Parlamentera HDP’ê Orhan: Tundiya navneteweyî li Tirkiyeyê bi destê AKP’ê tê domandin

  • jin
  • 11:02 9 Kanûn 2022
  • |
img
WAN - Parlamentera HDP’ê Muazzez Orhan diyar kir ku hêzên modernîteya kapîtalîst bi rêya çeteyên weke Talîban, DAIŞ, HTŞ û hwd. tundiya navneteweyî ya li dijî jinê birêxistin dike û ev tundî li Tirkiyeyê bi dest AKP’ê tê domandin. 
 
Tundiya li dijî jinan roj bi roj zêde dibe û ji bo pêşîlêgirtina wê jî mekanîzmayên darazê nakevin meriyetê. Heta jin ji bo ku kujerên jinan bên girtin û darizandin kampanyayan didin destpêkirin. Jinên ku tu bendaweriyeke wan ji mêr-dewletê nema ne, wêneyên faîlan li kolanan di daliqînin û bi saya zexta raya giştî didin binçavkirin. 
 
Kaffar Yegîn ê ku di 22’yê cotmehê de Hulya Şellavci li Îzmîrê qetil kiribû, bi rojan nehat girtin. Li ser vê yekê jinên bajêr afîşên kujer amade kirin û li ser israra jinan jî kujer 18 rojan piştre hate girtin. Her wiha Mûsa Sevîm ê ku tê gotin “îtîrafkarê emniyetê ye”, di 12’ê mijdarê de li Amedê jina bi navê Meryem Sevîm qetil kir tevî ewqas bertekan jî hêj nehatiye girtin. Piştî qetilkirina Şevvalci û Sevîm, bi dehan jin hatin qetilkirin. 
 
DI MIJDARÊ DE HERÎ KÊM 31 JIN HATIN QETILKIRIN 
 
Li gorî çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê ku mehane parve dike, di mijdarê de herî kêm 31 jin û 5 zarok hatin qetilkirin. Her wiha 13 jinan û 4 zarokan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Li gorî daneyan; yek ji faîlan polîsekî berê bû, ji jinan 15 jê ji hêla hevjînên xwe ve, 8 jê ji hêla hevalên xwe ve, 3 jê ji hêla xizmên xwe ve, yek jê ji hêla zilamê ku hevberdayîn, yek jê ji hêla zilamê ku hev nas kiribû hate qetilkirin. Nehat zanîn bê ka 2 jin ji hêla kê ve hatiye qetilkirin û 2 jî di dema pêvajoya hevberdanê de hatin qetilkirin. 
 
8 ROJÊN EWIL ÊN MEHA KANÛNÊ
 
Tundiya li dijî jinê di meha kanûnê de jî berdewam kir. Di 8 rojên ewil ên kanûnê de Evîn Ç. li Geverê, Gulcan A. li Amedê, Bahar Hezer li Rihayê, Vasfiye Çelîkok li Bartinê, Melîke Aribaş a 15 salî li Aksarayê û Tulay Guçevîn jî li Enqereyê hate qetilkirin. Her wiha Dîlan Y. jî li Sêrtê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. 
 
'TUNDÎ BI DESTÊ ÎKTÎDARA AKP’Ê TÊ DOMANDIN’
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê Muazzez Orhan da zanîn ku her cureyên tundiya li dijî jinê û komkujiyên tên kirin, bingeha xwe ji çanda serdest a mêran û dagirkirina vê çandê ya her qadên pergalê ye. Orhan, wiha got: “Hêzên modernîteya kapîtalîst bi rêya çeteyên weke Talîban, DAIŞ, HTŞ û hwd. tundiya navneteweyî ya li dijî jinê birêxistin dike û ev tundî li Tirkiyeyê bi dest AKP’ê tê domandin. Polîtîkayên ku keda jinê erzan dibînin, bênirx dike, vîna jinê tune dihesibîne û bedena jinan difiroşe dimeşînin. Zimanê cihêkar û dabeşkar ê nêrza yê siyasetê, rê li ber her cureyên tundiyê vedike. Nêzikatiyeke ku tundiyê teşwîq dike di meriyetê de ne. Polîtîkayên yekperest, nêrza û dijminatiya jinê yên desthilatdariyê, tundiya li dijî jinan zêdetir dike û teşwîq dike. Cînayetên jinan êdî veguherîne qirkirina jinan.” 
 
POLÎTÎKAYA NECEZAKIRINÊ
 
Bi domdarî Orhan got ku bi guhertinên di qanûnên înfazê re faîlên jinan tên parastin û wiha derbirî: “Nêzikatiya ku faîlan diparêzin û polîtîkaya necezakirinê, îspat dike ku tundiya li dijî jinan polîtk e. Ji qetilkirina Denîz Poyraz heta Pinar Gultekîn, Îpek Er û hwd.  de faîl bi polîtîkaya necezakirinê hatin parastin. Heta ku ev rejîm neyê veguherandin jî dê qetilkirina jinan bidome. Heta ku jiyana çandî, civakî, aborî û siyasî ji hegemonyaya nêrza neyê rizgarkirin, tundî û cînayetên li dijî jinan jî xelas nabin. Betalkirina Peymana Stenbolê re derket holê ku îktîdar di mijara dijminatiya li dijî jinan de xwedî helwestekî zelal e. AKP, destkeftiyên jinan hedef digire. Bi rêya OHAL û KHK’an êrişî pergala hevserokatî, saziyên jinan û yekîneyên jinan kir. Mekanîzmayên pêşîlêgirtina tundiyê yên şaredariyên me bi destê qeyûman girtin.”
 
‘KES NIKARE PÊŞÎ LI BER TÊKOŞÎNA JINAN BIGIRE’
 
Orhan, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Jin, dîlîtiyê û destwerdanên nêrza qebûl nakin. Berxwedana jinên kurd a li Rojava û dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ ku piştî qetilkirina Jîna Emînî li Îranê hat berzkirin, niha li tevahiya cîhanê olan dide. Her wiha di 25’ê Mijdarê de li her devera Tirkiyeyê jin tevî tundiya polîsan jî li qadan bûn. Her wiha têkoşîna jinan a ji bo nûnertiya wekhev berbelav dibe. Dê jin azad bibin û hemû civakê azad bikin. Bêyî ku ji jinan bipirsin, dixwazin li gorî daxwaza xwe teşe bidin qada jinan. Ji bo jin xwe birêxistin nekin jî gelek hewldanên wan ên derhiqûqî hene. Di şexsê Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan de jinên ku pêşengtiya têkoşîna jinan dikin îro girtî ne. Nivîskara Jineolojiyê Nagihan Akarsel ku ji bo jiyaneke wekhev û azad têdikoşiya hat qetilkirin û êrişî azadiya jinê kirin. Tevî her êrişan jî rastiyek heye ku tevgera azadiyê ya jinan bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ li cîhanê belav dibe. Kesek nikare pêşî ber vê têkoşînê bigire. Armanca Meclisa Jinan a HDP’ê jî ew e ku rê li ber her cureyeke tundiyê ya li ser jinan bigire. Her wiha têkoşîna azadiyê ya jinên kurd, li tevahiya cîhanê belav bû. Êdî dema têkoşîneke jinan a enternasyonal hatiye. Û em jin dê desthilatdariyên mêrserdest birûxînin û jiyaneke wekhev û azad ava bikin.” 
 
MA / Berîvan Kutlu