DERSIM- Jinan di salvegera windabûna xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Dokûyê de ku ji 5'ê Çileya 2020'an û vir ve winda ye, careke din pirsîn: "Gulîstan Dokû li ku ye?"
Li Dersimê jin, bi pêşangiya Platforma Jinan a Dersimê, ji bo Xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê ya Dêrsîmê Gulîstan Dokûyê ku ji 5'ê Çileya 2020’an û vir windaye û heya îro tu agahî jê nehatine standin, li Qada Palavrayê kom bûn û heya Qada Seyîd Rizayê meşiyan. Piştî meşê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta ku li ser “1095 roj bê Gulîstan derbas bû” û dowîzên ku li ser “Dem dema azadiya jiyan e”, Gulîstan li ku derê ye?” û “Jin jiyan azadî” nivîsandî hatin hilgirtin. Malbata Dokû, xwendekarên zanîngehê û gelek welatî tevlî çalakiyê bûn. Li ser navê platformê Eylul Yantemûrê metna daxuyaniyê xwend.
'RASTÎ DERNEKETIYE HOLÊ'
Yantemûrê bibîrxist ku ji 5’ê Çileya 2020’an heya îro wan tu agahî ji Gulîstan Dokuyê negirtiye û ew nizanin ku sax e yan mirî ye an jî hatiye kuştin û got ku ger hatibe kuştin li ku derê hatiye kuştin. Yantemûrê da zanîn ku ev 3 sal in lêpirsîn berdewam dike û wiha axaftina wiha domand: “Lê heya îro tu agahî û belgeyên ku çarenûsa Gulîstanê eşkere bikin bi dest nexistine. Ji roja ewil heya îro em dibêjin, lêgerîn li mala Zaînal Abakarov û otombîla bavê wî nehatiye kirin û telefona Zainal nehatiye desteserkirin û ji bilî çend nameyên ku wî bi razîbûna xwe dane, tu agahî nehatine bidestxistin. Ger ev kemasî bihatana çareserkirin, belkî Zaînal û Serdozgeriya Komarê ya Tunceliyê cihê xwe yê bi guman ji wijdanê raya giştî ji holê rakiribûna yan jî rastî derketana holê. Ger daxwazên jinan û malbatê yên li qadan tên berzkirin nehatana paşguhkirin, belkî me îro zanibûya çi hatiye serê Gulîstanê.”
‘XWIŞKA GULISTANÊ HAT CEZAKIRIN’
Yantemûrê der heqê pêvajoya lêgerîna li Gulistanê de jî ev tişt parve kirin: "Lêgerîna li binê avê ya ku bi mehan dewam kir, bi ser neket. Destûr dan malbata Zaînal û malbat nîvê şevê ji bajêr reviya. Xwişka Gulîstanê ya mezin Aygul Dokû ji ber ku xwest malbat ji bajêr derneneke hat cezakirin. Dayik û xwişka Gulîstanê tenê ji ber ku li aqûbeta Gulîstanê pirsîn hatin binçavkirin û rastî lêdanê hatin. Bavê Zaînal li ser medyaya civakî, gef li xwişka Gulistanê xwarin."
‘GULISTAN ÊDÎ BÛYE SEMBOL’
Yantemûrê axaftina wiha domand: “Gulistan Dokû bûye sembola ku di bîra jinên vî welatî de hatiye xemilandin. Ne tenê li Dersimê û ne jî li Tirkiyeyê bi hezaran jinên wekî Gulîstan hatin windakirin, qetilkirin û aqûbeta wan nediyar e. Bi dehan jinên ku tenê li bajarê me xwendekarên Zanîngeha Mûnzûrê bûn, gelek caran rastî destavêtinê hatin. Xwişkên me yên ciwan li ser rêya dibistanê, li ber yûrdê, li cihê kar û li kafeyan nerihet in."
‘JIN WEKÎ ZAYENDA DUYEMÎN TÊ DÎTIN’
Yantemûrê anî ziman ku ew bi vê rastiyê dizanin ku ev pirsgirêkên jinan hemû ji ber zayendê ne û wiha axivî: “Jin weke zayenda duyemîn tê dîtin, di her firsendê de ji aliyê nûnerên hikûmetê ve cudakariya li ser jinê tê provokekirin. Hewl tê dayîn ku îfadeyên zayendperest di metna Destûra Bingehîn de cih bigirin, deriyên saziyên ku jinan li parêzgehên kurdan ava kirine tên kilîdkirin. Peymana Stenbolê ji holê tê rakirin, zarokên 6 salî di terîqetan de îstismar dikin an jî birçî dimînin."
'EM DEST JI TEKOŞÎNÊ BERNADIN'
Yantemûrê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Çawa ku me bi dehan cînayetên jinan bê şop nehiştin, çawa ku me qanûna bi hejmara 6284'an û gelekên din bi dest xistin, çawa ku me tacîzkar û kujer yek bi yek şandin girtîgehan, me destûr neda ku rêgezên hiqûqî rewa bikin. Me dev ji pirskirina li aqûbeta Gulîstan Dokûyê bernedaye. Em jin îro li vê meydanê dîsa dipirsin û em dev ji pirsa xwe bernadin: Gulîstanê li ku ye?”