Rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê beraet bû

  • jin
  • 12:46 1 Hezîran 2023
  • |
img
AMED - Rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê Elîf Tîrenç Îpek Ulaş doza ku jê dihat darizandin jê beraet bû. 
 
Danişîna 7'emîn a doza endama Desteya Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosayê Elîf Tîrenç Îpek Ulaş ku bi îdaya "endamtiya rêxistinê" tê darizandin li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Ûlaş û parêzerên xwe di danişînê de amade bûn. 
 
Ji Ûlaş re ji 7 sal û 6 mehan heta 15 salan cezayê girtîgehê dihat xwestin. 
 
Ûlaş û parêzerên xwe parastinê kirin û xwestin doz were beraetkirin. Şandeya dadgehê piştî navberek kurt biryara beraetê derbarê Ûlaş de da.