Li Botanê jin di hedefa darazê de ne: Li mala xwe rûnên, derdê we çi ye?

  • jin
  • 09:02 10 Adar 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Li Botanê jinên ku li dijî pergala mêrserwer têdikoşin, di hedefa darazê de ne. Hat diyarkirin ku di dema lêpirsînan de ji jinan re hatiye gotin ku "Li mala xwe rûnên, hûn jin in, herin ji xwe re jiyanekê ava bikin, derdê we çi ye?" Jinên bertek nîşanî van astengiyên li ber têkoşîna wan dan gotin ku ne yek, hezar doz bên vekirin jî dê dest ji têkoşîna xwe bernedin. 
 
Li Kurdistanê û Tirkiyeyê bi salan e jinên kurd ji bo parastina ziman, çand, nasname û hebûna xwe li dijî hişmendiya mêrserweriyê û dewleta mêrperest di her qadên jiyanê de têdikoşin. Jinên ku li dijî qirkirina xwezayê, tundiyê, tunehesibandinê û qirkirina jinan li qadan dixwazin dengê wan bê bihîstin, her carê di bin hedefa desethilatê. Di encama tekoşîna jinan de heta niha bi sedan jinên kurd hatine girtin û gelek ji wan jî rastî êrîşên herî tund hatine. 
 
Ji deverên ku zêde rastî polîtîkayên şerê taybet tê, yek jê jî herêma Botanê ye. Li Botanê hema bibêje her roj xweza tê qirkirin, mafên jinan tên binpêkirin. Jin jî li dijî van qirkirin û binpêkirinan bênavber têdikoşin. Lê ji ber vê têkoşîna xwe tim rastî doz û lêpirsînan tên. Parlementerên jin, hevşaredar, hevserok û Dayikên Aştiyê di hedefa van êrişan de ne. Jinên ku heta niha der heqê wan de bi dehan doz hatine vekirin û hatine binçavkirin der barê van êrişên li dijî wan de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn. 
 
DER BARÊ WÊ DE 28 FEZLEKEYÊN JI BO BETALKIRINA PARÊZBENDIYÊ
 
Ji van jinan yek jê Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Nûran Îmîr e. Der barê Îmîrê de heya niha 28 fezlekeyên ji bo betalkirina parêzbendiya wê hatine amadekirin. 
 
Îmîrê diyar kir ku bal kişand ser fezlekeyên der barê wê û hevalên wê de hatine amadekirin û got ku desthilat bi fezlekeyan dixwaze tolê ji têkoşîna jinan bigire. Îmîr wiha axivî: "Piraniya van fezlekeyan jî ji ber daxuyaniyên me, axaftinên me yên 8'ê Adarê, Newrozê û çalakiyên bi vî rengî ne. Tu bingehên wan ên qanûnî nîn in û dem bi dem dibe mijara pêkenokan. Bifikirin ku qerta hevgirtinê ya ku me ji hevalên xwe yên jin ên girtî re şandibû, bû sedema fezlekeyê û her wiha ji ber ku li dijî şer me helwest nîşan da der heqê me de fezleke amade kirine. Dîsa gotinên me yên li dijî pergala tecrîdê ku li hemû cîhanê wekî sûcê li dijî mirovahiyê tê hesibandin, fezleke hat amadekirin. Her çalakiya ku me li ber avahiya partiya xwe kiriye, yanî hema hema heya çûn û hatina me ya partiyê  jî sûc hatiye hesibandin. Bi rastî ew dixwazin bi milyonan kesên ku dengên xwe dane me bi xwe bêdeng bikin, lewma bi taybetî me hildibijêrin û hedef digirin. Ev jî parçeyek ji polîtîkaya wan a li dijî têkoşîna me ye. Ji ber ku jina bêrêxistin di heman demê de tê wateya jina lawaz û civakeke qels. Ji ber vê yekê me jinan û têkoşîna me kirine hedefa êrişan. Û helbet hesabên wan nagirin, loma jî êriş dikin. Weke ku tolê ji têkoşîna jinên kurd a rêxistinkirî hilînin, zagona dijminatiyê pêk tînin. Ev yek me paşve naxe, ne me û ne jî jinên bi milyonan dengê xwe dane. Berovajî vê yekê em hîn zêdetir xwe bi rêxistin dikin. Her wiha helwesta me ya heyî van êrişan pûç dike. Dîsa weke min got, ne ez û ne jî hevalên me tu carî tu carî li ber vê hêzê û pergala mêrserwer serê xwe netewandiye." 
 
19 BINÇAVKIRIN, 15 DOZ
 
Ji jinên ku di hedefa darazê de ne yek jê jî Hevşaredara Cizîrê Berîvan Kûtlû ye. Kûtlû heya niha 19 caran hatiye binçavkirin. Ji van binçavkirinan 15 jê veguherîne dozê. Kûtlû di 10 dozan de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û di 5 dozan de jî bi îdiaya "propagandayê" tê darizandin. 
 
Kûtlûyê der barê vê yekê de wiha axivî: "Bi salan e li dijî tekoşîna jinên kurd tundiyeke bêhempa heye. Ji roja ku em tevlî vê tekoşînê bûne heta niha tişta ku me ji vê pergalê fêm kiriye; jina ku li dijî tundiya wan û pergala wan li ber xwe dide rastî her cureyê tundiya wan tê. Li hemberî tundiya civakî, tundiya malbatî û girêdayî wê tundiya dewletê tekoşîneke bêhempa tê meşandin. Bi salan e ku em di nava vê siyasetê de cihê xwe digirin. Tundiya li dijî jinan çawa ku di nava civakê de bi pergalî tê meşandin, ji milê pergalê ve jî heman tişt tê meşandin. Jixwe ji tundiya nav malê heta ya kolanê hemû girêdayî hev in. Tundiya li ser jinan girêdayî pergalê ye. Pergal çawa ku mêrekî diafirîne û perwerde dike, di jiyanê de jî vê pergalê li ser jinan dide meşandin. Bi salan e ku em li dijî vê pergalê li ber xwe didin. Her hevaleke me ya ku têdikoşe rastî astengiyan hatiye. Heta niha der heqê bi hezaran hevalên me de doz hatine vekirin, bi hezaran ji wan hatine girtin, lê dîsa jî têkoşîn berdewam e. Em jî yek ji wan kesan in ku rastî tundiyê hatine."
 
Kûtlûyê bal kişand ser dozên li hatine binçavkirin û got: "Sedema hemû binçavkirina jî beşdarbûna min a li çalakiyên jinan bû. Her carê doz li ser me vedikirin û digotin, 'çalakiyên we ne fermî ne.' Lê haya wan ji hemû çalakiyên me hebûn. Di her binçavkirina me de jî ji me re gotin, "Li mala xwe rûnên, hûn jin in, herin ji xwe re jiyanekê ava bikin, derdê we çi ye? Diyar bû ku li dijî jinan polîtîkayeke teng didin meşandin. Gelek caran em rastî tundiya wan ê devokî jî hatine. Ji bo ku em li mala xwe rûnên û bibin jineke li gorî mejiyê pergalê tiştek nema ku nekirine. Heta niha bi sedan doz li min hatine vekirin. Pîranî ji van jî ji ber tevlîbûna bernameyên 8'ê Adarê û 25'ê Mijdarê û şermezarkirina kujerên jinan in. 10 ji wan jî bi îdiaya endamtiya rêxistinê hatine vekirin. Ji bo tengkirina qadên me yên tekoşînê çi ji destê wan tê dikin."
 
JI TÊKOŞÎNA JINÊ DITIRSIN
 
Kûtlûyê destnîşan kir ku tundî, girtin û qetilkirin nikarin jinan bidin sekinandin û wiha domand: "Ji ber wê jî serî li rêbazên kirêt didin. Ev êrîş dê tekoşîna me paşve nebin. Em pergala wan a qirêj teşhîr dikin û deşîfre dikin. Îro kesa ku pêşengiya tekoşînê dike jin e û ji vê têkoşînê ditirsin. Feraseta jinan, wan û hişmendiya wan tune dike. Heger ne wisa bûna îro bi hezaran jin nedihatin girtin û bi hezaran doz li me nedihatin vekirin. Îro jî em jin heta ku diçin xebatekî me dişopînin. Bi vî rengî jî dixwazin ku me bi şerekî psîkolojîk bidin sekinandin. Bila bizanibin ku her cara ku wan ez girtime binçavan û ez xistime girtîgehê di vegerê de min xwestiye ku gava xwe mezintir biavêjim. Divê ji me jinan re jî her roj 8'ê Adar be û her roj 25'ê Mijdarê be. Hêviya me ew e ku ev 8 Adarê bibe sedema serkeftina jinan."
 
JI BO KU GOT AŞITÎ DOZ VEKIRIN
 
Li Dayika Aştiyê Zeynep Begenîrê jî 3 lêpirsîn hatine vekirin. Lêpirsînên der barê Begenîrê de ku yek jê ji ber tevli daxuyaniya der barê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan de bûye bi "propagandaya rêxistinê"; yek jê ji ber daxuyaniya der barê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de bi îdiaya "tehkrîkirina gel" û yek jê jî ji ber daxuyaniya xwe a der barê erdhejê de bi îdiaya "belavkirina nûçeyên derew" hatine vekirin. 
 
Dayika Aştiyê Begenîr der barê vê yekê de ev tişt anîn ziman: "Weke tevahiya dinyayê em jî li ser axa xwe aştî û aramiyê dixwazin. Lê belê em kengî doza bikin û daxwaza xwe ya ji bo azadiyê bînin ziman der heqê me de bi lez û bez doz tê vekirin. Ji ber ku min aştî û tifaqî xwestiye heta niha 3 doz li min hatine vekirin. Me ji ber ku got, 'em naxwazin ji girtîgehan cenaze derkevin' doz li min hat vekirin. Carekê me li ser erdhêjê axivî û me got, li şûna şer ji herêmên erdhêjê re seferber bibin dîsa doz vekirin. Em dixwazin ku aştî çêbibe. Em doza kuştin û girtinê nakin. Weke herkesî em jî dixwazin ku azadî û aştî çêbibe. Em Dayikên Aştiyê ne û heta em bikaribin em ê bibêjin aştî. Tişta ku ji me tê em ê bikin. Heta ku dilopek xwîn di laşê me de hebe em ê têbikoşin. Li ku şerek hebe em ê pişta xwe bidin wê derê ku şer çênebe. Çi bikeve ser milê me Dayikên Botanê em ê bikin." 
 
DI 10 SALAN DE 30 DOZ HATIN VEKIRIN
 
Der barê Hevseroka HDP'ê ya Silopiyayê Asûman Kulterê de jî 30 lêpirsîn hatine vekirin. Ji van lêpirsînên bi sûcê "muxalefeta li dijî civîn û xwepêşandanê" hatine vekirin 27 jê betal bûne û 3 jê didomin.  
 
Kulterê jî destnîşan kir ku bi lêpirsînên bi vî rengî tê xwestin ku jin ji malê dernekevin û got: "9 sal in ez di nav têkoşîna jin de cih digirim. Di nava van 9 salan de em tevlî kîjan bernameyê bûne, der barê me de lêpirsîn hatine vekirin. Bi taybetî jinên ku di nava hewldan û têkoşînê de bin bêtir hedef tên girtin. Bi van pêkanînan naxwazin ku jin rol û mîsyona xwe li qadan pêk bînin û ji ber wê jî ji me re astengiyan derdixînin. Ji bo ku em gav paşde biavêjin çi ji destê wan tê dikin. Bi van êrişan dixwazin ku em biçin malê bibin koleyê mêr. Ji ber vê yekê ji bo ku em mafê xwe bi dest nexin, her carê pêşiya me tê girtin. Em ji bo mafê xwe yê ku ji dema Neolotîkê heta niha ji destê me hatiye standin bi dest bixin li ber xwe didin. Ev berxwedana me dê berdewam bike. Çi doz, çi lêpirsîn jî der heqê me de bên vekirin û pêşiya me bê girtin jî ew ji me re ne girîng e. Tişta ku ji me re girîng têkoşîn e. Heta ku em jinê azad nekin, jî ev berxwedana me dê bidome. Ji sala 2013'yan heta niha 30 doz der heqê min de hatine vekirin. Heta em ji dozekî beraat dîstinin 4 dozên din der heqê me de tên vekirin. Tenê di vê mehê de 3 doz der heqê min de hatin vekirin. Ev hê bêtir hêz dide min. Ne yek, hezar doz jî bên vekirin ez ê têbikoşim û dev ji vê tekoşînê bernadim."
 
MA / Zeynep Dûrgût