MÊRDÎN - Nûrşîn Tûran a li navçeya Nisêbînê bi guleyeke bi serê wê ketî giran birîndar bûbû, li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.
Jina bi navê Nûrşîn Tûran a li Taxa Elîka ya navçeya Nisêbîna Mêrdînê dijîya, di 6’ê kanûnê de bi awayekî gule bi serê wê ketî rakiribûn nexweşxaneyê. Tûran li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mêrdînê ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Hatibû îdiakirin ku Nûrşîn Tûran a di 6’ê kanûnê de ji aliyê çepê ve gule bi serê wê ketiye, întîhar kiriye.
Hate diyarkirin ku birayê Tûranê yê li ser mirina wê ya biguman hatibû binçavkirin, hatiye berdan.