Dê qetilkirina Akarsel li 51 bajaran bê protestokirin

  • jin
  • 17:02 4 Cotmeh 2022
  • |
img
ENQERE - Meclisa Jinan a HDP’ê dê bi mebesta protestokirina qetilkirina endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarsel li 51 bajaran çalakiyan li dar bixe. 
 
Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi mebesta protestokirina qetilkirina Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û edîtora Kovara Jineolojiyê Nagihan Akarsel ku di encama êrişeke sûîqestê ya li Silêmaniyê de hatibû qetilkirin, dadikeve qadan. Bi pêşengtiya Meclisa Jinan a HDP’ê dê îro û sibe li 51 bajaran daxuyanî bên dayîn. Her wiha dê qetilkirina Akarsel li sedan navçeyan bê şermezarkirin. 
 
Meclisa Jinan a HDP’ê têkildarî mijarê ev peyam parve kir: “Em ê bi pêşengtiya jinan pergaleke demokratîk ku azadiya jinê tê de serwer teqez ava bikin. Mezinkirina têkoşînê dê bibe soza me ya ji bo Nagihanê. Em ê ne pênûsa wê, ne xeyalên wê û ne jî dengê bi tu awayî li erdê nehêlin. Me pênûsa Nagihanê rakir û dê li her qadê dengê wê bilind bikin. Em ê dirûşma xwe ya jin, jiyan, azadî li her deverê bi dengekî herî bilind berz bikin.”