STENBOL - Aktîvîsta TJA’yê Ulker Ozadîktî diyar kir ku qetilkirina Nagihan Akarsel weke êrişeke lidijî têkoşîna rêxistinkirî ya jinan nirxand û wiha got: “Rûkeniya Nagihanê dê her tim di têkoşîna me de bijî. Em ê xwedî li Jineolojiyê derkevin ku bo hemû cîhanê bûye mînak.”
Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û Edîtora Kovara Jineolojiyê akademîsyen, rojnameger Nagihan Akarsel, di 4’ê cotmehê de li bajarê Silêmaniye yê Herêma Federal a Kurdistanê di encama êrişeke sûîqestê de hat qetilkirin. Li dijî qetilkirina Akarsel, li Kurdistan, Tirkiye, Ewropa û gelek deverên din ên cîhanê jin daketin qadan û êriş protesto kirin. Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ulker Ozadîktî û ji Rizgariya Jinan Burcugul Çubuk anîn ziman ku di şexsê Nagihan Akarsel de nasnameya kurd-welatparêzî û pêşengtiyê hedef hatiye girtin.
Ulker Ozadîktî, anî ziman ku bi qetilkirina Nagihan Akarsel re mebest ew e ku jina azad bêdeng bikin û gefê lê bixwin. Bi domdarî Ozadîktî wiha got: “Hemû dinya pê dizane ku pênûsa hevala me Nagihanê hebû û ji wî pênûsî tirsiyan. Nagihan, li Silêmaniyeyê li dijî zîhniyeta paşverû û koletiyê serî netewand. Tevgera jinên kurd bo Rojhilata Navîn û cîhanê bûye modêl. Li Îranê bi qetilkirina Jîna Mahsa Amînî re jinên îranî bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ pêşengtî ji şoreşê re kirin. Xuyaye ku bandora tevgera jinên kurd pir zêde ye. Jinên kurd ev 40 sal in têdikoşin û têkoşîna wan bo cîhanê bû mînak. Serdest, ji vê tirsiyan. Hevala me Nagihan jî di encama vê tirsê de hat qetilkirin. Lê çiqas zextê bikin jî em ê li dijî van komkujiyan bêdeng nemînin û netirsin.”
'EM Ê SERÎ LI BER VÊ PERGALA QIRÊJÎ NETEWÎNIN’
Bi domdarî Ozadîktî got ku dê xwedî li mîrasa Akarsel derkevin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ê têkoşîna wê bidomînin. Jineolojî bi rastî jî ronakbûnî ye. Her kes dikare xwe tê de bibîne. Bi taybet jî felsefeya bîrdoziya rizgariya jinê ji xwe re mînak digire. Ji bo ku ev felsefe bijî, em ê xwedî li mîrasa kesên bedel dayîn derkevin. Em ê xwedî li mîrasa Zîlan, Bêrîtan, Serya, Sevê û Sakîneyan derkevin. Têkoşîna wan îro li her çar aliyên cîhanê bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ bilind dibe. Em ê xwedî li mafên xwe derkevin û li hemberî vê pergala qirêjî serî netewînin.”
‘PARADÎGMAYA OCALAN HEDEF HAT GIRTIN’
Di berdewamê de Ozadîktî got ku pergal, ji bexwedana jinên kurd ditirse û ev nirxandin kir: “Bi taybet jî jinên azad û birêxistinkirî hedef digire. Ji ber ku pergal baş pê dizane ku dê jin azadî û wekheviyê bînin. Roja ku hevala me Nagihan hatî qetilkirin, Misteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan li Hewlêrê bi rayedarên Biryargeha Tirkmenan re hevdîtin kir. Di heman rojê de li dijî hevala me sûîqest hat kirin. Ev tiştekî rasthatî nîne. Her wiha di nava Şandeya Îmraliyê de bû. Ji hêlekî ve em dikarin bibêjin parçeyeke komployê ye. Di erefeya komploya navneteweyî de hat kirin û bi vê yekê paradîgmaya azadiya jinê ya Abdullah Ocalan hedef hat girtin.”
'JI FELSEFEYA OCALAN DITIRSIN’
Ozadîktî, bi lêv kir ku sûîqesta li dijî Akarsel girêdana xwe bi polîtîkayên tecrîd û komployê ya li ser Abdullah Ocalan heye û wiha derbirî: “Îdeolojiya azadiya jinê ya ji hêla Rêbertiyê ve hatiye pêşxistin, bandorê li hemû cîhanê dike. Cîhan, ji felsefeya Rêbertiyê ditirse. Ji bo teslîmgirtina Rêbertiyê, tecrîdê giran dikin lê Rêbertî bi tu awayî dev ji rêgez û bîrdoziya xwe bernade. Ev 18 meh in agahî jê nayên girtin û sedema vê jî tirsa wan a ji felsefeya Rêbertiyê ye. Jineolojî, zanisteke ronakbûyînê ye û dê cîhan li vê derdorê ronak bibe. Ne tenê kurd, her kes dikare xwe tê de bibîne. Hemû kes xwe di felsefeya Rêbertiyê de dibîne. Rizgariya cîhanê bi vê felsefeyê pêkan e. Divê jin li dijî van komkujiyan xwe bêhtir birêxistin bikin û dengê xwe bêhtir derxînin. Em ê têkoşîna xwe hîn mezintir bikin. Her ku em jin xwe birêxistin dikin, ew dê bêhtir bitirsin. Ya ku dê vê pergalê biguherîne, îdeolojiya rizgariya jinê û zanista Jineolojiyê ye. Rûkeniya Nagihanê dê her tim di têkoşîna me de bijî.”
Burcugul Çubuk jî destnîşan kir ku Akarsel li Tirkiyeyê ji hêla gelek femînîstan ve dihat naskirin û ev tişt anî ziman: “Me, Nagihan li qadên çalakiyan nas dikir. Ji bo ku deng û gotina jinê ragihîne hewl dida. Dixwest bêhtir berpirsyariyê li xwe bigire û teoriya jinê derxîne holê. Akarsel jineke kurd a birêxistinkirî bû lewma hat qetilkirin. Xuyaye ku di qetilkirina Nagihanê de tiliya serdest û nokeran heye. Jinên ku têkoşînê birêxistin dikin hedef tên girtin. Bi vê yekê dixwazin Kurdistanê bikin mêtingeh û derbê li rêxistiniya jinan a li dijî mêr-dewletê têdikoşin bidin. Ji vî alî ve Nagihan yek ji kesayetên sembol bû, lewma hat qetilkirin. Ez banga mezinkirina têkoşînê li hemû jinan dikim.”
MA / Esra Solîn Dal