RIHA - Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Zahîde Memo diyar kir ku wan di Konferansa Zanîstê ya Yekemîn a Navenda Lêkolînên Jineolojiyê de cihê jinê yê di cihana zanîstê de nîqaş kirine û destnîşan kir ku di xebatên zanîstî de pêdivî bi “perspektîfa jinê” heye.
Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê di 10’ê çileyê de Konferansa xwe ya Zanîstê ya Yekemîn li Wargeha Serdem a li Kantona Şehbayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar xist. Konferansa ku bi dirûşmeya “Ji têkoşîna Sakîne û Evînê heta têkoşîna Zeynep û Nagîhanê jin jiyan azadî” hate lidarxistin, bi beşdariya 170 delegeyên ji Efrîn, Şehba û Helebê pêk hat.
Di konferansa ku di demeke ku êrîşên dewleta tirk û ambargoya rejîma Sûriyeyê dewam dike hat lidarxistin de mijarên tundiya li hemberî jin û zarokan, perwerde, aborî û tenduristiyê hatin nîqaşkirin. Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê ya Efrîn û Şehbayê, konferansa ku di bin siya êrişan de pêk hat ji ajansa me re ragihand.
Zahîde Memo
BERDEWAMA XEBATÊN LI EFRÎNÊ
Memo, diyar kir ku meclisên jinan, Kongreya Star, Yekitiya Jinên Ciwan û saziyên jinan ên din jî piştevaniya konferansê kirin û anî ziman ku xebatên Navenda Jineolojiyê ku beriya 2 salan li Şehbayê hate avakirin, beriya konferansê girtine dest. Memo, bi lêv kir ku ev xebat berdewama xebatên li Efrîna ku niha di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de ne. Memo, da zanîn ku bi konferansê xwestin perwerde, lêkolîn, nîqaş û atolyeyên 2 sal in li dar dixin bi encam bikin û wiha got: “Pirsgirêkên derketin holê, rexne me bi konferansê anîn bahev û li çareseriyan geriyan. Me bi perspektîfa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û nivîsên hevala me Nagîhan Akarsel a li Silêmaniyê hatiye qetilkirin dest bi konferansê kir. Me perspektîfa ‘Jin jiyan azadî’ nîqaş kir. Her wiha me cih da bernameya xebatê ya du salan. Dîsa me şano jî lîstin. Stranên ku serhildana Jîna Emînî û jinên berxwedêr vedigotin, hatin gotin. Me di konferansê de tundiya li dijî jin û zarokan, girîngiya aboriya jinê û tundiya teknolojîk a li ser jinê nîqaş kir.”
Memo, diyar kir ku bi konferansê re wan xwestine bersivê bidin komkujî û qirkirinên li hemberî jinan ku ji aliyê dewletên hegemon ve hatine kirin û wiha berdewam kir: “Bi vê konferansê re me dît ku em li Şehbayê di bin ambargo, bombebaran û polîtîkayên şerê taybet de çiqasî xurt in. Me nîşanî herkesî da ku em rêxistin kirin û xebatên xwe didomînin. Em bi vê hişmendiyê xebatên xwe didomînin û em ê bidomînin jî.”
‘GUHERTIN BI JINAN PÊKAN E’
Memo ku qala girîngiya Jîneolojiyê kir, anî ziman ku xebatên xwe ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Kurdistan, Rojhilata Navîn û Ewropayê jî didomînin. Memo, daxuyand ku jin ji atolyeyên ku di konferansê de hatin lidarxistin re amadekirî hatibûn û gelek fikir gihiştin hev û diyar kir ku di zanîsta di bin serweriya zilam de cihê jinê yê di zanîstê de nîqaşkirin. Memo, destnîşan kir ku ji ber pêdiviyê konferans li dar xistine û bi lêv kir ku bi awayekî zanîstî pirsgirêkên psîkolojîk, biyolojik û gelek mijarên din girtine dest.
Memo, di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Ji ber ku rêxistinek, tevgereke azadiyê weke îdeolojîk tê avakirin. Divê ev hevdu temam bikin. Dema em li fikrên ku îro derketin holê dinerin, hemû di bin ronahiya zanîstê de derdikevin holê. Ev fikir çiqas bandor dikin an nakin gelek girîng e. Zanîst çiqas bi van re têkildar e, qada jinê bi zanîstê re çiqas eleqedar e? Bi awayekî sosyolojik, felsefîk û civakî hezkirina zayenda dijber û bandora li ser zarokan bi awayekî zanîstî girt dest. Ji ber vê yekê me xwest ne bi awayekî rêxistinî, bi awayekî zanîstî konferansekê pêk bînin. Me xwest nirxandina zanîstî derkeve holê. Em dizanin rastkirina zanîstê bi nirxandinên jinan û perspektîfa jinan pêkan e. Ji ber ku jin zanîst e, jin jiyan e. Em bi vê nîqaşê re ne tenê jinan tevahiya civakê di bin ronahiya zanîstê de nîqaş dikin.”
‘JI ÊRIŞÊN LI EFRÎNÊ RE BERSIVEK BÛ’
Memo, destnîşan kir ku di 5’emîn salvegera dagirkirina Efrînê de ev xebata bi jinên Efrîn û Şehbayê re kirine girîng e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi vê konferansê me xwest bersivê bidin dagirker û mêtingeran. Ji ber vê yekê em îro bi jinên Efrînî û ereb ên koçber re hatin cem hev. Di vê dîrokê de lidarxistin û nîqaşkirina konferansê ji bo me girîng bû. Me xwest em bi bîr bînin ku Efrîn hatiye dagirkirin. Bêguman daxwaza me ya yekem vegera li Efrînê ye û di wateyekê de armanca me ew bû ku em peyama vê yekê bidin. Dixwazin hêza jinê ya li herêmê bişikînin. Her wiha me di konferansê de yekîtiya jinan a ku di bin her şert û mercan de ava bûye nîqaş kir. Jin dixwazin hîn bêhtir li hev bicivin û bibin hêza çareseriyê. Bi vê rêxistinbûn û hişmendiyê re ye ku dixwazin pêşî li komkujiyan bigirin. Ji bo vê jî xwedîderketina jinan a li hev û yekîtiya wan a bi hev re jî rojeva girîng a konferansê bû. Bi dewamkirina van û komeleyên mîna wê re di rojên pêş de em ê êrîşan jî vala derbixînin. Me biryar da ku em yekîtiya xwe xurt bikin.”
MA / Mujdat Can