biryara Şûreya Dewletê ya derbarê Peymana Stenbolê de xwestin li Qada Sakaryaya Enqereyê daxuyanî bidin. Polîsan beriya daxuyaniyê qad dorpêç kir.
TUNDÎ LI ROJNAMEVANAN HAT KIRIN
Polîsan destûr neda daxuyaniya jinan. Her wiha polîsan destûr neda ku rojnamevan daxuyaniyê bişopînin û dîmenan bigirin. Polîsan rojnamevanan daf da û bi mile nûçegihana PÎRHA’yê Melîs Cîddioglu girtin û wê avêtin erdê. Polîsan tundiyê li kameramanê Arti TV Kadîr Devîr û nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Emel Vûral kirin.
MEŞ LI DAR XISTIN
Jinan ji Qada Sakaryayê bi berzkirina dirûşman heta avahiya KESK’ê ya li Cadeya Selanîkê meşiyan. Hevseroka Giştî ya KESK’ê Şukran Kaplan têkildarî tundî û astengiya polîsan daxuyaniyek kurt da û tundî û astengiyê şermezar kir.