AMED - Endama Desteya Rêveber a Komeleya Jinan a Rosayê Sûzan Îşbîlen destnîşan kir ku tundiya li dijî jin û zarokan, negirtina faîlên tacîz û destdirêjiyê yan jî bi cezayên biçûk xelatkirin, polîtîkaya dewletê ye û wiha got: “Tenê jina rêxistinbûyî dikare li dijî vê qirkirinê û tundiyê bisekine.”
Li Tirkiyeyê her ku diçe li dijî zarok û jinan tundî û destdirêjî zêdetir dibin. Kujerên jinan û faîlên destdirêjiya zarokan dikin an nayên girtin an jî dema tên darizandin bi cezayên biçûk tên xelatkirin. Kujerê G.A.’yê S.G û kujerê Meryem Sevîmê, Mûsa Sevîm du ji van kesan in. Dîsa Serokê Bajêr ê MHP’ê Cîhan Kayaalp ku ji ber destdirêjiya li zarok kiribû hatibû girtin ûdemeke pir kin de hate berdan. Ev yek, nîşaneya polîtîkayên necezakirinê ne. .
Endama Desteya Rêveber a Komeleya Jinan a Rosayê Sûzan Îşbîlen têkildarî tundî, tacîz û destdirêjiyên li dijî zarok û jinan bi ajansa me re axivî.
Îşbîlen destnîşan kir ku li tevahiya cîhanê di bûyerên tundiyê yên li dijî jinê de zêdebûnek çêbûye û wiha axivî: “Dîroka tundiyê ne tenê bi roja me ve sînordar e, xwedî dîrokeke gelek kevn e. Çawa ku em dîroka koledariya jinê weke 5 hezar sal dihesibînin, ji ber dîroka tundiyê jî bi koledariyê dest pê kiriye, em dikarin dîroka tundiyê jî bibin 5 hezar sal berê. Peyva tundiya li dijî jinê hatiye pênasekirin lê peyva qirkirinê yekem carê di salên 1800’î de li Ingilistanê hatiye bikaranîn. Wê demê ev peyv di vê wateyê de hatibû bikaranîn; 'Zilamê ku bi hestên dijminane li dijî jinê tundiyê pêk tîne û wê qetil dike.' Dema em îro lê dinêrin, bi hestên dijminane tundî ne tenê dijî jinekê li dijî gelek jinan tê meşandin. Em her roj şahidiya gelek tundî û qetilkirinên jinan dikin.”
’KUŞTINA JINAN POLÎTÎK E’
Bi domdarî Îşbîlen anî ziman ku ew bi Tevgera Jinên Kurd re tînin ziman ku qetilkirina jinan polîtîk e û divê weke qirkirina jinê bê pênasekirin û axaftina xwe wiha domand: “Ji ber qetilkirinên jinan weke cînayeta jin, namûs û edetan hate pênasekirin û gotin. Hatiye ferqkirin ku kuştina jinê bi temamî polîtîk e. Piştî ku tevgera jinê ev pênaseye kir, rêxistinên Tirkiyeyê yên cuda jî ev pênaseye xistin rojeva xwe. Îro pergala modernîteya kapîtalîst jinê dike kole, dike madeyeke zayendî û ji çavê civakê dixe. Îro AKP-MHP ola îslamê kiriye ola siyasetê, kiriye alaveke desthilatê. Mînaka herî berbiçav zaroka 6 salî ya rastî destdirêjiyê tê ye. Ji bo vê yekê wiha diaxivin, ‘ev kevneşopî ye, hemû zewac wiha ne û weke listikekê ne.’ Bi vî awayî jî zarokên keç îstîsmar dikin. Ew zarok ji radyoyê bi bihîstina hevoka ‘zewaca temenê biçûk sûc e’ xwe ji vê koledariyê xelas dike. Tenê jina rêxistinbûyî dikare li dijî tundiyê bisekine.”
BÊCEZAHIŞTIN ZILAM NATIRSÎNE
Di berdewamê de Îşbîlen bertek nîşanî negirtina kujerên jinan û bêcezahiştina wan da û ev tişt anî ziman: "Faîl nayên dîtin, ma bên dîtin dê çi bibe? Bên dîtin jî nayên cezakirin. Faîl piştî ku dikuje kravatê li xwe dike, dibêje ku ez du gotinan dilê dadger xweş bikim û bêm berdan. Di civakê de ji mêrê hemû pratîkên sûc pêk tîne re kêmkirina ceza û efû heye. Ev reş zilaman natirsîne. Wekî windakirina Gulistan Doku. Kesê bersûc hatiye girtin û piştre hatiye berdan. Mûsa Orhan rê li ber qetilkirina jinekê vekir û hate berdan. Ji ber van hemûyan zilam, têkoşîna jinan û rêxistinbûna wan ji xwe re wek talûke dibîne. Ji ber wê qebûl nake ku jin di qada civakî de hebûna xwe saz bike. Dema qebûl kir dê desthilata wî biheje. Ji ber wê dixwazin jinê bikin kole û bikêşin asta serî tewandinê.”
‘TÊKOŞÎNA HERÎ MEZIN RÊXISTINBÛN E’
Îşbîlen, da zanîn ku li gel hemû geşedanên neyînî jî jin dê ji têkoşînê paş de gav neavêjin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Her çiqas jin ji dîrokê heya niha rastî tundiyê hatibin jî têkoşîna jinan jî qet nesekiniye. Bi vê boneyê divê jin birêxistî bin. Têkoşîna herî mezin rêxistinbûn e. Zanebûn jî gelek girîng e. Zarokek 6 salî ji radyoyê pê nehesiyaba dê ronî nebûba û dê wek kole bijiya. Refleksên civakê û bertekên civakê bû sedem ku doza wê, wek dîrok dê zûtir bê dîtin. Ev bandora têkoşîn û rêxistinbûnê ye. Her roj hejmara jinên rêxistinbûyî zêdetir dibe, têkoşîna wekheviyê bilindtir dibe. Jin li ber xwe dide û her ku li ber xwe dide tundî jî zêde dibe. Di xwezayiya xwe de azadbûn ne hêsan e. Berdêl dixwaze em jî vê yekê didin ber çavan. Em ê ji bo pêşeroja zarokên di 6 saliya xwe de tên zewicandin, heya ku ev doz encam dibe dê hem rêxistinbûna xwe û hem jî têkoşîna xwe bidomînin."
MA/ Eylem Akdag