NAVENDA NÛÇEYAN - Rêya Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li dîasporayê li bajarê Parîsê digihîje hev. Ew li dilê Kurdistanê li Amedê hatibûn oxirkirin û li sê warên cuda bûbûn 3 şitil.
Sê jinên Kurdistanî li cih û demên cuda da tên dine. Ji bo ku çarenûsa gelê kurd biguherînin li ser heman rêyê gihîştin hev. Her sê jinan jî ji bo azadiya Kurdistanê têkoşiyan û tev li karwanên nemiran bûn.
DARBESTÊN 3 JINAN LI AMEDÊ HAT RAKIRIN
Rûpelên salnameyan 9’ê Çile 2013’an nîşan dida. Li paytexta Fransayê li Parîsê ji damîzrenerên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera Parîsê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) ji aliyê kujer ango tetikkêş Omer Guney ve hatin qetilkirin. Cenazeyên her sê cangoriyan bi heman balafirê şandibûn Amedê. Cenaze ji aliyê sed hezaran kes ve hatibû pêşwazîkirin. Li Amedê merasîmek bi heybet ku hema bêje di dîroka Kurdistanê de yekem car bû hatibû lidarxistin. Piştî merasîma li Amedê cenazeyê Cansiz şandin Dêrsimê, cenazeyê Dogan şandin Mereşê û cenazeyê Şaylemez şandin Mêrsînê.
Cenazeyê wan li bajarên ku bi hesreta wan mabûn, hatin veşartin. Têkoşîna her sê jinên têkoşer ên kurd îro jî ji bo têkoşîna azadiya jinên Kurdistanê bûye ronahî.
FÎDAN DOGAN
Yek ji van jinên pêşeng jî Fîdan Dogan e. Ew piştî Komkujiya Mereşê ku di 19’ê kanûna 1978’an de qewimîbû di 17’ê çileya 1982’yan de li gundê Malo Bûtan ê bi ser navçeya Elbîstana Mereşê ve tê dinê. Navê metika wê ya mezin lê kiribûn. Hê ew 2 salî ye malbata wê ji ber sedemên aborî di sala 1984’an de koçî Frnsayê dike. Dogan bi du wişkên xwe re li cem pîrka xwe li gund dimînin. Heta pola duyemîn a dibistana destpêkê li gund dixwîne. Dogan di 9 saliya xwe de bi du xwişkên xwe re diçe Fransayê cem malbata xwe. Dogan piştre di 17 saliya xwe de tê gund û ew li gund ciwanên zanîngehê dixwînin nas dike û têkoşîna xwendekaran bandorê li ser wê dike. Dogan li bajarê Strasburgê yê Fransayê dibistana navîn û lîseyê diqedîne. Ew cara pêşî li Komeleya Çanda Kurd tev li çalakiyên hunerî dibe û girêdana wê ya bi têkoşîna azadiya Kurdistanê re zêde dibe û ew dest bi xebatên têkoşînê dike.
15’Ê SIBATÊ JI BO WÊ BÛ QONAXEK DESTPÊKÊ
Dogan her çiqas li Fransayê mezin bibe jî lê di nava malbatek welatperwer de mezin dibe û ji bo wê 15’ê Sibata 1999’an wexta ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê tê kirin, ji bo wê dibe qonaxek nû û destpêka têkoşînek aktîf. Kenê li ser rûyê wê qet kêm nabe û bi dilnizmiya xwe di hişê mirovan de maye. Wê li dîasporayê têkoşînek bênavber kir. Di xebatên ciwanan de cih girt û piştî demekê biryar digire ku navê xwe biguherîne û navê Rojbîn li xwe dike.
HERÎ DAWÎ NÛNERA KNK’Ê BÛ
Dogan piştî demekê li Navenda Enformasyonê ya Kurdistanê dest bi xebatên têkoşînê dike. Ev navend bû cihê şehadeta wê jî. Dogan demek dirêj li Fransayê û Belçîkayê û gelek deverên din ê Ewropayê xebatên dîplomatîk meşand. Ew bi kesayeta xwe ya ku mirovên li hemberî xwe qanih bike dihat nasîn. Dogan di sala 2007’an de berdevkiya çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) şandeyek bişîne cem Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kir. Dogan di sala 2011’an de wek berpirsiyara Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê xebitî. Êdî ew ji hemû xebatên dîplomatîk ên Fransayê berpirsiyar bû û Nûnera KN’'ê bû. Heta roja hat qetilkirin jî dixwest bi xebatên dîplomatîk bala raya giştî ya cîhanê bikişîne ser têkoşîna azadiya kurdan.
LEYLA ŞAYLEMEZ
Jina herî ciwan jî Leyla Şaylamez bû. Di 1’ê çileya sala 1988’an de li Mêrsînê wek zaroka malbatek welatparêz a kurd tê dinê. Navê ji pêşengên têkoşîna jina kurd Leyla Qasim lê hatibû kirin. Bi salan şûn wê bavê bigota, “keça min heqê navê xwe da…”
Malbata Şaylemez ji navçeya Licê ya Amedê ji ber zext û zordariya dewletê 37 sal berê koçî Mêrsînê dike. Ew zaroka pêncemîn a malbatek ku 8 zarokên wê hebûn. Hê Leylayê du salî ye bavê wê Cûmalî Şaylemez ji ber zexta dewletê koçî Almanya dibe. Leyla Şaylemez di sala 1994’an bi 5 xwişk û birayê xwe re ew jî koçberî Almanya dibin û 2 sal şûn ve dayik û 2 xwişk û birayê wê koçî Almanya dikin.
JIYANA LI SIRGÛNÊ
Şaylemez û malbata xwe li bajarê Halle yê eyaleta Sachsen-Anhalt a Elmanyayê bi cih bûn, bi salan di nava şert û mercên giran de têkoşîna jiyanê dan. Malbata wê zarokên xwe dibirin komeleyên kurdan da ku li gel xwendina li dibistanên almanî ji nirxên xwe yên çandî dûr nekevin. Şaylemez ku di nava komên folklorê de cih girt, bi kesayeta xwe ya bienyad di bîra mirovan de ma. Şaylemez piştî xwendina 9 salan dest bi amadekariyên çûna zanîngehê kir, di vê navberê de dest bi naskirina tevgera kurd kir û bi awayekî aktîf beşdarî xebatên têkoşîna azadiya kurd bû. Di sala 2008’an de li gelek deverên Ewropayê xebatên ciwanan meşand.
HESRETA WÎ YA MEZIN AMED BÛ
Şaylemez ku di sala 2010'an de tev li PKK'ê bû, 2 sal şûnde ji ber pirsgirêkên tenduristiyê vegeriya Ewropayê û ji cihê ku lê hiştibû bi awayekî çalaktir xebatên xwe domand. Şaylemez ku hesreta wê ya herî mezin dîtina Amedê û tevlibûna Newroza Amedê bû. Lê canê xwe kir qurbanê wê axa ku bi hesreta wê dijiya û li pey wê têkoşînek bêdawî ma.