MÊRDÎN - Berxwedana li Mêrdînê ya li dijî tayînkirina qeyûm di roja sêyemîn de didome. Di berxwedanê de peyama "Em ê heta dawiyê têkoşîn û berxwedana xwe ya li dijî qeyûman bidomînin” hat dayîn.
Li dijî tayînkirina qeyûman a li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê 3 roj in welatî li ber xwe didin. Îro jî gelek welatî hatin li ber avahiya şaredariyê û çalakiya xwe berdewam dikin. Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Çaglar Demîrel, siyasetmedar Ayla Akat Ata û parlamenterên DEM Partiyê û gelek welatî tev li berxwedana îro bûn. Di berxwedana îro de bê navber dirûşmeyên "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin. Li ber avahiya şaredariyê daxuyanî hat dayîn.
'EM Ê BI BERXWEDANÊ BI SER BIKEVIN’
Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdinê Devrîm Demîr di çalakiya nobetê de axivî û bal kişand ser girîngiya berxwedanê û got: "Dewlet bi tayînkirina qeyûman vîna gelê Mêrdînê xesp dike. Lê belê gelê me li her derê xwedî li îradeya xwe derdikeve û dibêje 'Em qeyûmê nas nakin û em ê li ber xwe bidin'. Em bi berxwedan û têkoşînê hatin heta îro. Em ê piştî îro jî berxwedana xwe bidomînin. Ez bawerim em ê bi vê berxwedanê bi ser kevin. Em ê bi berxwedana xwe paşve gav ji qeyûman bidin avêtin. Weke ku hûn dizanin ev 3 roj in ji partiyên siyasî, sazî, dayik û kesên din gelek kes tên vir da ku li cem me bin."
'EM ALÎGIRÊN ÇARESERIYÊ NE’
Siyasetmedar Ayla Akat Ata jî bal kişand ser tayînkirina qeyûmê yên demên borî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dewlet êdî bê hêz e û li dijî vê yekê hertim kurdan tune dihesibîne û dixwaze wisa bi hêz bibe. Bi salan ji me re gotin 'Hûn li vî welatî cudakariyê dikin', cudakariya esil û îxanet tayînkirina qeyûman e. Dibêjin hûn nikarin vîna xwe derxin holê, gelo di hiqûqa vî welatî de tiştek wisa heye? Heke di hilbijartina hevşaredariyan de pirsgirêk heye hûn çima mazbata didin? Li holê hesabeke polîtîk heye, lê gelê me hesabê hatî kirin pûç kir. Ya ku bi hêz gelê me ye. Dê herî dawiyê ji xeletiyên xwe paş ve gav bajêjin. Fira jiyana azad û wekhev ne tenê şaredarî ne. Em wek Tevgera Jinan dibêjin em li cem hevala xwe Devrîmê ne. Em bi zanebûna ku hîna gelek tişt hene ku em jê hîn bibin li cem birayê xwe Ahmet in. Em alîgirê çareseriya demokratîk in. Em di aştiyê de her tim israr dikin û ji bo wê jî amadene ku bedel bidin."
'NIKARIN ÎRADEYA GELÊ KURD TÊK BIŞKÎNIN’
Aktîvîsta TJA'yê Çaglar Demîrel bi bîr xist ku tayînkirina qeyûman di 4’ê Mijdarê de pêk hatiye planek bi zanebûn bûye û wiha got: “Di sala 2016’an de em hatin girtin. Lê berxwedana me li girtîgehan jî berdewam kir. Hûn tu carî nikarin vîna Gelê Kurd bişkînin, hûn nikarin vê yekê bi qeyûman bikin. Qeyûm çi ye? Qeyûm barîkat e. Şaredarî malên gel in, nahêlin gel bikeve malên xwe. Li ber şaredariyê barîkat jî deynin nikarin li hemberî çand û zimanê Gelê Kurd barîkatan dayîn. TJA Mêrdînê jî çand û zimanê xwe parast. Devrîm Demîr û birayê Ahmet jî îradeya Gelê Kurd temsîl dikin."
'BERXWEDANA ME WÊ BIDOME’
Çaglar Demîrel, da zanîn ku tayînkirina qeyûman jî ji bo şikandina vîna jinên Kurd pêk hatiye, Çaglar Demîrel bi bîr xist ku pêşî bi tayînkirina qeyûman re navendên jinan hedef hatin girtin û ev tişt anî ziman: “Li hemberî van êrişan herî zêde jinan bersiv dan. Dixwazin Gelê Kurd bi tenê bihêlin. Em dixwazin Tirkiye vê yekê baş bizane. Divê Gelê Kurd bi tenê nehêlin. Dema di 4’ê Mijdara 2016’an de yekem qeyûm tayîn kirin, me li meclîsê got îro ya me ye, sibe Tirkiye ye. Me got werin em destên xwe bidin hev, nexwe ew ê sibe jî li we bikin. Piştî 8 salan li Esenyurtê qeyûm hat tayînkirin. Em ê li Êlih, Xelfetî, Mêrdînê û li her derê bin. Em ê berxwedana xwe bidomînin."
TURK: DIVÊ HER KES XWEDÎ LI ÎRADEYA XWE DERKEVE
Herî dawî Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk axivî û da zanîn ku roja ku dest bi siyasetê kir heta îro her tim bûye hedefa îktidaran û dewletê û wiha got: "Kurd îro polîtîk in. Ji bo vê, gava ku hûn bi projeyên rast diyalogê ava bikin, em ê destê we bigirin. Lê ger hûn bi siyaseteke ku xapandinê armanc dike werin hûn ê xwe bixapînin. Ez di wê baweriyê de me ku dema em berxwedaneke xurt nîşan bidin, yên dixwazin me tune bikin, wê gavê paşde bavêjin. Divê her kes xwedî li îradeya xwe derkeve. Mesele ne xwedîderketina li min û hevala me Devrîmê ye, xwedî li îradeya xwe derketin e. Em hêvî dikin ku her kes vîna xwe biparêze."