HATAY - Nûnerên rêxistinên jinan ên 8’ê Adarê li Hatayê bi piştevaniyê pêşwazî dikin, diyar kirin ku baweriya jinan bi dewlet û tu saziyan nayê wê nayê û wiha gotin: “Lewma jî em li vê derê ne. Li devereke tarî û di bin kavilan de jin dê bi rêya piştevanî û wêrektiyê jinûve ava bikin.”
Jinan, 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ya îsal bi seferberiya ji bo dermankirina birînên herêmên erdhejê pêşwazî dikin. Yek ji bajarên herî zêde di erdhejê de hilweşiyayî jî Hatay e. Jinên ku li bajar torên piştevaniyê ava kirin, bi gotina “Dewlet tune ye, jin hene” balê dişînin ser girîngiya piştevaniyê.
PIŞTEVANIYEKE HÎN MEZINTIR
Ji Tevgera Jinên Sosyalîst Sîbel Goktaş diyar kir ku ew 8’ê Adarê di nava şert û mercên awarte de pêşwazî dikin û wiha got: “Em, 8’ê Adara îsal di demeke ku xizantî û tenêtî hatiye pêşxistin de pêşwazî dikin. Lê ji bo mezinkirina piştevaniyê em ê li herêmên erdhejê bin. Niha li 11 bajaran jin û zarok bêxwedî hatine hiştin û ya girîng ew e ku em berê bêhtir kesan bidin vê herêmê. Me hem li Parka Sevgî û hem jî li Armutluyê noqteyên piştevaniyê ava kirin. Em qadên li lgorî çanda civakê ava dikin. Di nîqaşan de xuya dibe ku gel di çanda xwe de biisrar e. Yên ku pêşengtiya vê dikin jî jin in. Em diçin serdana konbajarên din jî. Ji bo jin û zarokan xebatên taybet dikin. Agahiyên şaş tên belavkirin, ji ber ku dewlet nehate vê derê. Em bi taybet jî xebatên agahdarkirin û piştevaniyê dikin. Herî zêde di vê demê de hewcehiya jinên li Semsûr, Mereş, Hatay û bajarên din bi piştevaniyê heye. Em ê di 8’ê Adarê de kolanan neterikînin. Ji ber ku me hemû destkeftiyên xwe li kolanan bi dest xistin. Divê her kes were vê derê. Dema malbat di bin kavilan de, dewlet bi dozeran dikeve ser kavilan. Û civakek heye ku naxwaze li hemberî vê dewletê bêxwedî be.”
LI HATAYÊ RUHÊ PIŞTEVANIYÊ
Sekretera Jinan a Halkevlerî Berna Demîrbaş jî diyar kir ku ji roja ewil a erdhejê ve hatine Hatayê û wiha domand: “Li bajar piştevaniyeke xurt heye. Li vir jinan gelek awayên têkiliyan birêxistin kirine. Me dît ku ne erdhejê û ne jî îktîdarê nekariye vê tecrûbeyê tune bike. Di esasê xwe de kavilên li vê derê, kavilên îktîdara AKP’ê yên 20 salan e. Me dît ku jin bi rêya piştevanî û cisaretê ji bin van kavilan derketin. Dixwazin hesabê ji berpirsyaran bipirsin. Ev rewşa hesabpirsînê jî bandora xwe li hemû Tirkiyeyê dike. Em li vê derê ne û inyeta me ya çûnê nîne. Em bi jinên vê derê re diaxivin bê ka çi dixwazin. Niha tirsa wan a herî mezin ew e ka em ê ji vir biçin an na. Baweriya ne bi dewletê û ne jî bi tu saziyên îktîdarê heye. Tenê ji jinan û tevgerên wan bawerin. Heta ku ew neçin jî em van deveran terk nakin. Li qadeke bin tarîtî û kavilan de jin dê nûbûnê bi piştevanî û cisaretê ava bikin.”
JINÛVE AVAKIRIN
Ji Tora Parastina Jinan Esma Çaglak jî bi lêv kir ku dê 8’ê Adarê li navçeya Defne ya Hatayê pêşwazî bikin û axaftina xwe wiha qedand: “Dê gelemperiya rojeva me bibe ev hilweşîna mezin. Ji ber ku sedemên vê hilweşînê ne tenê erdhej lê hikûmeta AKP û mitehitin. Ji bo hesabpirsîna kesên di bin van kavilan de jiyana xwe ji dest dayîn, 8’ê Adarê bû navnîşanek. Ji ber ku têkoşîna jiyanê bo femînîstan têkoşîna esasî ye. Ji sedî 60’î Hatayê hilweşiyaye. Lê li vê derê hêjta mirov, jin û jiyan heye. Em bi xebatên xwe nîşan didin ku avakirina jiyaneke nû ne bi têkiliyên piyasayê û bi AKP’ê lê bi awayeke femînîst pêkane. Em ê 8’ê Adarê li vê derê li gel hemû rêxistinên jinan organîze bikin. Em rastî gelek bûyerên tundiyê hatin. Em di nava pergaleke patrîarkal de ne lewma karesatên xwezayî nikarin pêşî li ber tundiyê bigirin.
Jinên ku beriya erdhejê neçar man dev ji hevjînê xwe, kekê xwe berdin, neçar dimînin ku bi wan re di heman konê de bijîn. Gelek jinên di asta hevberdanê de hatin. An parêzerên wan mirine an jî ji ber pirsgirêkên cuda nekarîne hev berdin. Em alîkariya hiqûqî û rêxistinî didin wan. Me gelek hevalên xwe derxistin derveyî bajar. Bi vê yekê hewl didin bo wan qadên biewle ava bikin. Weke ku hûn jî dibînin, ev 23 roj in dewlet li vir tune ye. Qaşo hêzên ewlekariyê hene û tenê dewriyeyan dikin . Dewlet tune ye lê em jin li vê derê ne. Femînîst li vê derê ne.”
MA / Eylem Aktaş