AMED - Lêkolîner Fîgen Aras destnîşan kir ku di avakirina civaka exlaqî û polîtîk de aştî gelek bi qîmet e û got: “Dema ku em li bingeha şer dinêrin em rastî tifaqa desthilat a mêr tên, dema em bingeha şeran dinêrin em tifaqa sermayedaran dibînin. Ji ber wê divê hemû jin, hemû nasname xwedî li 1’ê Îlonê derbikevin.”
Sedsala 21’emîn li gel hemû pêşketin û hilberînên mirov di hêla zanyarî, teknolojî însanî de gihaşt qonaxeke pir girîng. Lê her ku hevsarê vê pêşketinê di desthilatdariyê de ye aştî tevî hemû pêşketinan her ku diçe bêhtir ji mirovahiyê dûr dikeve. Bi minasebeta 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê em bi qunciknivîs û lêkolîner Fîgen Aras re axivîn.
Lêkolîner Fîgen Aras
ÊRIŞÊN BÎRDOZÎ
Fîgen Aras, destnîşan kir ku desthilata mêrê ku xwestiye di êrişên ser jinan de encam bigire li gorî xwe, jinê û rastiya ji nû ve pênase bike. Li gorî Aras,ev pênase di mijarên "jin çi ye", "jineke baş divê çawa be", "jina xirab divê bê cezakirin" de dest pê dikin û wiha axivî: “Dema ku em di perspektîfa civaka xwezayî de lê dinêrin jin li dijî vê fesatê desthilatiyê mêr di çîrok û mîtolojiyan de li ber xwe didin. Ev berxwedana wê ji aqilê jinê û zanebûna wê ye. Ev yek xwe di Rojhilata Navîn de li dijî Enkî tekoşîna Înannayê ye, li dijî Mardûk têkoşîna Tîmatê ye, li Yewnanîstana kevn de têkoşîna Demeter û Herayê heye. Jin li dijî pergala serdestiyê di çîrok û mîtolojiyan de ji bo parastina nirxên xwe û rastiya xwe têdikoşe”.
PERÇEBÛN ASTENGÎ YE
Aras da zanîn ku li her dereke cîhanê têkoşînên jinên li dijî desthilatdariya mêr hene û got ku divê ev têkoşîn li ser hin bingehên hevpar bigehin hev. Aras bilêv kir ku cudabûna pirsgirêk û rengên van pirsgirêkan xwezayî ye û derbarê astengiyên li pêşiya yekitiya jinan de ev tişt gotin: “Desthilat êrişî jinên ku difikirin, nerazîbûn nîşan didin û rêxistin dibin dike. Femînîzm îro jî wek mîrateyekê tê qebûlkirin û di roja me de jî di cihekî ku herî zêde nerazîbûn nîşan dide de ye. Lê sekna bi perçeyî ji bo dengderxistineke giştî wek astengiyekê li pêşiya me disekine.”
‘JINEOLOJÎ CÎHANA WATEYÎ Û ZANISTÎ YE’
Aras da zanîn ku dema kurek ji dayik dibe wek feraset desthilatdar, hiyerarşîk, zextkar, an jî bi qerektereke bihêz nayê dinê û ev têgehe di pergala heyî û civaka ku pê hatiye listin derdixe holê. Di mijara pêşxitina mêrbûn û xistina jinê Aras wiha pê de çû: “Dîroka xistina jinê û bilindkirina zilamî miqabilî hev pêş dikevin. Dema ku em dikevin ser rastiya ‘zilam serdest e, jin kole ye; zilam hikm dike, jin serî ditewîne’ em dibînin ku ev yek desthilatê xurt dike. Divê em vê yekê jî bînin ziman, jin çiqas xizmetî îqtîdarê bike, zilam jî ewqas koletiya desthilatê dike. Dema em lê dinêrin di hêla kedê de, di hêla nasnameyê de, ew jî kole ne lê, ji bo ku koletiya wan li wan bidin jibîrkirin ji wan re zilamtiyê ava dikin û ber bi vê zilamtiyê re tên kaşkirin. Pergal vana ji bo ku xwe mayînde û rewa bike pêk tîne”.
MÊRANTÎ KOLETIYEKÎ KÛR E
Di mijara koletiyê de Aras bi bîr xist ku mêrantî koletiyekî kûr e û li dijî vê koletiya kûr têkoşîn tenê bîrdozî nabe. Aras ji çareseriyên jiholêrakirina vê koletiyê ev tişt gotin: “Gelek gotinên xurt û pirtûkên hêja di van mijaran de derdikevin holê lê di pratîka rojane de dema jin rastiyên ku zilam li ser wê ferz dike qebûl nekirin, dema gotin ku “ev ne rastiya min e, rastiya te ye” û serî netewandin û li gel vê yekê tevî xwe, zilam jî ber bi jixwepirsînekê ve birin, ev xebatekî gelek binirx e. Ji ber wê ne tenê wek zayendî têkoşîn tê meşandin, a binirx ew e ku em bi ferasetê re têkoşînê bimeşînin.”
MEJIYÊ HESTIYAR JI DESTHILATÊ DÛR E
Têkidarî mejiyê hestiyar û analîtîk Aras anî ziman ku mejiyê hestiyar jî divê li gor hevsengiyekê û lihevkirinekê bên bikaranîn. Derbarê cudabûn û dûrketina van herdu taybetmendiyên mejî Aras wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mejiyê ku ji civaka xwezayî neqetiyaye, mejiyê hestiyarî ye. Yen ku hîsên wan hene, yên ku xwezayê çavdêrî dikin, ên ku mejiyê xwe û dilê xwe bi hev re didin şixûlandin mejiyê hestiyar e. Mejiyê analîtîk jî van zanebûnên xwe, tecrubeyên xwe zêdetir bi bername û pergalî dide meşandin e. Pergal tam tersê vê yekê mejiyê hestiyarî di şexsê jinê de wek zû digirî, zeîf, bêhêz, nikare bifikire û nikare aqlê xwe bişûxilîne pênase dike û ev ji qurnaztiya pergalê tê. Aqilê analîtîk jî bi temamî bi hêz û qewetê ve girêdan jî bi xwe pirsgirêk e. Divê her du aqil jî bi hev re bi hevsengiyek û lihevkirinekê tevbigerin. Mejiyê analîtîk û yê hestiyarî divê di hemû mirovan de wekî hev pêşbikeve û bê bikaranîn. Ev jî dê bi guherîn û vegûherîna ferasetî û nerazîbûna van rolan re wê pêk were. Zilamekî ku şer dike tenê mejiyê xwe yê analîtî pêş xistiye lê tenê êriş dike, talan dike, tune dike; ji ber ku mejiyê wî yê hestiyarî bi pêş neketiye, ji xwezayê qut bûye. Mejiyê hestiyarî bêhtir xwe di jinê de derdixe pêş. Lê di cewhera xwe de mejiyê hestiyar, hê jî bi desthilatê re nahatiye cem hev e.”
DAIŞ SEMBOLA DESTHILAT, SERDESTIYÊ
Di mijara îradebûn û şervantiya jinan de Aras mînaka şerê Kobanê nîşan da û derbarê mêrantiya ku di şexsê DAIŞ’ê derketiye holê de ev tişt gotin: “Pêvajoya Rojavayê, taybetî jî pêvajoya Kobanê li dijî DAIŞ’ê, hem wek çekî hem jî wek avakirina jiyanekî nû cureyekî têkoşînê bû. Dema ku em dipirsin DAIŞ çi ye, DAIŞ kî ye tam sembola desthilat, serdestî û paşverûtiyê bû. Ji ber ku jin di çavên wan de jin dijmin bû, jin di çavên wan de ganîmetên ku divê bihatana bidestxitin bûn. Em vê yekê ji di rewşa jinên Êzidî de baş dibînin. Hezaran jin hatin revandin, hezaran jin rastî tecawizê hatin. Hê jî em qala jinên ku hatine windakirin dikin. Lê mixabin piştgiriya Ewropayê di asta magazînî de ma. Têkoşîna Rojavayê ya li dijî DAIŞ’ê bi xwe bû mijara pirtûk û filîman lê ya bi nirx ew e ku felsefeya wê, naveroka wê were dîtin.”
‘ŞER KIRÊTIYAN AVA DIKE’
Aras, anî ziman ku di binbeha hemû şeran de desthîlat heye û ev jî xwe wek şer, bidestxistin, dagirkirin tunekirin xwe nîşan dide. Aras, bal kişand ser bandorên şer û axaftîna xwe wiha domand: “Li jêpirsînek micit li dijî pirsa “gelo şer çima çêdibin” çênabe. Divê taybetî jî jin vê yekê bikin û vê pirsê bipirsin. Em bêjin dema ku şerek dest pê kir û cihek tê dagirkirin gelo sedemên vê dagirkirinê çi ne divê bê pirsîn. Mînak çima Tirkiye dikeve Rojavayê. Divê hemû dayik vê pirsê bikin: “Çi karê me li Efrînê heye?” Ji ber wê dema ku li têkilaya şer a bi xwezayê re, têkiliya şer a bi kedê re, ya bi exlaqê em dinêrîn tim têkiliya desthilatê derdikeve pêşberî me. Ji ber wê jin şer naxwazin. Ji ber wê jin têkoşîna cihaneke wekhev, adîlane û azad didin. Jin di tecrubeyên û çavdêriyên xwe yên dîrokî de baş dizanin ku şer çawa texrîb dike, tune dike, dagir dike. Jin dibînin ku şer li dijî nasnameyan li dijî çandan û li dijî xweşikiya jiyanê darbeyek e, kirêtiyan ava dike. Li gel vê yekê li dijî şerên neheqî tê de heye, şerên dagirkerî tê de heye, şerên ku tunekirin û destxistin tê de heye hemû jin bi hev re bin. Divê jin li dijî mîlîtarîzmê têkoşînê bimeşînin.”
ŞERÊN BI BÎRDOZÎ, BI HIQÛQÎ Û BI ÇAPEMENIYÊ
Lî ser nîqaşên aştiyê û şert û mercên aştiyê Aras destnîşan kir ku berî van nîqaşan hewcehî bi nêrîna naveroka aştiyê heye û da zanîn ku cîhê ku aliyên eciqandî û dieciqîne hebin, cihê ku xizanî û dewlemendî hebe ne pêkane li wir aştî hebe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema ku em dinêrin şer êdî ne tenê bi çekan re tê kirin. Şer bi bîrdoziyê tê kirin, bi hiqûqê tê kirin, bi çapemeniyê tê kirin. Ji ber ku êrişê dike. Dema ku em dinêrin taybetî jî li herêma me polîtîkayên hişbir , fihûş, rizîbûn têne meşandin. Taybetî jî ev yek li ser jinên ciwan tê meşandin. Dema ku jin dibêjin aştî lê belê aştiya xwe aştiya civakê, wekhevî û edaletê ji ber her kesê û her cure nasnameyan cihanê derbasdar be.”
‘JIN DIYARKER E’
Aras, diyar kir ku di avakirina civaka exlaqî polîtîk de aştî gelek bi qiymet e. Aras diyar kir ku jiyanek bê şer û bi wate ji bo jinan gelek bi wate ye axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Dema ku em bingeha şer dinêrin em ê rastî tifaqa desthilat a mêr bên, dema em bingeha şeran dinêrin em ê tifaqa sermayedaran bibînin. Ji ber vê yekê feraseta desthilata zilam û kapîtalîzm dê bi hêsanî rexnedayînê nede. Lê yê ku dê van tifaqan re têkoşînê bide meşandin û wan derxe holê jin e. Jiyana nû, feraseta civaka exlaqî û azad dê rêxistinbûn, têkoşîn, serhildan û yekbûna jinan dê diyar bike. Mixabin sedsala 21’emîn hê jî îdiaya xwe ya ku dê bibe sedsala jinan didomîne. 1’ê Îlonê a rastî pêvajoyekî gerdûnî ye. Ji ber wê hemû jin, hemû nasname xwedî li 1’ê Îlonê derbikevin.”
MA / Racî Abî