NAVENDA NÛÇEYAN - Hevala zarokatî û têkoşînê ya Nagihan Akarsel, Rônî Eylem da zanîn ku Akarsel dixwest felsefeya Abdullah Ocalan fêm bike û wiha got: “Me ji xwe re digot; ‘zarokên genim.’ Her tim hewl dide koka xwe nas bike. Nagihanê koka xwe dît û kir ku em jî koka xwe nas bikin.”
Endama Navenda Lêkolîna Jineolojiyê, Edîtora Kovara Jineolojiyê, akademîsyen û rojnameger Nagihan Akarsel, di 4’ê cotmehê de li bajarê Silêmaniye yê Herêma Federal a Kurdistanê di encama êrişeke sûîqestê de hat qetilkirin. Akarsel, bi xebatên xwe re mîraseke mezin li pey xwe hişt. Her kesên ku bi awayekî ketine nava jiyana Akarsel, bandoreke mezin li ser çêbû. Qetilkirina Akarsel, li çar aliyan rastî bertekên tund hat. Vê hêrs û xwedîderketinê herî zêde hevala wê Zozan Sîma baş vedibêje ku demekî dirêj bi hev re xebitîbûn: “Te dît bê ka her bihosteka vê xakê ya ku te pê lê kirî çawa xwedî li te derket. Te dît bê ka her ciwan û kalên ku te ders dabûnê ji bo te çawa rondik barandin. Te dît bê ka kesên herî reşbîn û bêbawerî çawa li xeyalên te xwedî derdikevin...”
Ji roja hatiye qetilkirin heta niha, her kesên ku di nava jiyanê de bi awayekî lê rast hatin, yên ku ew rû bi rû yan jî ji nivîsên wê nas kirin, yên ku jê perwerde wergirtin, bi qasî ku ji dest hatî keda wê ya di têkoşîna azadiyê ya jinan de, xeyalên wê û têkoşîna wê vegotin û nivîsandin.
HEVALA WÊ YA ZAROKATIYÊ AKARSEL VEGOT
Ronî Eylem, hevala Nagihan Akarsel a zarokatiyê ye. Nagihan Akarsel, di sala 1977’an de li gundê Xelîkan ê Cîhanbeylî ya Konyayê ji dayik bû. Eylem ku li heman gundî ji dayik bû, bi wê re mezin bû, cîrana wê bû û hevala wê ya zarokatiyê bû. Eylem, hevala xwe ya zarokatiyê ji me re vegot.
Eylem, da zanîn ku her tim ji malbatên xwe dipirsiyan bê ka ji ku ber bi Xelîkanê ve hatine sirgunkirin û wiha got: “Lê tu carî bersiveke zelal nedan me. Her ku zanebûna mirov pêş diket, me ji malbatên xwe dipirsiya bê ka ji ku hatine Cîhanbeyliyê. Lê me bi tu awayî nezanî. Ew mijar zêde bi me re parve nedikirin. Digotin ku em ji Semsûrê, ji hêla Doganşehîrê hatine sirgûnkirin.”
JI DAYIK BÛNA NAVA DEŞTÊ...
Bi domdarî Eylem got ku yek ji sedemên bingehîn ên ku Akarsel ber bi têkoşîna azadiyê ya gelê kurd ve birî, nediyarî bû û wiha didomîne: “Yek ji sedema esasî ya ku hem ez û hem jî Nagihan ber bi têkoşîna azadiyê ve birî, ev nediyarî û bêkoktî bû. Herêma ku em lê hatibûn sirgûnkirin, devera herî xiwa ya Tirkiyeyê bû. Heta ku kalên me digotin; ‘ji bo ku me ziwa bikin şandine vê derê.’ Ne darek heye, ne av heye, deşteke ziwa û rût.”
Eylem, wiha qala Xelîkan a di navbera salên 1980 û 1990’an de dike: “Hejmara welatparêzan a li gund kêm bû. Erê rast e nediyariyek hebû ku nedizanîn bê ka ji ku hatine û bêkoktiyek hebû lê li hêla din ev jî hebû; dema pirsa ‘hûn ji ku ne’ dihat kirin, digotin; ‘em kurmanc in.’ Ew kurdatî, ew cewher her tim di wan de zindî ma. Bi zimanê xwe diaxiviyan, çanda xwe ya resen dijiyan. Dema ku kesek ji gund diçû bajar û di dema vegerê de bi tirkî diaxiviya, xelkê mîna biyaniyekî lê dinihêrt û jê nerihet dibûn. Tê bîra min ku bapîrê min tenê dema kesek ji derve dihat pê re bi tirkî diaxiviya. Lê li hêla din rewşeke bêwelatî, bêkoktiyê jî hebû. Tekane têkiliya gund a bi tirkan re, têkiliya bazirganiyê bû. Pez dikirîn û genim difirotin.”
Di berdewamê de Eylem diyar kir ku yek ji zarokên keç ên ewil ku ji dibistana seretayî heta zanîngehê perwerdeya xwe bi rêk û pêk qedandî Akarsel bû û ev tişt anî ziman: “Zarokên keç ên ku cara ewil perwerdeya xwe temam kirin, em bûn. Ji dibistana seretayî heta dibistana navîn û amadehiyê me bi hev re xwend. Em, hevalên hev ên lîstikê bûn, hevalên hev ên dibistanê bûn. Mala wan nêzî mala me bû. Dayika wê jineke hinek otorîter bû. Dayika min hinek nermtir bû. Lewma heke me bixwesta lîstik bilîsta û tiştên zaroktî bikira, em gelemperî diçûn mala me. Hemû kesên li gund ji bavê wê hez dikir. Nagihan zaroka wan a ewil bû.”
CISARETA KIRINA TIŞTÊN NEHATINE KIRIN
Eylem, hevala xwe ya zarokatiyê wiha vedibêje: “Qet nayê bîra min ku rojekê bi zarokên gund re şer kiribe. Têkiliya wê ya bi zarokan re her tim baş bû. Hem têkiliya wê baş bû hem jî ji bo ku têkiliya me jî baştir bibe diket nava hewldanan. Ji me re dibû mînak. Em ji wê hîn bûn bê ka têkiliyên xwe çawa baş bikin. Li gundê me zarokên keç ewqas bi hêsanî nedikariyan bi zarokên kur re bilîzin. Lê belê navbera Nagihanê ya bi zarokên kur re jî baş bû. Diçû bi zarokên kur re dilîst û hevaltiya lîstikê bi wan re dikir.”
Hemû hevalên Akarsel qala wêrektiya wê dikin ku ev wêrektî jî çavkaniya xwe ji zarokatiya wê digire... Dema zarok jî, cisaret dikir ku tiştên nehatine kirin û nehatine ceribandin, bike. Demekî kin piştre êdî hemû şêniyên gund li ser vê taybetiya Akarsel digihin. Têkildarî vî aliyê hevala xwe Eylem wiha dibêje: “Gelemperî tiştên ku kesekî wisa bi hêsanî nedikariya bike, wê dikir. Lê bi şêwazekî hişk nedikir. Tu carî li kesekî ferz jî nedikir. Heke tiştekî ku şênî jê aciz dibûn bihata kirin û ya kirî jî Nagihan bûya, wê demê şêniyan dengê xwe jê re nedikirin ji ber ku jê hez dikirin. Her çend ku dûrî kevneşopiyên gund bûya jî, dema wê dikir kesekî dengê xwe nedikir.”
LÎSTIKÊN ZAROKATIYÊ
Eylem, dibêje ku mirov li erdnîgariyeke ziwa hêj di zarokatiya xwe de bi hesreta gelek tiştan dijî û wiha didomîne: “Gundê me gundekî gelek ziwa bû. Lewma dema baran dibariya, hem şêniyên gund û hem jî zarok pir keyfxweş dibûn. Çawa ku baran bi axê diket, bêhneke pir xweş li derdorê belav dibû. Hêj niha jî ew bêhn di bîra min de ye. Bi hilgirtina bêhna axê re em dadiketin kolanên gund. Min û Nagihanê lîstika çavneqanê ku me di navbera xwe de jê re digot; ‘veşartî’ dilîst.”
DI DEMA DIBISTANA AMADEHÎ DE ÇÎROKÊN JINAN DINIVÎSAND
Ronî Eylem, got ku wê û Akarsel dibistana amadehî jî bi hev re xwendine û wiha qala wê demê kir: “Weke ku hûn jî dizanin, deverên çoltar gelek bi ser guhê dewletê ve nînin. Hem li Kurdistanê û hem jî li aliyê me rewş wiha ye. Mamosteyekê me hebû ku wî ders dida hemû polan. Lê Nagihan xwendekareka zîrek bû. Keseka jîr û jêhatî bû. Hemû mamoste û xwendekaran di dema dibistana seretayî de ji wê hez dikir. Ji bo bikarim biçim zanîngehê ez çûm fêrgehê. Lê ew bêyî ku biçe fêrgehê, di ezmûnên zanîngehê de bi ser ket. Hêj di dema dibistana amadehî de çîrokên jinan dinivîsand. Zêdetir jî çîrokên jinên li gund dinivîsand. Hêj di wî temenê xwe de bi pênûsa xwe, xwe ber dida nava dilê mirovan û bala xwe dida ser pirsgirêkên jinan.”
‘EM ZAROKÊN GENIM IN’
Eylem, diyar kir ku girêdana xurt a bi xwezayê re, bingeha xwe ji erdnîgariya ziwa û zer digire û sedema vê wiha rave dike: “Me qet çiya nedîtibûn. Li deştê her tiştek zer e. Lewma em bi hesreta şînkahiyê dijiyan. Li cihê em lê dijiyan dar û av tune bûn. Li gorî min hezkirina Nagihanê ya xwezayê jî bingeha xwe ji vê rastiyê digire. Tişta herî zêde dihat çandin, genim bû. Lewma me digot; ‘em zarokên genim in.’ Genim, ji bo me pir binirx û pîroz bû. Dema genim hêşta hêşin, em jê re dibêjin ‘firik’ ku dayikên me di qelandin û me jî dixwar. Piştî halê qelandinê û herî dawî me dikir savar. Di her sê qonaxan de jî tê xwarin.”
RÊWÎTIYA BER BI KOKÊN XWE VE
Eylem, da zanîn ku li gund yek ji keçên ewil çûyî zanîngehê Akarsel bû û wiha dom kir: “Piştî me gelek kes çûn zanîngehê lê yek ji kesên ewil çûyî zanîngehê jî Nagihan bû. Ev yek jî bi tena serê xwe şoreşek bû. Ji salên 1980’an ve ji gundê me ber bi Ewropayê ve koçberiyeke mezin dest pê kir. Yan jin dihatin zewicandin û dişandindin Ewropayê, yan jî li gund diman. Ji vê hêlê ve jî Nagihanê mohra xwe li guherînekî nû dabû. Ji min re digot; ‘ji bo ku em kokên xwe nas bikin, divê em van sînoran derbas bikin.’ Digot ku ji bo vê yekê hewcehî bi çûyîna zanîngehê û derketina derveyî Konyayê heye. Armanca wê ya ji çûna zanîngehê ne tenê perwerde û rojnamegertî bû, di heman demê de dixwest kurdbûn û welatparêziyê nas bike. Dixwest weke jineke kurd xwe li ser pêyan bigire, xwedî vîn be.”
SALÊN ZANÎNGEHÊ
Di berdewamê de Eylem bi lêv kir ku Akarsel piştî Beşa Rojnamegeriyê ya Fakûlteya Ragihandinê ya Zanîngeha Gazî ya Enqereyê qezenc kirî, gelek caran hevalên xwe yên zanîngehê biriye gundê Xelîkanê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li zanîngehê têkoşîna azadiyê ya gelê kurd nas kir. Di dema zanîngehê de me di bin sîwana Ciwanên Welatparêz de xebatên xwe meşandin. Wê demê bi taybet jî girîngî dida perwerdekirina hevalên jin. Em li civakeke girtî mezin bûbûn lê ew yek ji kesên ewil sînor derbas kirin bû. Hevalên jin û mêr ên welatparêz dianîn gund û gund û çanda me bi wan dida naskirin. Haya min zêde ji çanda welatparêziyê nebû lê wê ji min re vegot. Kovar anîn, pirtûk anîn. Yek ji jinên ku di navbera jinên gundê me de tovê welatparêziyê belav kirî jî Nagihan bû. Me tevekan jî pirtûkên ku wê dianîn û kovara Ozgur Halk’ê dixwendin.”
Bi domdarî Eylem dibişire û wiha qala bîranîneke xwe ya bi Akarsel re dike: “Ceyrana qaçax li mala hevalên ku pirsgirêka aboriyê dijiyan girê dida. Dema di nava xebatên ciwanan de, min bi çavên xwe dît ku Nagihan li malên xwendekaran ceyrana qaçax girê dide. Lê bi rastî jî pereyê xwendekaran nebû. Têl, bi tuglayan ve girê dida û wisa dikir...”
TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YA GELÊ KURD
Eylem, destnîşan kir ku Akarsel di sala 2001’an de li Enqereyê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat binçavkirin û di sala 2007’an de hat berdan û wiha got: “Êdî hevaltiya me ya zarokatiyê derbasî rêhevaltiya têkoşînê bûbû. 7 salan di girtîgehê de ma. Dema li girtîgehê bala xwe da ser felsefeya Rêbertiyê û xeta azadiyê ya jinê. Pêwendiyên min û wê tu carî qut nebûn. Hem dema rojnamegerî dikir û hem jî dema xebatên rojnamegeriyê dikir, me her tim hev didît. Dema li Efrînê xebatên Jineolojiyê dimeşand, li min geriya û got; ‘Ev der eynî mîna gundê me ye. Wekî gundiyên me diaxivin.’ Ji ber ku rojavayê Firatê nêzî çanda me ye. Her tim li pey şopa koka xwe û dîrokê bû. Min jê re digot; ‘tu lêgerînereka cewherê yî.’ Li kîjan deverê xweşikiyek hebûya, diçû û ew di dît. Li kîjan deverê tiştekî bi ser hatiye girtin hebûya, li pey wê diket. Dema derbasî başûrê Kurdistanê bûy, min jê re got ku dê zehmetiyan bikişînî. Lê dema diçû cihekî, zû hînî wir dibû. Li Başûr, tiştên ku kesekî xeyala wê nedikir pêk anîn. Xebatên Pirtûkxaneya Jinan û Jineolojiyê meşandin. Jin, her tim ji fikr hatiye dûrxistin. Lê Nagihan di wê baweriyê de bû ku di her jinekê de hizr û fikriyat heye û jinên ji vê nêrînê nebawer jî pê dida bawerkirin.”
Eylem, bi lêv kir ku hevala wê ya zarokatiyê bûye hevala wê ya têkoşînê û wiha pê de çû: “Di salên dawî de parvekirinên wê gelemperî li ser vê esasî bûn. Tevlibûna me ya nava refên têkoşîna azadiyê, bandoreke mîna bagerê li gund kiribû. Dema em nû tev li têkoşînê bûyîn, şêniyan digot; ‘Tu derdekî van tune bû. Çima û bi ku de çûn.’ Digotin; ‘rewşa wan a madî baş bû, zextek li ser tune bû, wê demê çima çûn?’ Lê niha bi têkoşîna tê dayîn serbilind û serfiraz in. Xwedîderketina her kesî ya li Nagihanê, bo wan jî bû cihê serfirazî û serbilindiyê. Dîtin bê ka Nagihan çiqas zêde bûye. Dibe ku ev tiştên ez qala wê dikim ji bo malbatên li Kurdistanê tiştên asayî bin lê ji bo gundê me xwedî wateyeke şoreşê ye. Ya ku ev şoreş kirî jî Nagihan bû.”
‘DIXWEST ŞEHÎDÊN ANATOLIYA NAVÎN BINIVÎSE’
Herî dawî jî Eylemê bal kişand ser xebatên ku Akarsel dixwest bike û ev tişt anî ziman: “Yek ji mezintirîn armancên wê ew bû ku felsefeya Rêbertiyê fêm bike û xwe bigihînê kokên xwe. Nagihanê kokên xwe dîtin, me jî bi saya wê kokên xwe nas kirin. Koka wê Kurdistan e, dar in, xak e, av e... Têkiliya di navbera min û wê de ji zarokatiyê dest pê kir lê ev têkiliya di navbera me de têkiliya hevaltiya zarokatiyê û hembajartiyê derbas kir. Em êdî rêhevalên heman fikrê ne. Gelek taybetiyên wê hene ku ji xwe re mînak digirim. Dê hewl bidim xweşikî û bêdewiya wê bêhtir bikişînim nava ruhê xwe û bêhtir têxim nava jiyanê. Ji gundê me gelek heval şehîd bûn. Dixwest şehîdên Anatoliyaya Navîn binivîse. Ev xebata wê nîvco ma. Dixwazim vê xebata wê temam bikim.”
MA / Arjîn Dîlek Oncel