MÊRSÎN - Malbata Feray Şahîn ku ji hêla polîsê tîmên taybet Fatîh Burak Aykul ve hatibû qetilkirin, ev 5 sal in li benda edaletê ye. Dayik Aysel Şahîn diyar kir ku tevî delîlan jî dadgehê gotinên faîl esas girt û berda. Şahîn, wiha got: “Kî dikare teqez bike ku kujerekê malbatek tune kirî dê sibe dusibe jineke din nekuje? Cihê vî kujerî ne kolan lê girtîgeh e.”
Xwendekara Fakûlteya Avahîsaziyê ya Zanîngeha Torosê Feray Şahîn di 19’ê îlona sala 2017’an de li Mêrsînê ji hêla polîsê tîmên taybet Fatîh Burak Aykul ve hat qetilkirin. Bi ser qetilkirina Şahîn re 5 sal derbas bûn. Malbata Şahîn ji bo cezakirina kujer ev 5 sal in têkoşîna hiqûqê dide.
Kujer Aykul piştî bûyerê hatibû binçavkirin û gotibû; “Ferayê bi teqezayî xwe kuşt.” Lê belê li gorî rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) ku 6 profesoran jî îmze kiriye; “Gule ji dûr ve li Feray Şahîn hatine barandin û wisa hatiye kuştin.” Li gorî raporeke din a di dosyayê de jî di bin nênikên Şahîn de DNA ya Aykul derketiye. Lê belê 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrsînê hemû delîl paşguh kirin û tenê 5 sal û 3 meh cezayê hefsê da kujer Aykul. Aykul ji ber vî cezayî tenê salek û nîvan di girtîgehê de ma û piştre hat berdan. Malbata Şahîn bi rêya parêzerên xwe di adara 2019’an de dosya bir Dadgeha Bilind. Dosyaya Feray Şahîn niha li Dadgeha Bilind tê sekinandin. Malbata Şahîn, di salvegera qetilkirina keça xwe de diyar kir ku “tevî delîlan jî polîsê kujer niha serbest digere” û xwest ku were girtin û cezakirin.
EDALETA KU EV 5 SAL IN NEHATIYE
Dayika Şahîn, Aysel Şahîn got ku kujer Fatîh Burak Aykul ne tenê bû kujerê keça wan lê bû kujerê tevahiya malbata wan û wiha got: “Ev 5 sal in em êşeke giran dijîn. Necezakirina kujer jî li ser vê êşê zêde bû. Vê jî êşa me girantir kir. Ev 5 sal in em li edaletê digerin. Kujer piştî kuştina keça min, weke ku hîç tiştek nebûbe niha jiyana xwe didomîne. Li gel Ferayê em jî binax kirin. Bi qasî temenê keça min jî ceza lê nehat birîn. Tevî delîl û kêmaniyên di dosyayê de jî kujer hat berdan. Kujer got ku ‘hakîmiyeta qevza çekê di destê min de bû’ lê dîsa jî dadger û dozgeran pirsa ‘te çima kuşt’ jê nekirin. Di rapora ATK’ê ya Stenbolê tê gotin ku ‘gule ji dûr ve hatiye avêtin.’ Lê guh nedan vê raporê jî. Doz, li gorî parastina kujer pêş ket û hate girtin. Ne guh dan me û ne jî delîl û raporan. Miayeneya bedena kujer, testa alkolê û lêkolîna xwînê nehat kirin. Madem ku dê dadger û dozger guh nedin raporên ATK’ê, wê demê ev sazî çima vekirî ne û çima serî li van raporan didin?”
'HEKE JINEKE DIN BÊ QETILKIRIN?’
Bi domdarî dayik Şahîn bi lêv kir ku bi berdana kujerên jinan re jinên din dikevin talûkeyê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ma kî teqez dike ku kujerê îro malbatek tune kirî sibe dusibe dê jineke din nekuje? Gelo dê dadgerê ew berdayî bikare hesaba vê bide? Cihê kujeran ne kolan lê girtîgehin. Banga min li wezareta edaletê ev e; em naxwazin em û malbatên mîna me hêj bêhtir mexdûr bibin. Kuştina Ferayê ne cînayeta jinan a ewil e. Mixabin dê ya dawî jî nebe. Ji ber ku kujer tên xelatkirin. Ji bo bidawîbûna cînayetên jinan hewcehî bi cezayên giran heye.”
MA / Cemîl Ugur