ÊLIH - Aktîvîsta TJA’yê Gulistan Sonuk diyar kir ku jinên têkoşer di hedefa pergala faşîst a zilaman de ne û got: “Em dengê xwe bi jinên Rojhilat, Rojava, Îranê, Belûcî û Afganistanê re bilind dikin. Em dengê xwe ji bo hemû hevrêyên xwe bêtirs têkoşiyan bilind dikin.”
Pêkahetyên Tevgera Jinên Azad (TJA) ên Êlihê ji bo jinên li Kurdistan, Tirkiye, Îranê û Ewropayê hatin qetilkirin daxuyanî dan. Daxuyanî li ber avahiya HDP’a Êlihê pêk hat. Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz, Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz a qeyûm tayînî şûna wê hat kirin, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê, rêveberên HDP, DBP’ê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.
Di daxuyaniyê de pankarta “Emê hesabên hemû komkujiya bipirsin, şoreşa jinê pêk bînin” hat vekirin. Aktîvîsta TJA’yê Gulistan Sonuk daxuyanî da.
‘BERXWEDANA KOBANÊ JI JINÊN CÎHANÊ RE BÛ ÎLHAM’
Gulistan Sonuk diyar kir ku dengê jinan ên li dinyayê bilind dibe û ev dengê şoreşê ye. Sonuk da zanîn ku li Rojhilata Navîn hemû avakarên mêr ên olê îstîsmar dikin herî pêşî berê xwe dane destkeftiyên jinan. Akdagê wiha domand: “DAIŞ’a hov ku bi pêkanînên dijminahiya jinan li hemû dinyayê tirsa xwe belav kir û bi êrîşa li ser Şengalê jinên Kurd kir kole û di bazaran de firot bi van dîmenên tirsnak xof afirand. Li hemberî DAIŞ’ê di Kobanê de bi têkoşîneke bêhempa Arîn Mîrxan, Hevrîn Xelef û bi sedan jinên berxwedêr bi dirûşma jin jiyan azadî jiyana xwe feda kirin û nîşan dan ku berxwedan dibe serkeftinê. Şoreşa berxwedana Kobanê ji jinên dinyayê re bû îlham.”
‘XWEDÎ LI JINÊN AFGANISTAN Û ÎRANÊ DERKEVIN’
Sonuk bal kişand ser serhildanên jinan yên li rojhilatê Kurdistanê, Îran û Afganistanê û wiha berdewam kir: “Jinan di Rojhilata ku rêgezên şerîatê derbasdar bûn de bi hişmendiya tarî ya serdema navîn re têkoşîn kirin. Bi qetilkirina Mahsa Amînî re jinan bi dirûşma Jin Jiyan Azadî serî hildan û bi qêrîn gotin êdî ew ê rêgezên şerîatê qebûl nekin. Li Afganistanê çawa Talîban bû pêşeng ewilî wekî Îranê êrîşî destkeftî û mafên jinan kir. Divê ji hêla hemû dinyayê ve xwedî li berxwedana jinên Afganistan û Îranê were derketin. Zimanên şoreşê zimanê jinan e. Li hemberî faşîzm û nijadperestiyê jin ji hemû civakê re pêşengtî dikin.”
SÊVÊ, FATMA Û PAKÎZE HATIN BIBÎRANÎN
Sonuk sê jinên li Silopyayê hatine qetilkirin bi bîr anî û wiha got: “Em wekî jinên kurd li dijî sirgûn, girtin û suîqestên ku li pêşengên me hatine destpêkirin, li vir in. Dîrok li hemberî pergala mêrane ya paşverû ya faşîst e, dîroka têkoşîna me ye. Sê jin sê rêhevalên me pêşengên tevgera jinan Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar ên ku bawer dikirin jiyaneke azad ancax bi rêveberiya xweser ew ê mimkun be 10 sal berê li Silopiyayê hatin qetilkirin.Wan ji me re di şertên herî giran de wêrekiya berxwedanê nîşan dan. Desthilatdarî, pêşeng û rejimên dijminên jinan li her derê dinyayê jinên rêber û pêşeng hedef digrin û wan qetil dikin. 10 sal berê pêşengê têkoşîna jinan Sakîne Cansiz a ku hemû emrê xwe dabû têkoşîna li hemberî pergala kapîtalîst, parastina modela jiyaneke alternatif dikir û ji bo vê modele ava bike hewl didan, li Parîsê bi Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez re hat qetilkirin. Yên ku dibêjin hemû jiyana min şer e, şoreşa jinan diafirînin û nirxên ku afirandine mezintir in.
AKARSEL Û GOYÎ HATIN BIBÎRXISTIN
Sonuk, Nagihan Akarsel û Evîn Goyî jî bi bîr anî û wiha berdewam kir: “Felsefeya dirûşmeya Jin Jiyan Azadî bi pêşengtiya jinên Kurd li hemû dinyayê belav bû. Pergalên mêrane yên tehamûla wan ji vê yekê re tune bû, li her derê bi dijminahiya jinan êrîş pêk anîn. Di 10’ê Cotmehê de edîtora kovara Jineolojiyê Nagehan Akarsel li Silêmaniyê hat qetilkirin. Evîn Goyî ya li Rojava ku bi salan li hemberî pergala kapîtalîst di avakirina jiyaneke alternatif de cih digirt û di şerên DAİŞ’ê de li jiyanê ma, lê bi du hevalên xwe re di êrîşa Parîsê de hat qetilkirin.”
‘CIVAK TÊ PÛÇKIRIN’
Sonuk windakirina Gulistan Dokû ya li Dêrsimê jî bi bîr xist û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev 4 sal in bêwestan û bênavber me pirsî. Îro jî 5’ê Çileyê ye û ji roja ku wenda bûye dîsa dipirisin. Gulistan Doku li ku ye. Bi polîtikayên şer hêzên mihraq, bi awayekî hatine gel hev, bedenên jinan bedenên zarokan jî kirine obje û çanda tecawûzê xwezayî û ji rêzê kirine. Xizanî tê mezinkirin, xizanî wekî polîtîka tê bikaranîn û civak tê pûçkirin. Em dizanin, Li hember in û em Qebûl nakin. Em diqîrin Jin Jiyan Azadî: dirûşma me ya li hemberî mirin û polîtikayên şerê jiyan, li hemberî mêtîngerî û paşverûtiyê azadî ye. Em dengê xwe bi jinên ku li malê, li kuçeyê, li kargehê tundî dibînin û rastî neheqiyê tên berz dikin. Dengê xwe bi jinên Îran, Belluc, Rojhilatî, Rojavayî û jinên Afgan re berz dikin. Em Dengê xwe ji bo hemû rêhevalên xwe yên ku li hemberî newekheviyê bê tirs têdikoşin berz dikin.”
Çalakî bi berzkirina dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.