STENBOL - Dayika Aştiyê Emîne Kaya ku ji ber îfadeyên zilamê ku ew dixwaze dest ji wî berde hat girtin, anî ziman ku dewlet û zilam hevkarî kirine û got: "Di vê pêvajoyê de min fêm kir ku ya ku jinê rizgar bike, ya ku jinê xurt û bilind bike, vîna wê ye."
Endama Înîsyatîfa Dayikên Aştiyê û Komeleya Aşîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Marmarayê (MATÛHAYDER) Emîne Kaya, di 26'ê Mijdara 2020'an de hat binçavkirin û di 29'ê Mijdara 2020'î de hat girtin.
Di 16'ê Çileya 2020'î de li Stenbolê 4 kes hatibûn binçavkirin. Ji van kesan ji ber ku di peyameke S.B. de "xwişka Emîne" derbas bûye, Emîne Kaya hatiye binçavkirin. Her wiha di dema binçavkirina Kayayê de polîsan Vasif Kaya ku Emîne Kaya dixwaze dest jê berde jî, birine odeyeke din. Hat derpêşkirin ku li vir Vasif Kaya ji polîsan re gotiye Emîne Kaya "endama PKK'ê ye" û çûye Qendîlê. Emîne Kaya ji ber vê hatiye girtin.
7 SAL Û 6 MEH CEZA
Li Kayayê ku ji ber çalakiyên demokratîk ên ew tevlî wan bûye tê sûcdarkirin, 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat birîn. Parêzerên wê ji ber vê serî li Edliyeya Herêmê ya Stenbolê dan. Lê belê dadgeha îstinafê cezayê hatiye birîn pesed kir. Parêzerên Kayayê jî dosye ji Dadgeha Bilind re şandin.
Kaya niha di Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan de ye. Em têkildarî cezayê ku bi hevkariya dewlet û mêr lê hatiye birîn û 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi Kayayê re axivîn.
ŞIDETA MÊR-DEWLETÊ
Kayayê diyar kir ku tim rastî şideta "mêr-dewletê" hatiye û got ku ewilî li warê xwe Sasona Êlihê rastî vê yekê hatiye. Kayayê ragihand ku ji ber tahdeya dewletê û ferzkirina cerdevantiyê ji Sasonê koç kirine çûne Bismila Amedê û got: "Ji ber vê di zarokatiya xwe de jî bi zor û zehmtiyê re rû bi rû mam. Ji ber vê hê biçûk bûm ez zewicandim. Di 13 saliya xwe de zewicîm. Ji roja zewicîm min rihetî nedît. Tim rastî tahdeya ferdên vê malbatê û zilam pê re zewicîm hatim. Çendî min ev tahde qebûl nedikir jî, lê ji bo zarokê xwe min hin tişt dadiqurtandin. Hema bibêje jiyaneke weke mirinê bû."
Kayayê vê heyama jiyana xwe wekî "heyama tarî" nirxand û got ku ev heyam heya hatiye girtin dewam kiriye. Kayayê wiha domand: "Piştî zewicîm, di sala 1999'an de ji ber rewşa aborî em çûn Stenbolê. Wê heyamê bi dizîka be jî tevlî mîtîngên HADEP'ê û partiyên piştî wê bûm û daxilî nava xebatan bûm. Her cara ku diçûm, min ji bo hêviyê ronahiyek didît. Zarokên min jî piştgiriya min dikirin. Lê kesê ku pê re zewicîm, li ber vê radibû». Her roj gef li min dixwarin. Tahde li min dikir. Zarokên min jî ji ber ku ev tahde qebûl nedikirin, heman tişt dianî serê wan jî. Gava min xwest dest jê berdim, bi mirinê gef li min û zarokên min xwarin. Êdî ji bo min û zarokên min qadeke jiyanê nemabû. Raporên vê tahdeya wî hene, lê tu tevdîr nehtain girtin."
Kayayê da zanîn ku ji ber vê çûye Amedê cem malbata xwe û got: "Ji ber ku dewletê rasterast em bi mirinê re rû bi rû dihiştin." Kayayê wiha domand: "Paşê min qerar lê da ku dest jê berdim. Gava ez û zarokên xwe vegeriyan Stenbolê, me doz vekir. Helbet ew kes dîn û har bû. Gefên xwe yên bi kuştinê domandin. Di sala 2020'an de gava polîs avêtin ser mala me, vî kesî li ber çavê min û zarokên min şelaftiyeke kirêt kir. Tevî polîsan çû qereqolê û bêbextî xistin stuyê min. Di zindanê de min got, 'mirov ev qasî j kirêt nabe.' Her wiha helwesta wî ya li dadgehê jî wisa bû. Ev derî exlaqê ye û pir li zora min diçû. Li ser navê zarokên xwe pir xemgîn dibûm, ji ber ku bavekî wan ê wisa heye."
‘MIN DI GIRTÎGEHÊ DE BAŞTIR DÎT'
Kayayê bilêv kir ku piştî hatiye girtin pêvajoyê berfirehtir dîtiye û got: "Min xwe bi xwe got; 'ji ber ku ez jin im û kurd im ev tişt hatin serê min.' Wekî din tu mantiqa vê tevkariya dewlet û mêrî tune ye. Jixwe ev yek ji esasgirtina beyanên derewîn yên wî kesî û tevî raporên lêdanê jî negirtina tevdîran diyar e. Niha li derve bi dehan jin qaşo ji aliyê dewletê ve tên parastin, dimirin. Hê jî gotina 'naxwazim bimirim' a Emîne Bûlûtê di guhê me de olan dide."
Kayayê destnîşan kir ku dewletê bi zilamê bêbextî xistien stuyê wê re tevkarî kiriye û got: "Ez dayik im. Min li vî mekan gelek tişt dîtin. Kesê bêbextî xistin stuyê min, xwest min li ber çavê zarokên min reş bike. Tim ew nerihet kirin. Xwest bi vî awayî min bitepisîne. Dewletê jî tim zarok nerihet kirin. Carekê kurê min ê mezin binçav kirin û xwestin hem min hem jî wan bitepisînin. Lê min di vê pêvajoyê de fêm kir ku ya ku jinê rizgar bike û wê bilind û xurt bike vîna wê û hêza wê ya xweser bi xwe ye. Min li vir hêzeke xurt ji hevrêyên xwe yên jin girt. Her diçe di warê zayendî de hê bêtir serwext dibim."
BANGAWAZÎ
Kayayê di dawiya axaftina xwe de bang li jinan kir û got: "Tu tişt ji jiyana bi hev re xweştir tune ye. Ev jiyan hêz bi xwe ye. Bila jin dengê xwe bigihînin hev." Kayayê ji bo 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê jî got: "Ji bo 8'ê Adarê jî dixwazim bibêjim, 'jin, jiyan, azadî.'"
MA/ Mehmet Aslan