Rojnamevena îranî Mehbûb: Ji Rojavayê heta Îranê bilindbûna têkoşîna 'Jin jiyan azadî'yê ne tesaduf e

  • jin
  • 09:05 25 Îlon 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevana îranî Mehtap Mehbûbê diyar kir ku jinên îranî îlhamê ji berxwedana jinên Rojavayê digirin û wiha got: “Ji Rojava heta Îranê bilindbûna têkoşîna jinan a bi dirûşmeya ‘Jin, jiyan, Azadî’ ne tesaduf e. Ji lew re jin doza jiyanê dikin û tiştekî ku winda bikin nemaye.”
 
Li bajarê Tehranê yê Îranê jina kurd Jîna Mahsa Aminî ya 22 salî bi hinceta ku "porê wê ji derve ye" ji aliyê “polîsên exlaqê” ên rejîma Îranê ve atibû binçavkirin û bi îşkenceyê hatibû qetilkirin. Piştî qetilkirina Aminiyê jinên li çar aliyê welêt bi armanca şermezarkirina qetilkirina Aminiyê, dersuyên xwe ji xwe kirin, ew şewitandin û piştre jî porê xwe jêkirin. Çalakiyên ku bi pêşengiya jinan hatine destpêkirin, li tevahiya welêt belav bûne. Di çalakiyan de ku bênavber didomin heta niha bi dehan kes ji aliyê rejîma Îranê ve hatine qetilkirin. 
 
Rojnamevan û aktîvîsta femînîst a îranî Mehtap Mehbûbê geşedanên li Rojhilat û Îranê û berxwedana bi pêşengiya jinan ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxandin.
 
Mehbûb, ji ber zextên rejîma Îranê ji bêgavî berê xwe daye Almanyayê û niha li wir karê xwe yê rojnamevaniyê dike. 
 
'TIŞTEKÎ KU JIN WINDA BIKIN NEMA YE'
 
Mehbûbê diyar kir ku bi qetilkirina Amîniyê re rabûna jinan a li dijî rejîmê xwe birêxistin kiriye û wiha got: “Ev xwepêşandan, li gorî xwepêşandanên berê berfirehtir û girseyîtir e. Çalakî li seranserê welêt belav bûne. Lê xwepêşandanên berê zêdetir herêmî bûn. Wekî mînak, gelên din ên Îranê beşdarî çalakiyên li herêma Xozistanê ya li başûrê Îranê nebûn. Lê niha li hemû bajarên Îranê gel li kolanan e. Di heman demê de di xwepêşandanên berê de daxwazên gel  kêmtir bûn. Lê niha daxwazên wan zêdetir in. Tenê daxwazek wan heye, ew jî guhertina hikûmetê ye. Bi kuştina Jîna Aminiyê re gelek alî bûne yek. Jîna kurd e, jin e û li wî bajarî mêvan bû. Vê jî hêrsa gelên li vir kir yekdeng. Jîna Mahsa Aminî xwedî nasnameyeke taybet bû. Aminî li vir bû sembola berxwedana hevpar a gelan. Piştî ku Aminî hat definkirin jinan dest bi çalakiyê kirin. Di serî de dersuyên xwe serê xwe avêtin û piştre jî porên xwe jêkirin. Li vir dirûşmeya 'Jin jiyan azadî' hat berzkirin. Jixwe li Îranê hicab ferz bû. Li hemberî pergaleke 43 salî her tim têkoşîneke me hebû. Lê dema em li dijî vê yekê têdikoşiyan, hin komên siyasî dihatin û digotin 'Niha daxwaza me ya sereke ne rakirina dersukê ye. Daxwazên me yên ji vê girîngtir hene.' Her tim wisa nêzik dibûn. Lê piştî Mahsayê hemû beş hatin cem hev û li ser vê mijarê biryareke hevpar dan. Dibêjin ji bo em azad bibin divê pêşî jin azad bibin. Ji bo jin azad bibin jî divê ev dersuya bi darê zorê li serê me girêdane, ji serê me bê rakirin."
 
'ZEXT ZÊDE DIBIN, TÊKOŞÎN BELAV DIBE'
 
Mehbûbê bi lêv kir ku êdî ne pêkan e jin pergala ku wan esas negire qebûl bikin û wiha dom kir: “Niha li Îranê polîsên jin hene. Û yên herî zêde li Îranê tahdeyê li jinan dikin jî ew in. Di beşeke Îslamî ya radîkal a hikûmeta Îranê de jî gelek jin hene. Ew jin hikûmetê diparêzin. Ji ber vê yekê, pêwîst e ku pir li ser vê mijarê bê sekinandin. Niha jî dixwazin jinan bînin hemberî hev. Lê beriya niha jî li Îranê polîsên jin hebûn. Lê ya balkêş ew e ku piraniya polîsên Exlaqê yên li vir jin in. Hikûmet ji jinan ditirse. Ew her tim ji hêza jinê ditirse. Ji ber ku berxwedan û tevgera jinê tenê di heyamekê de pêk nayê. Berxwedana jinê li her qadê û di her demê de pêk tê. Piştî pêkanîna hicaba bi darê zorê vê berxwedana jinê dest pê kir. Û ev berxwedan jî hat tepisandin. Gelek jinên ku ji bo vê li ber xwe dan, karê wan ji dest wan çû. Ji ber ku piştî hicaba bi darê zorê gelek jin neçûne ser kar. Nivîskar Sohrab Behdad di beşeke pirtûka xwe de dibêje, 'Piştî şoreşê beşa herî zêde mazlûm li Îranê çîna jinên kedkar e.' Piştî şoreşê herî zêde jin rastî zextan hatin. Hemû mafên wan ji dest wan çûn. Heta ku li ser bedena wê jî kontrola wê tune ye. Dewletek heye û çi li xwe bikin, zarok bînin neyinin, her tişt desteser kiriye. Vê yekê jinê feqîr û xizan kir. Wan jin ji hebûna wê dûr xistin. Ji ber vê yekê jî êdî tiştekî ku jin winda bikin nemaye. Ji ber ku tiştekî ku winda bikin tune ye niha di rêza yekemîn a têkoşînê de cihê xwe digire. Ji bilî tekoşînê tu çareya wan nemaye. Ji ber vê yekê dewlet ji jinan ditirse. Tişta ku herî zêde hikûmetê ditirsîne, berdewamkirina vê têkoşînê ye. Niha jin li her derê û li her qadê li ber xwe didin. Jin êdî ji wan bawer nakin û qane nabin. Lê bi azadî û wekheviyê bawer in. Loma jî ji jinan ditirsin. Hemû hikûmet ji jinên têkoşer ditirsin. Jin daxwaza wekhevî û azadiyê dikin. Û heta ku azadiyê bidest nexinin ew ê nesekinin." 
 
'ŞOREŞA ROJAVA ÎLHAM DIDE'
 
Mehtap Mehbûbê bal kişand ser bandora şoreşa Rojavayê ya li ser jinên Îranê jî û wiha got: “Şoreşa jinê ya li Rojavayê ji bo jinên îranî û jinên li deverên din ên cîhanê cihê îlhameke mezin e. Li herêmeke baviksalarî jinan bi can û xwîna xwe azadî û mafên wekhev bi dest xistin. Ji bo vê jî bilindkirina têkoşîna jinan a ji Rojava heta Îranê bi dirûşmeya 'Jin, jiyan, Azadî' ne tesaduf e. Niha ji Madrîdê heta Tirkiye û Kurdistanê jin piştgiriyê didin jinên Îranê. Bi heman awayî çalakgerên li Tirkiye, Amerîka, Ewropayê û femînîstên îranî, femînîstên reş û aktîvîstên civakî li dijî nijadperestiyê piştgirî dan jinên îranî. Hevgirtina ku em ji xwişk û birayên xwe yên li çar aliyê cîhanê digirin, dikare wekî têgihiştina hemû cîhanê ya li ser zext û zordariya li ser jinan û hêzên pêşverû dikarin bi jinên li parçeyên din re hevalbendiyê bikin, were nirxandin. Em di dewleteke polîs de dijîn. Lewma divê em bi fikar bin ku her gav agahdarî li dora me ne. Di vê civakê de xwebirêxistinkirin pir zehmet e. Rêxistinkirin ji bo jin, komên karker û hemû komên civakî pir zehmet e. Kesên ku dixwazin karê xêrxwaziyê bikin jî tên astengkirin. Hûn nikarin alîkariya aborî jî ji kesên li derve bikin. Ji ber ku ev dibe cihê cezayên giran. Hûn dikarin bi sîxuriyê bên tawanbarkirin. Welatekî ku bi polîsan tê birêvebirin nahêle hûn dengê hev bibihîzin û hev fêm bikin. Ji bo komkirin û birêxistinkirina koman fêmkirina ji hev lazim e."
 
'JINÊN KURD ÊN ÎRANÊ XWEDÎ HEMAN TÊKOŞÎNÊ NE'
 
Mahbûbê da zanîn ku jinên kurd di têkoşîna jinên cîhanê de roleke cidî dilîzin û wiha got: “Têkoşîn û berxwedana me ya jinan a li Îranê ji têkoşîna li herêmên kurdan û Tirkiyeyê cudatir e. Berxwedana me di jiyana rojane de bi berxwedan û bêîteatiya sivîl berdewam kir. Bi salane em têdikoşin, lê rêxistina me ne mîna wê derê ye û ne bi qasî jinên li wir xurt e. Bi berxwedana jinan a li Îranê re nayê muqayesekirin. Lê jinên kurd ên Îranê xwedî heman sermaye û têkoşînê ne. Tevgerên bajarî yên li navçeyên sînorî yên wekî navçeya 'Xak Sefîd' a Tehranê an herêmên derdorê yên wekî Belûcistan û Ehwazê ji tevgerên li metropolên wekî Tehranê cuda ne. Awayê birêxistinkirina hêzan li Îranê gelek tevlihev e. Li Tirkiyeyê partiyeke wekî HDP'ê heye. Li Tirkiyeyê tevgerên karkeran hene. Heta CHP jî heye. Lê belê destûr nayê dayîn ku em li Îranê tu rêxistineke fermî ava bikin. Li Îranê xebatên siyasî û rêxistinî ji bo jinan gelek zehmet e. Lê carna hinek jin li Îranê wekî keça serokkomarê berê yê Îranê Ekber Refsencanî di siyasetê de xwedî cihekî bihêz in."
 
MA / Zeynep Dûrgût