ENQERE - Aktîvîst Raşîn ku bi awayekî çalak tev li protestoyên Kirmaşanê bûye got ku dijminên jinên ên herî mezin, hikûmetên îslamîst in û ev tişt anî ziman: “Ev hikûmet li şûna ku azadiya jinan nas bikin, kuştina jinan tercîh dikin.”
Jina ciwan a kurd Jîna Mahsa Amînî a 22 salî bi hinceta ku pora wê xuya dike, li Tehranê ji hêla “polîsên exlaqê” ve hat binçavkirin û bi îşkenceyê hat qetilkirin. Piştî mirina Amînî, li rojhilatê Kurdistanê û gelek bajarên Îranê bi sedehezaran kes daket kolanan û çalakî hêj berdewam in. Di encama êrişên hêzên rejîma Îranê yên li dijî çalakvanan de heta niha nêzî 10 kes hatine kuştin, zêdetirî 100 ken birîndar bûn û gelek kes jî ji hêla hêzên rejîmê ve hatine revandin. Aktîvîsta jin Raşîn ku li bajarê Kirmaşan ê rojhilatê Kurdistanê bi awayekî çalak tev li çalakiyên protestoyî dibe û ji bo ewlehiyê nexwest navê xwe aşkera bike, têkildarî çalakiyan bi ajansa me re axivî. Raşîn, da zanîn ku li Kurdistan û Îranê hêrseke pir mezin heye.
TEVGERA LI KOLANAN PIR BIHÊZE
Raşîn, anî ziman ku ji bo vegotina rewşa gelên Kurdistan û Îranê peyva herî guncav ‘hêrs’ e û wiha got: “Trajediyeke mezin û tirsnak hat jiyîn. Vê jî di me de rê li ber hêrseke mezin vekir. Jîna Amînî, miroveka bêguneh bû, jineke kurd bû û bi hinceta ku pora wê xuya dike ji hêla polîsên exlaqê ve bi îşkenceyê hat kuştin. Di çalakiyên li Îranê de kurdan her tim serkêşî kir. Di çalakiyên berê yên krîza aborî, bihabûn û xizaniyê de dîsa kurd li pêş bûn. Lê belê rewşa niha pir cuda ye. Hêrseke pir mezin heye û tevgera li kolanan gelek xurt e. Ev hêrs beriya her tiştekî li dijî dersoka bi darê zorê û nedayîna statûya jinan e. Di van çalakiyan de tiştekî din ê cuda heye. Zilamên ku di demên berê de serê xwe zêde bi pirsgirêkên jinan re nediêşandin, piştgiriyê didin daxwazên jinan û li kolanan mil didin milê jinan. Tekane armanca hevpar, rûxandina rejîma molla ye.”
VEGUHERÎ TEVGEREKE GEL
Bi domdarî Raşîn diyar kir ku çalakî li tevahiya Îranê berbelav bûye û pêşengên têkoşînê jî jin in û wiha pê de çû: “Bi taybet jî jinên femînstin. Her çend ku yên ewil daketin kolanan û çalakî bêhtir dan bihîstin jin jî bin, ji ber tundiya polîsan ev çalakî veguherî tevgereke gel. Jinên Îranê ji hebûna polîsan a li kolanan gelek aciz in. Heta dema jinên dersokê têxin serê xwe jî polîsan dibînin xwe di bin gefê de hîs dikin. Hemû jinên li Îranê baş dizanin ku berpirsyarê mirina Jînayê polîs in. Tevî vê yekê jî li şûna lêborînê bixwazin û sûcê xwe qebûl bikin, dixwazin her kes bi derewên wan bawer bike. Ev bû 40 sal ku jinên vî welatî di bin zîhniyeta mêr de tên eciqandin. Wehşeta polîsan êdî ya bûy parçeyeke jiyana rojane. Ev 40 sal in em ji mafên xwe yên herî bingehên bêpar hatine hiştin. Rastiyek heye ku hikûmetên îslamîst, dijiminên jinan ên herî mezinin. Hikûmetên mîna Îranê li şûna ku mafên jinan nas bikin, kuştina wan tercîh dikin.”
Raşîn, bi lêv kir ku çalakiyên ji bo qetilkirina Amînî hatine destpêkirin ji hêla şêweyê ve ji çalakiyên berê cuda ye û ev tişt anî ziman: “Di çalakiyên berê de her tim daxwaza guherandina şert û mercan dihat kirin. Di wan çalakiyan de gelek kesan daxwaza guherandina hikûmetê nedikirin. Lê niha rewş cuda ye. Cara ewil e ku gel kîna xwe ya li hemberî hikûmeta dijminatiya jinan dike nîşan dide. Û bi dengekî bilind dibêjin heta rejîm neyê guherandin dê jin nebin hemwelatiyên wekhev.”
GAZINCA JI BÊDENGIYA WELATÊN ROJAVAYÎ
Di berdewamê de Raşîn bal kişand ser bêdengiya welatên rojavayî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li hemberî bêdengiya dewletên rojavayî em mat bûne. Hêj îro Emmanuel Macron bi Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî re li Fransayê hevdîtinek kir. Rojnamegeraka jin a bi navê eslie Stahl bi Reîsî re hevpeyvîn kir û di wê hevpyevînê de dersok xist serê xwe. Ev, heqareteke li dijî jinên îranî ye. Ji ber vê mijarê li îranê rojane mirov tên qetilkirin. Banga min li jinên derveyî Îranê ew e ku dengê me bi dinyayê bidin bihîstin. Ev devlet ev 40 sal in di bin navê qanûnên şerîatê de zilmê li jinan dike. Di bin navê namûsê de jinan dikuje. Em ji mafên xwe yên herî bingehîn bêpar hatine hiştin. Kuştina Jînayê trajediyeke tirsnak e lê belê kir ku dinya me bibîne. Xwîşkên me yên li derveyî Îranê, vî dengê hatiye jibîrkirin, vê çîroka ku nayê dîtin bi hemû dinyayê bidin bihîstin.”
MA / Gozde Çagri Ozkose