MEREŞ - Li gundê Qeman ê navçeya Elbistanê ku ji erdhejê bi bandor bû bi pergaleke xweser a di pêşengtiya jinan de hatiye avakirin birîn tên pêçandin. Muxtar Sîdar Yildiz a bi hêza çareseriyê dibe mînak wiha got: “Em bi pergaleke demokratîk hilberîna di cih de esas digirin.”
Di van rojên ku rewşa herî hov a şer, kaos û karesatên ku cîhana mêr ji bo berjewendiyên xwe ji civakê re maqûl dibîne tê jiyîn de, em dibin mêvanê gundekî ku çareserî li ser bingeha pergaleke demokratîk a bi pêşengiya jinê tê meşandin. Li gundê Qeman ê navçeya Elbistana Mereşê ku jiyaneke di pêşengtiya jinan de hatiye avakirin hindik be jî êşa giran a erdhejê sivik dike.
Hûn biçin kîjan gundê ku nêzî gundê navçeyê ne hûn ê “Muxtar Sîdar” a pêşengtiyê jiyana demokratîk û komunal dike bibîhisin. Em bi “Muxtar Sîdar” ku piştî erdhejê şûna li benda rayedarên dewletê bibe bû hêza çareseriyê re em li hawîrdoreke ku bi koordinasyona ava kirî ji bilî gundê xwe alîkariya gundên din jî dike hev nas dikin. Gundê ku piştî Elbistanê em çûn wir jineke ku alîkariyan organîze dike bala me dikişîne. Dema pirsa vê jina ku karên zilamên gund bikin bi bîra wan dixe dipirsim, bersiva ‘muxtara gund Sîdar” digirim. Di demeke ku kar zêde de ez nêzî wê bûm û xwe da nasîn, belku ji ber xatirê mevanbûnê be rûdine û hinek behna xwe vedide. Piştî demekê em axivîn teklîfa me ya hevpeyvînê bi gotina “kengî wê wextê min çêbibe nizanim” qebûl nake û li hemberî israra me ji bo piştî çar rojên din em li hev dikin.
ÇÎROKA JINEKE BERXWEDÊR
Sîdar Yildiz a 34 salî ku li Zanîngeha Îstîklal a Mereşê beşa Tenduristiyê ya Laborant û Beytariyê û li Zanîngeha Egeyê Zanîsta Sporê xwend yekane muxtara jin a navçeyê ye. Ev çîrok çîroka jineke ku dema her kes koç dike li gundê xwe dimîne, ji bo vê têdikoşe, tevî hin caran sernakeve jî dest jê bernade û li ber xwe dide ye.
PÊVAJOYA MUXTARIYÊ
Yildiz pêvajoya ku ber bi muxtariyê ve wiha vedibêje: “Dema min zanîngeh dixwend me heneka vê dikir. Min digot ez ê biçim gund û bibim muxtar. Heta bi gotina ‘ez ê behrê bînim gund” em dikeniyan. Pişt re min xwe di nava vî karî de dît. Xalê min ê 35 salan muxtarî kir bi gotina ‘Bila ciwaneke/î ku vî karî cudatir bike bibe muxtar’ ez pêşniyar kirim. Ez jî hatim cem malbata xwe û min bi dest siyasetê kir. Di teqîna 10’ê Cotmeha 2015’an de xaleta min jiyana xwe ji dest da. Vê rewşê ez hîn bêhtir bi vir ve girêdam. Ez fikirîm ku ji bo bîranîna wan bidim jiyîn divê ez li vir bim. Her tim digotin min here îltîca bike lê min îltîca nekir. Pişt re dayik û bavê min hatin girtin. Ez di wê pêvajoyê de jî her tim têkoşiyam. Pişt re hilbijartina muxtariyê çêbû û ez bûm namzet. Weke jineke ciwan min xwest hinek cudatir bibim û bibim mînak. Ez li hemberî mêrekî bûm namzet û min qezenc kir. Armanca min ew bû ku jinên min dibînin bêjin ‘binêrin jinek dikare vî karî bike, ez jî dikarim bikim’ bû. Min xwest bi kirinên xwe bibim mînak û cesarete bidim.”
YEKANA MUXTARA JIN
Yildiz a di nav 93 muxtarên gund ên Elbistanê de yekane muxtara jin e ji pirsa me ya “Berteka jinên li gund a li hemberî namzetî û hilbijartina we bû çi?” ev bersiv da: “Ez gelek keyfxweş im ji ber dema min dibînin çavên wan dibiriqin. Wexta min hembez dikin dibêjin ‘muxtara me’ min keyfxweş dike. Ez li qadê ji jinan gelek bertekên baş digirim. Ji zilaman bertekên baş digirim. Mirov dibêjin ‘em nikarin mezraya me jî girêdayî we bikin’. Ev yek min gelek keyfxweş dike.”
Yildiz, têkildarî bertekên saziyên dewletê jî van tiştan dibêje: “Dema ez diçûm saziyên dewletê min digot ‘ez muxtar im’ kesê bawer nedikir. Her tim neçar dimam ku nasnameyê nîşanî wan bidim. Lê pişt re elimin û kesên muxtara jin mereq dikirin hatin gund. Demekê ez çûm qeymeqamtiyê, qeymeqamî ji hemû muxtaran re got ‘ser xêrê be’ lê ji min re negot. Ez gelek bi vê aciz bûm û dîsa ketim hundir min ji qeymeqam re got ez muxtar im gelek matmayî ma. Nedizanî ku muxtareke jin heye.”
PERGALEKE LI SER ÇARESERIYÊ
Yildiz, diyar kir ku li dijî pirsgirêkên gundê wan û derdorê du rêbazên çareseriyê hene û wiha lê zêde kir: “An ew kar wê were çareserkirin an jî wê bi şer were çareserkirin. Ez li qadê tu pirsgirêkan najîm. Ez karên xwe teqez çareser dikim an jî şer dikim û dîsa tişta dixwazim didim kirin. Yekane felsefeya min a di jiyanê de çareserkirina vî karî ye, wekî din rêbazeke min a din nîne.”
Yildiz têkildarî wergirtin û pêkanîna biryarên têkildarî gund jî ev tişt gotin: “Gundiyan ji xwe bi deng dayînê helwesta xwe danîn holê. Min hin pirsgirêk jiyan. Demên ewil de gundiyan bêyî min hin tişt dikirin lê bi mudaxilekirinê ew jî bi dawî bûn. Em ji bo biryaran bi hev re tev digerin. Ez tena serê xwe biryaran nagirim teqez dişêwirim. Bi fikreke hevpar biryaran digirin. Ez hewl didim li gund pergaleke demokratîk bidim sepandin û ez difikirim ku min ev yek pêk aniye jî.”
HEWLDANÊN KOOPERATÎFBÛNÊ
Yildiz, diyar kir ku ji bo li gund kooperatîfê ava bike di nav hewldanan de ye û zehmetiyên pê re rû bir û dimînin wiha vegotin: “Ji roja ewil di mijara kooperatîfbûnê de em fikirîn, nîqaş kirin û biryara hin tiştan girt lê pirsgirêka herî mezin a di pêşiya me de mirov in. Em ji bo vê gelek têkoşiyan, perwerde girt lê mixabin nifûsa me ya ciwan bi pandemî û erdhejê re ket. Dema ciwan nebin nepekane ku hilberîn hebe. Carna havînê em ji karên rojane re nikarin karkeran peyda bikin. Ji ber ku ciwan nînin. Em bi ciwanên gundên derdorê re dixebitin. Ji bo kooperatîfbûna ku em xeyal dikin pêk bînin hewcehî bi hêza mirovan heye. Ji bo vê jî divê veger hebe. Ji ber vê hewldanên me yê kooperatîfbûnê bêencam man.”
TÊKOŞÎNA PAŞ VE VEGERÊ
Yildiz anî ziman ku ji bo vegera nifûsa ciwan pêwîstî bi qadên kar heye, ji bo vê jî hewldanên wan ên ji nû ve aktîfkirina Febrîqeya Xwarin û Pakêtkirinê ya li gund heye û got: “Febrîqeyeke me ya kar heye. Piştî ku weke muxtar hatim hilbijartin, ji bo ev kargeh bê xebitandin têkoşiyam. Heta min bang li mirovan kir ku di dawet û merasîma cenazeyan de ku mirov lê kom bûne vê kargehê ji nû ve çalak bikin. Tekane tişta ku ez dixwazim, teşwîqkirina vegera gund e û vê derê bikim navenda hilberînê. Piştre me hesabek ji bo xebitandina vê febrîqeyê afirand û me dest bi berhevkirina pereyan kir. Her kesî tevkarî kir û piştre Bankeya Cîhanê jî bi projeyekê piştgirî da me. Me Febrîqeya Xurek û Paketkirinê ava kir û piştre şîrket ava kirin. Me febrîqe ava kir, lê me nekarî bixebitînin. Me ceribandineka duyem kir. Di dema pandemiyê de me xwest kargehê careke din bi rê ve bibin. Ji ber ku krîza xwarinê dihat û me pêwîstî pê dît ku em seferber bikin. Pêdivîya mirovan bi xwegihandina xwarinên bitendurist heye. Piştre me biryar da ku li gund bacanan biçînin. Me li ser du hektaran bacan çandin û me encameke baş wergirt. Em bacanan berhev dikin, hişk dikin û pakêt dikin. Piştre me ev berhem şandin Ewropayê. Me li wir bi rêya komeleyan firot. Bêguman dema me ev kir, me kargeha xwe baş sererast kir û budçeyeke baş xerc kir. Piştre me dest pê kir ku em bifikirin bê ka em dikarin çi bikin. Me got ku em kargehê bidin xebitandin da ku em hêza kar peyda bikin. Di encamê de me dê zêdetir berhem bifirotina. Lê sekinî. Mirovan koça xwe dewam kirin. Tevî ku saleke me ya berhemdar hebû jî, me nekarî pêşî li derketina mirovan bigirin. Lê em dest jê bernadin em ê dîsa biceribînin.”
HILBERÎNA DI CIH DE
Yildiz diyar kir ku ji bilî hêza mirovan, pirsgirêkeke din jî bêbaweriya mirovên li gund a li hemberî hev e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Astengiya herî mezin pirsgirêka nebawerkirinê ye. Dîsa divê em pirsgirêka baweriyê derbas bikin. Piştî ku em ji hev bawer nekin em ê ji kê bawer bikin? Kî ji xwe re bêje 'ez ê vî karî bikim' em dikarin wî bixin berpirsyarê vî karî. Ne hewce ye ya min an jî ya kesekî din be. Heta ku hilberînek hebe. Em ji bo vê têdikoşin. Eger em febrîqeyê careke din bidin xebitandin, em dikarin bi ser bikevin. Ez ji yên diçin re dibêjim, 'niha vegerin'. Navçeya me piştî erdhejê careke din vala bûye û rewş ber bi cihekî xerabtir ve diçe. Divê mirov destên xwe bixin bin kevir. Ji niha û pê ve divê mirov vegerin, kooperatîfan ava bikin û ji nû ve hilberînin. Pêwîstiya Elbistanê bi vê heye. Pêwîstiya me bi tecrube, hêza mirovan û zanînê heye. Eger ev pêk were, em ê bi ser bikevin. Em ê teqez van projeyan bi cih bînin, rêyeke din nîne.”
PIŞTEVANÎ BAŞ DIKE
Yildiz a piştî erdhejê koordînasyonek ava kir, bi vî şiklî hem pêdiviyên gundê xwe hem jî yên gundên din pêşwazî dike. Yildiz koordînekirina vê wiha vedibêje: “Me xwest di erdhejê de modelekê çêbikin. Di destpêkê de me xwest li taxeke mezintir vê organîze bikin, lê piştre me biryar li ser gundê xwe dan. Me xwest em alîkariyê bidin mirovan. Ji ber vê yekê diviyabû di nava vê xirbeyê de tiştek bihata kirin. Ji ber vê yekê me xwe vekişandin qada herêmî û li vir rêxistinbûyînek ava kirin. Gel jî her cure piştgirî da. Piştî tedarikkirina pêdiviyên gundê xwe, me hewl da alîkariyê bigihînin gundên derdorê. Me xwe gihand muxtarên gund û gundiyan û me ji wan re got ku em dikarin bibin alîkar. Piştre gundê me bû navnîşan. Hê jî hevgirtineke sekinandî heye. Ez diçim her saziyê û malzemeyan dikirim û li gundên derdorê belav dikim. Lazim e ev pêvajoya dilxwaziyê bidome. Fikra ku li vê derê têxin meriyetê mirov baş dike.”
HÊZA JINAN
Yildiz işaret bi girîngiya pêşengiya jinê ya vê pêvajoyê kir û wiha pê de çû: “Mînak; jin û mêrek salçeyê dikirin; mêrik dema ku salçe xilas dibe qutiyê davêje, lê jin jê çi diafirîne. Dike kulîlkdank, qevanoz û bi salan dinirxîne. Em heman rewşê li ser qadê dibînin. Pêwîst e jinên herêmê tora hevgirtinê ya ku jinan daniye pêşiya xwe ferq bikin. Pêwîste vê hêzê bibînin. Divê bêjin, 'em dikarin her tiştî bikin'. Jin her tiştî dike. Jin dikare xaniyê xwe yê hilweşiyayî jî çêbike. Divê em vî ruhê hevgirtinê bêhtir ava bikin. Gotina 'ez çi dizanim' divê êdî nebe. Bi ya min jinên ku kîsan vala dikin, qoliyan hildigirin û li her derê radest dikin dê ji bo me bibin rol model. Pêwîste jin di ferqa hêza xwe de bin û bi vê bawer bikin. Rêyeke din nîne.”
PERGALA SERDESTIYA MÊR
Li ser polîtîkaya tundiyê, tacîz, tecawiz û bêcezahiştina li dijî jinan Yildiz wiha dibêje: “Berê li vir tiştekî wekî 'dadgehkirin' hebû. Dema ku yekî sûc kiriba yan jî şaşitî kiriba, wê gel kom bibûya û hesab bidaya û ceza li wan bibira. Heta biryarên 'terikandina axê' jî dihatin dayîn. Heke îro rewş bi vî rengî bûya, dibe ku tundî û pirsgirêkên din hinekî jî kêm bibûna. Ev rewş civakê têk dibe. Ez ji bo vê gelek bi hêrs im. Mirov êdî hevdu nabihîzin û guhdarî nakin. Eger em karibin vê bi ser bixînin, wê tundî kêm bibe. Pergala perwerdehiyê hilweşiyaye. Ji ber ku pergaleke perwerdeyê ya bi serdestiya mêr heye. Carna ji min re dibêjin 'tu mîna mêr î'. Yanî pergal hêzê bi vî rengî pênase dike. Ez hewl didim ku mirovan qebûl bikim ku ez jin im. Bêcezahiştin nayê qebûlkirin. Tu wateya vegotina vê tune ye. Mirov hev dikujin, lê ceza nîne. Piştî demekê ev yek normal dibe û her kes dikare mirovan bikuje. Yanî ev reklama vê tundiyê her roj di rêze-fîlmên TV û fîlman de tê kirin û ev yek êdî asayî dibe. Heta ku berdêlên giran û cezayên giran neyên birîn, ev tundî wê bidome. Divê cezayên texilker bên birîn.”
PEYAMA 8’Ê ADARÊ
Yildiz herî dawî bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê vê peyamê dide: “8’ê Adarê jinên li ber xwe didin sembolîze dike. Jinên kedkar ku ji xwe bawer in sembolîze dike. Divê em vê ala ku wan bi berdelên mezin rakirine nehêlin bikeve xwarê. Divê em weke jin di ferqa xwe û hêza xwe de bin. Bila hemû jin bi xwe bawer bin û li rex hev bisekinin. Em derdê xwe ji hev re bêjin em ê bi hêz bin. Peyama min a dawî em li rex hev bin.”
MA / Adnan Bîlen