AMED - Hevşaredara Akdenîzê ya berê Yuksel Mûtlû diyar kir ku qeyûm êrişeke bîrdozî ya li dijî têkoşîna jinan e û wiha got: “Ji dikarin van êrişan vala derxînin. Divê em bibin yek.”
Desteya Rêveberiya Xwecihî ya Demokratîk a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi mijara “Rûxandinên qeyûm ên di qada jinan de û avakirina xeta têkoşîna hevpar" li Şanoya Bajêr a Amedê panel li dar dixe. Panel bi axaftinên beşdarvanan berdewam dike.
ŞAREDARIYA JINÊN KURD
Hevşaredara Akdenîzê ya bere Yuksel Mûtlû ya di panelê de axivî, qala girîngiya rêveberiyên herêmî kirin û wiha got: “Rêveberiyên herêmî tenê ji şaredariyan pêk nayê. Rêveberiyên herêmî, tevgerên jinan û rêxistinên sivîl ên civakî jî têxe nava xwe. Heke ev şêweyê rêveberiyê demokratik be di heman demê de xweser e. Li Tirkiyeyê xwedî rêveberiyeke antî demokratik û faşîzan e. Bîrdoziya netew dewletê birdozîyeke yekparêz e. Di herêman de çawa digihin çandên cuda. Şaredariya kurd, şaredariya jin derfetên van dîtin.”
Mûtlû, bi lêv kir ku şaredariya jinên kurd a bihêz di sala 1999’an de bi Partiya Demokrasiyê ya Gel (HADEP) dest pê kiriye û wiha berdewam kir: “Di tevgera siyasî ya kurd de beriya HDP'ê dema ku jinan têkoşîn dida, çîrokeke ku bi baskên jinan dest pê kirî heye. Em îro gihiştine xala hevserokatiyê. Divê were dîtin ku ev serkeftineke girîng e. Bi dayîna bedelên mezin em hatin heta van rojan. Di sala 1999’an de sê hevalên me hebûn. Em ji demên ku digotin ‘Ji jinan şaredar çênabin’ hatin.”
XEBATÊN KU BIBIN MÎNAK
Mûtlû, diyar kir ku nîviyê civakê ji jinan pêk tê û dirêjî da axaftina xwe: “Di sala 2014’an de di dema DBP’ê de derbasî hevserokatiyê bûn. Di partiya siyasî de jî bi paketa demokratîkbûnê hatibû qebûlkirin. Lê dema em dihatin qada rêveberiyên herêmî, em bi îdealên xwe yên azadiyê hatin hilbijartin. Me bi dengên bilind dest bi xebatê kirin û ji gel re xizmet kirin. Hevşaredarên me xebatên ku bibin mînak kirin. Me ji jinan û gel pirsî û xebat meşandin. Me şaredariyeke klasîk bi rê ve nebir.”
PARADÎGMAYA AZADÎXWAZ A JINÊ
Mûtlû, anî ziman ku bi paradigmaya azadîxwaziya jinê, ekolojîk û demokratîk ketin rê û wiha domand: “Me xwest ji jinên ku piştî me werin re jî mîrateyeke baş bihêlin. Pergalê mudaxileyî vê jî kirin. Pergalê bi awayekî bîrdozîk êriş kir. Mudaxileyî têkoşîna jinan, gelan kir. Berxwedaneke me jî ya bîrdozîk kir. Tevgerên femînîst ên jinan dema qeyûm hatin tayînkirin çiqas xwedî li me derketin? Em ji hev bipirsin. Bêguman wê têkoşîna me berdewam bike lê divê ji niha û şunde em nîqaş bikin ku em ê hevkariyên xwe çawa bi rê ve bibin.”
‘HETA JIN NEBE NABE’
Mûtlû, diyar kir ku pergala hevserokatiyê ji aliyê desthilatê ve weke sûc hate nîşandan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hevşaredarî di cîhanê de mînaka yekane ye. Dema em çûn Ewropayê dîtin ku yekane ye. Gotin girîng e, binirx e divê were bihêzkirin. Çîroka me bi sê kesan dest pê kir, bi wekheviyê didome. Komîsyonên wekhev ên jin û meran hatin avakirin. Zilaman dît ku bêyî jinan ev kar bi rê ve naçe. Pergalê mudaxileyî vê bîrdoziya siyasal kir. Ev mudaxile berdewam dike. Jin dikarin van êrişan vala derxînin. Divê em bibin yek.”