NAVENDA NÛÇEYAN - Ji Komîteya Peywendiya KJAR'ê Berîvan Şaho diyar kir ku gel ji bo guhertina pergalê serî hildaye û wiha got: "Gelên Îranê êdî pergala heyî qebûl nakin. Daxwazên wan tenê ne daxwazên neteweyekê ne yan jî daxwazên civakekê, daxwazên hemû girseyên azadîxwaz in."
Li bajarê Tehranê yê Îranê di 17'ê Îlonê de jina ciwan a kurd Jîna Mahsa Amînî (22) dema ku diçû serdana malbata xwe ji hêla “polîsên exlaqê” yên rejîma Îranê ve bi hinceta ku pora wê xuya dike hatibû binçavkirin û piştre bi îşkenceyê hatibû qetilkirin. Bi qetilkirina Amîniyê re di serî de li Rojhilatê Kurdistanê, li seranserî Îranê bi pêşengiya jinan bi dirûşmeya 'Jin jiyan azadî' çalakî hatibûn destpêkirin. Di çalakiyan de ku li seranserê welêt pêl bi pêl belav dibin, doza guhertina pergalê tê xwestin. Di çalakiyan de heta niha bi dehan kes hatine qetilkirin û bi sedan kes birîndar bûne û hatine girtin.
Ji Komîteya Peywendiya Civaka Jinên Rojhilatê Kurdistan (KJAR) rojnamevan Bêrîvan Şahoyê geşedan û guherînên piştî qetilkirina Amîniyê rû didin ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxandin.
PERGALA MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK Û JIN
Berîvan Şaho anî ziman ku niha li Rojhilatê Kurdistanê li hemberî pergala modernîteya sermayedar a kapîtalîst şoreşa pergala demokratîk pêk tê û wiha axivî: "Di asta cîhanê de pergal bi giştî diguhere û di nav aloziyeke mezin de ye. Niha li ser cîhanê du bîrdozî desthilatdar in.Yek ji van modernîteya sermayedariyê û yek jî modernîteya demokratîk e. Ev her du bîrdozî niha li hemberî hev disekinin. Bi salan e em dibînin ku modernîteya sermayedariyê bi her awayî belav bûye. Ev pergal êrîşên xwe, pergala xwe û daxwazên xwe yên li ser gelên cîhanê bi taybetî jî Rojhilata Navîn sepandiye. Lê em niha dibînin ku li hemberî wê pergalek ava bûye û ev jî modernîteya demokratîk e ku pêşengitiya pergala jinê dike. Ji bo wê jî modernîteya sermayedar ew şerê ku niha tê meşandin bi taybetî li ser jinan û bi giştî jî li ser gelan bi rê ve dibe. Bi her awayî dixwaze daxwazên xwe, siyaseta xwe bi rêya jinê li ser gelan bide ferzkirin. Dixwaze jineke ku li gorî pergala xwe, fikrê xwe bide çêkirin. Dibînin ku bi taybetî li ser fikra jinê, îradeya jinê û bedena wê siyaseta xwe bide qezenckirin. Bi taybetî jî niha di Rojhilata Navîn de dibînin ku di bin navên pergalên cuda, di qalibên îslamiyetê de qalibên cuda tên çêkirin. Dixwaze vê li ser jinan ferz bike û wekî amûrekî bixe xizmetê. Dixwaze jinê bike xizmetkara daxwazên xwe. Lê em dibînin ku pergala modernîteya demokratîk li hemberî wê disekine. Beravajî pergala moderniteya sermayedar a li dijî jinan, pergala moderniteya demokratîk cihê xwe digire."
Şaho diyar kir ku pirsgirêkên bi destê pergala modernîteya kapîtalîzm ji bo jin û civakê hatine çêkirin, ji aliyê pergala modernîteya demokratîk ve hatine desteserkirin û ev pirsgirêk ji xwe re kirine bingehê xebat û têkoşînê. Şaho wiha domand: "Ji bo wê jî jin di vê çarçoveyê de bûye pêşeng û modela wê pergalê. Jinên azad, jinên pêşeng û jinên xwedî îrade û ew rastiya ku di jinê de veşartî bû careke din bi pêşengiya vê pergalê hate afirandin. Ji ber wê jî êrişên pergala kapîtalîzmê li ser jinê zêdetir dibe. Li gel van êrîşan jî têkoşîna jinê zêdetir dibe. Tişta ku pergala kapîtalîzmê li ser jinan dixwaze bide avakirin ne aîdî jinê û civakê ye. Ji ber wê jî nikare jinê di di xwe de bihewîne û siyaseta heyî paş dide. Ji bo wê jî siyaseta li ser qirkirina jin çi qas zêdetir bibe, jin û civak jî îradeya xwe û tekoşîna xwe bi hêztir dikin. Ev şerê pergala modernîteya demokratîk ê li hemberî modernîteya sermayedar û kapîtalîst e."
SERÎHILDANA LI HEMBERÎ MODERNÎTEYA KAPÎTALÎST
Şaho anî ziman ku pergala heyî ya ku li ser gelan bi salane tê ferzkirin jin dê wê hilweşînin û wiha domand: "Pergala modernîteya sermayedar li Îranê çawa tê birêvebirin? li Îranê qanûnên wan çawa bin pêwîst e jin wisa tevbigerin. Ji ber wê jî di serî de daxwaza wan ew bû ku ya jin hîcab bik û yan jî heger hîcab neke bike ku nikaribe tevbigere."
Şaho destnîşan kir ku lê niha tê dîtin ku hem gel hem jî jin li hemberî vê pergalê radibin û tu carî daxwazên rejîmê napejirînin û wiha got: "Ji ber wê jî di destpêka vê şoreşê de me li hemberî vê pergalê serhildana jinê û gelan dit. Em ji sala 1057'an û heta niha nêrazîbûnên jinan û gelan a li hemberî vê pergalê dibînin.Yekem serhildana li hemberî vê pergalê di 8'ê adara 1357'an de bi pêşengtiya jinan çêbû. Jinan nêrazîbûnên xwe yên li hemberî vê pergalê dan nîşandan. Em dizanin pergala Koma Îslamî bi taybetî ji di bin navê ol û zayendiyê pergala xwe li ser gelên Îranê û bi taybetî jî li Rojhilatê Kurdistanê dide meşandin. Em niha jî dibînin ku niha jî li hemberî vê pergalê serhildaneke mezin çêbûye. Di vê serhildanê de bedelên pir mezin hatine dayin. Ji ber wê jî gel li hemberî vê siyaset û pergala rejîmê ku xwe li ser gelan bi awayekî sîstematîk dide qebûl kirin xwedî bi helwest e. Heta roja me ya îro em dibînin ew siyaseta hîcabê ku li ser jinan hatiye meşandin û ferzkirin tu caran ji aliyê jinan ve nehatiye qebûlkirin."
Şaho wiha domand: "Di roja me ya îro de jî em bi awayekî şênber dibînin ku nerazîbûna jinê çawa li hemberî vê pergalê pêş ketiye. Em dizanin ku bi salane li her çar perçeyên Kurdistanê têkoşîn tê dayin. Dema ku ev şoreş li Rojavayê Kurdistanê bi pêşengtiya jinê hat kirin bi awayekî şênber ket berçavan û di dinyayê de hat naskirin. Di 17'ê Îlonê de Jîna Aminî ku jineke ji Rojhilatê Kurdistanê bajarê Seqiz bû, li Tahranê me dit ku çawa hat girtin û qetilkirin."
GEL ÊDÎ TEHAMULÎ VÊ PERGALÊ NAKIN
Şaho diyar kir ku serhildana ku hatiye destpêkirin wê bi xwe re guhertinên gelek cidî bîne û got: "Êdî tehemula gelan nemaye û em dibînin ku çawa nêrazîbûn nîşan didin. Heta niha li zêdetirî 80'ê bajarên Îranê çalakî tên lidarxistin. Ev çalakî jî bi dirûşmeya, 'Jin jiyan azadî' pêk tên. Ev dirûşme heqîqetek e ku di nav gerdûn de hatiye veşartin. Lê niha careke din civak bi pêşengiya jinê bi hevre nêrazîbûnên xwe nîşanî vê pergalê dide."
Şaho bilêv kir ku di vê serîhildana bi pêşengiya jinê de heya niha bi dehan kes jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne û hatine girtin. Şaho destnîşan kir ku zilma rejîma Îranê ya li ser gelan êdî nikare gelan bêdeng bike û wiha got: "Ji ber ku gel êdî nikare vê pergala ku gel birçî hiştiye, bê îrade hiştiye qebûl bike. Tehemula gelên Îranê bi pergalê re nema. Tiştê ku ne aîdî civakê li civakê tê ferzkirin û ne mimkune ku qebul bikin. Gel êdî dixwaze ku pergala modernîteya sermayedar hilweşe. Ji ber ku vê pergalê heta niha tu deskeftî ji gel re neaniye. Tenê bêîradekirin û xizantî ferz kiriye. Em dibînin ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê gel kesên ku di çalakiyan de jiyana xwe ji dest didin bi şev defin dikin û bi roj jî li kolanan in. Bi taybetî jî bi dirûşmeya, 'jin jiyan azadî û neman ji bo dagirkerî' berz dikin. Êdî ne pêkan e ku gelên Îranê vê pergalê qebûl bikin. Daxwazên gelên Îranê ne tenê daxwaza neteweyekê yan jî daxwazên civakekê ye, ew daxwazên hemû girseyên azadîxwaz e. Ji ber wê divê ku her azadîxwaz paletî û piştevaniya vê şoreşê bike. Li hemberî vê serhildanê pergala moderniteya sermayedar û kapîtalîs ditirse. Lê serkeftin ya gelên azadîxwaz û jinan e."
MA / Zeynep Dûrgût