ENQERE - Parêzera KCDP’ê Îrem Esra Komurcu Altûn da zanîn ku biryara têkildarî hiqûqî dîtina vekişîna ji Peymana Stenbolê ji aliyan re nehatiye teblîxkirin û wiha got: “Hewl didin pêvajoya bêhiqîqî hatiye destpêkirin bi bêhiqûqiyê bi dawî bikin.”
Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan bi biryarnameyeke di nîvşeva 20’ê adara 2021’an de ragihand ku xwe ji “Peymana Konseya Ewropayê ya Têkildarî Pêşîlêgirtina Tundiya li Ser Jinê û Tundiya Nava Malê” ku li Tirkiyeyê weke Peymana Stenbolê tê pênasekirin, vekişandine. Jin, baro û gelek rêxistinên civaka sivîl li dijî vê biryarê derketin û doz vekirin. Doz di mehên nîsan, gulan û hezîrana 2022’yan de hatin dîtin. 10’emîn Daîreya Dadgeha Bilind di 19’ê tîrmeha 2022’yan de daxwaza betalkirina biryara Serokkomar red kir. Lijneya Daîreyên Dozên Îdarî ya Dadgeha Bilind jî çendek roj berê biryar da ku biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê li gorî hiqûqê ye.
Bi vê biryarê re Tirkiye bi awayekî fermî ji peymanê vekişiya. Lê biryar heta niha jî ji aliyên dozê re nehatiye teblîxkirin. Ji aliyên dozê endama Platforma Em ê Pêşî li ber Cînayetên Jinan Bigirin (KCDP) parêzer Îrem Esra Komurcu Altûn diyar kir ku biryar ji aliyên dozê re nehatiye teblîxkirin û têkildarî vekişîna ji peymanê axivî.
HIQÛQ BÊBANDOR KIRIN
Altûn, da zanîn ku ji destpêkê heta niha doz bi awayekî derhiqûqî dom kir û wiha got: “Li ser biryara kesekî ya di nîvşevekê de, bi awayeke derhiqûqî doz hate vekirin. Dadgeha Bilind biryareke derhiqûqî da û bi awayekî derhiqûqî jî ev biryar teqez kir. Ne li ser dosyaya dozê, yan ji teblîxkirin an jî li ser UYAP’ê lê haya me li ser çapemeniyê ji biryarê bû. Bi vê rêbazê hewl didin rê li ber bertekên ewil bigirin. Mîna biryarên din, ev biryar jî ji ewil ji hêla çapemeniya alîgir ve hatin weşandin. Lê çavkaniyekê nîşan nadin. Bi vê rêbazê îktîdar hewl dide mekanîzmayên hiqûqî derve bihêle.”
‘BI BIRYARÊ DARAZ TÊ BÊBANDORKIRIN’
Bi domdarî Altûn diyar kir ku Tirkiye ji aliyên Peymana Stenbolê ye û wiha bi dawî kir: “Lewma neçare li gorî peymanê tevbigere. Lê bi awayekî derusûlî xwe jê vekişand. Lewma di darazê de biryarên keyfî zêde bûn. Dê bi vê yekê re her kes li gorî baweriya xwe hewl bide edaletê bi cih bîne. Li Tirkiyeyê baweriya gel a bi edaletê pir kêm e. Ev yek dike ku daraz pir bêbandor bibe. Em niha nîqaşê li ser biryara behsa xeberê dikin lê pênc sal piştre dê kesên hev berdayîn hewl bidin bi destê xwe edaletê pêk bînin. Di Peymana Stenbolê de jin, zarok, LGBTÎ+ û penaber dihatin parastin. Bi nekirina Peymana Stenbolê û dûrxistina wê ya ji rojevê encama heman zîhniyeta nêrza ye. Zîhniyeta nêrza dibêje ‘baş e ku peyman hate betalkirin.’ Li Tirkiyeyê gelek derdorên ku rastî tundiyê tên hene û bi vê biryarê re parastina wan hîn qelstir bû. Em vê pêvajoyê qebûl nakin. Hewl didin vê pêvajoya ku bi awayekî derhiqûqî dest pê kirî bi awayeke derhiqûqî bidawî bikin. Em vê biryara ku ji me re nehatiye ragihandin nas nakin û weke ku teqez bibe nabînin. Heke biryareke neyînî were dayîn jî em ê serî li Dadgeha Makeqanûnê (AYM) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin. Em ê Peymana Stenbolê, maf û qanûnên xwe biparêzin.”
MA / Yusra Batihan