STENBOL - Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk û Hevberdevka SODAP’ê Kezban Konukçu diyar kir ku meclis yek ji qadên têkoşînê ye û wiha got: “Kedkar, gel, gelê kurd, elewî û jin bêalternatîf nînin.”
Xebatên hilbijartinê yên partiyên siyasî bênavber didomin. Li Stenbolê nêzî 10 milyon hilbijêr dê biçin ser sindoqan û yek ji partiyên li bajar xwedî îdiayeke mezin jî Partiya Çepên Kesk e. Partiya Çepên Kesk di lîsteyên xwe de pergala fermûarê xist meriyetê û bi vê rêbaza xwe ji partiyên din cuda tevdigere. Ji ber vê sedemê ye ku hilbijêrên jin Partiya Çepên Kesk ji nêz ve dişopînin.
Hevberdevka Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) Kezban Konukçu, li herêma 1’emîn a Stenbolê weke namzeta Partiya Çepên Kesk hate nîşandan. Konukçu, bal kişand ser girîngiya hilbijartinan a ji bo jinan û têkildarî armancên xwe yên li parlamentoyê axivî.
BI KHK’Ê HATE ÎXRACKIRIN
Konukçu, di sala 1972’yan de li navçeya Aksaray a Stenbolê weke zaroka malbateke kedkar ji dayik bû û ji Beşa Endezyariya Înşaetê ya Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê mezûn bû. Piştî hewldana darbeyê ya 15’ê tîrmeha sala 2016’an, bi Biryarnameya di Hûkmê Qanûnê de (KHK) ji mamostetiyê hate îxrackirin ku 20 salan bû dikir. Konukçu, xwe seke “femînîsta sosyalîst” pênase dike û xwe di vê pêvajoyê de bi saya piştevaniya malbat û hevalên xwe li ser pêyan girt. Niha jî ji bo hesaba van bêhiqûqiyan bipirse, bû namzeta parlamenteriyê.
DI NAVA MALBATÊ DE NAKOKÎ DEST PÊ KIRIN
Konukçu, beriya namzetiyê endama Lijneya Rêveber a Karkerên Turîzmê ya girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) bû. Konukçu, da zanîn ku bi Kovara Dîrenîşê re têkoşîn nas kiriye û wiha got: “Di salên 1970’an de ji çoltarên Tirkiyeyê ber bi bajaran ve koçberiyeke zêde çêbû. Lewma min nakokiyên di navbera çînan de pir zû ferq kir. Aksaray, li gorî deverên din ên Stenbolê bêhtir kevneperest e. Li gel ku bavê min ji kevneşopiyeke şoreşger dihat, min nakokiyên di navbera mêr-jinê de ferq dikir. Di navbera zarokan de cihêkarî hebû û min dît ku jin di nava xizaniyê de bêhtir tên eciqandin. Van, bandoreke mezin li min kir. Lewma bûm femînîst. Piştî bûm femînîst jî, bûm sosyalîst. Piştre jî bûm femînîsta sosyalîst.”
PIŞTEVANIYA JINAN HÊZ DA
Bi domdarî Konukçu destnîşan kir ku dema xwendekara dibistana amadehî, ji Kampanyaya Derziya Mor a jinan pir bibandor bûye û wiha pê de çû: “Di jiyana xwe ya zanîngehê de min ferq kir ku nakokiyên ku pergala kapîtalîst derdixîne holê dê nekarin cihêkariya li jinan tê kirin bi dawî bikin. Lewma min têkoşîna şoreşgerî tercîh kir. Min di salên 90’î de xwe birêxistin kir û ew sal salên şerê topyekûn bûn. Windakirinên di bin çavan de pir hatin kirin. Xwîşka min a mezin pêşiya min vekir. Beriya min xwe birêxistin kiribû. Hêj niha jî çalak e. Me piştevaniya hev kir û dayika min jî piştgirî da û em heta îro hatin. Lê diviya mirov li hemberî tundiya dewletê pir berxwedêr bûya.”
RÊYA SÊYEMÎN A GELAN
Di berdewamê de Konukçu bi lêv kir ku çareseriya pirsgirêkên kedkar û jinan di Partiya Çepên Kesk de şênber bûye lewma bûya namzet û axaftina xwe wiha qedand: “Em; yekbûna têkoşîna tevgera azadiyê ya kurd û têkoşîna li rojava, ya kedkar û jinan weke xwîşk û biratiya gelan pênase dikin. Ji roja civakên çînî derketin holê heta niha pirsgirêka jinan heye. Bêguman girêdana van tevekan bi hev ve heye. Di serî de pirsgirêka kurd, cihê çareserkirina pirsgirêkên karker û kedkaran parlamento ye. Yek ji qenal û qadên têkoşîna me jî parlamento ye. Kedkar, gel, gelê kurd, elewî û jin bêalternatîf nînin. Em vebijêrka 3’yemîn in. Em dixwazin vebijêrka demokrasiyê têxin meriyetê.
Yek ji armancên me ew e ku bajarên li hemberî erdhejê xwebergir ava bikin. Ne tenê avakirina avahiyên saxlem lê em ê tîmên lêgerîn-rizgarkirinê û tîmên taxan jî ava bikin. Ji bo jiyaneke mirovane, em ê têkildarî daxwazên kedkaran xebatan bimeşînin. Ji bo bidawîkirina bêedaletiya di bacê de jî em ê xebatên cur bi cur bikin.”
MA / Esra Solîn Dal