MEREŞ - Hediye Kîn a protezên lingên wê sist bûne, di roja erdhejê ya 26’an de hêj jî negihiştiye kon.
Tevî ku 26 roj bi ser erdhejên li Mereşê çêbûn û bandor li 11 bajaran kir re derbas bûn jî hêj pirsgirêka stargehan heye. Gelek mexdûrên erdhejê di roja 26’emîn a erdhejê de hêj jî negihiştine kon û konteyniran. Bi mexdûrên erdhejê yên ji cih û warê xwe vedigerin re, ev pirsgirêk her ku diçe mezintir dibe. Ji bilî stargehan pirsgirêk xwarin û germkirinê jî dewam dike. Weke mexdûrên erdhejê yên nikarin xwe bigihînin kon, yên xwe digihînin jî pirsgirêka xwarin û xurekê dijîn.
DI WESAYÎTÊ DE DIMÎNIN
Hediye Kîn a 60 salî ku li navçeya Elbistanê pirsgirêka wan a stargehê heye bi malbata xwe re hewl didin di nava wesayîta xwe de bijîn. Kîn a ku her du lingên wê jî bi protez in hevjînê wê yê 70 salî jî bi penceşêra kezebê ketiye. Kîn, têkildarî tiştên ku di dema erdhejê de jiyan wiha got: “Ez ji her du lingên xwe emeliyat bûm, protezên min riziya ne, nikarim bimeşim. Dema bi şev erdhej çêbû, avahiya li rex me hilweşiya. Em çûn mala bûka min. Em nîvro rastî erdheja duyemîn hatin. Heta ew xelas nebû jî em derneketin. Em bi qêrîn di hundir de man. Pişt re jî em bi wesayîtê hatin vir û di wesayîtê de man. Me zarok xistin wesayîtê, li wir germ bûn. Heke tiştek bibe nikarim birevim. Mala me 3 caran hejiya. Em bi zarokan re hatin wesayîtê. Me wesayît gerim kir. Em bi betaniyê li vir razan.”
KON NEGIHIŞTIN ME
Kîn a li neviyê xwe jî dinêre; ji erdhejê û vir ve bi 3 kur, 2 bûk, 4 nevî û hevjînê xwe re dimîne, anî ziman ku bi malbata xwe ya ji 11 kesan pêk tê nikarin biçin malê û zarokan hêj di wesayîtê de radizînin. Kîn a tevî 25 roj bi ser erdhejê re derbas bûne jî hêj nekariye kon bigire ev tişt gotin: “Bila cihê ez lê razêm bidin tiştekî din naxwazim. Qet kon nedan me. Cihên ku zarokên min diçinê dibên kon nemane. Zarok jî mexdûr dibin. Ji derve li mala me nêrîne gotine xesar nîne lê gelek zêde diheje, em ditirsin.”
JI BER LINGÊN WÊ YÊN BI PROTEZ PÊDIVIYA WÊ BI KLOZETÊ HEYE
Kîn a lingên wê bi protez in daxwazên xwe wiha rêz kirin: “Vîdeyên protezan sist bûne. Ez nikarim bimeşim. Dibêjin ‘Em te bibin konbajaran, tuwalet dûr in, tu nikarî rabî ser xwe’. Pêdiviya min bi tuwaletê heye, zor û zehmet li ser klozete rûdinim. Ez heta rahnên xwe emeliyat kirî me. Heke koyteyniran bidin ez ê keyfxweştir bibim. Heke wê bidin wê bûkên min li cem min bimînin û li min binêrin. Ez li vir mexdûr im. Çi bidin min ez ê bigirim.”
MA / Yusra Batihan