Di rêveberiyên xwecihî de jin: Jin di nava civakê de azadiyê derdixe pêş

  • jin
  • 09:04 10 Cotmeh 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Ji Kovara Jineolojiyê Seher Tumer a beşdariya komxebata rêveberiyên xwedihî bû diyar kir bi beşdariya jinan a rêveberiyên xwecihî li bajaran demokratîkbûn çêbû û got: "Jin di nava pergala me ya rêveberiyên xwecihî de bi rola azadiyê radibe û azadiyê xwe bi re pêk tîne.” 
 
Desthilatdariya AKP-MHP'ê li bajarên bakurê Kurdistanê di sala 2019'an de cara duyemîn qeyûman tayînî ser 59 şaredariyên di bin rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de kir. Ji 65 şaredariyan tenê 6 şaredarî di destê HDP’ê de mane. Bi polîtîkaya rêveberiyên xwecihî ya şaredariyên HDP’ê, jinan di qadên ziman, çand, hûner, aborî û ekolojiyê de cihên xwe girtin. Lê belê bi tayînkirina qeyûman re hemû saziyên di destê jinan de hatin girtin. 
 
Ji hêla Meclisa Jinan ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Patiya Çepên Kesk ve bi minasebeta amadekariyên hilbijartina xwecihî ya sala 2024'an bi dirûşma "Di rêveberiyên xwecihî de polîtîkayên jinan"  komxebatê li dar xistin. Komxebat li Eywana Şaredariya Silopî ya Şirnexê pêk hat û 2 rojan berdewam kir. 
 
Di komxebatê de mijarên wekî; "Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, aboriya jinan, jin û ekolojî, ziman û çand, Jiyana wekhev û azad û pergala hevserokatiyê" hatin nîqaşkirin. 
 
Ji Kovara Jîneolojiyê Seher Tumer ku beşdarî komxebatê bû li ser rola jinan a di rêveberiyên xwecihî de ji ajansa me re axivî. 
 
DI RÊVEBERIYÊN XWECIHÎ DE JIN
 
Tumer diyar kir ku bi beşdariya jinan di rêveberiyên xwecihî de newekheviya li bajarên bakurê Kurdistanê kêm bû û got: "Beriya her tiştî divê bê pirsîn ka xwecihîbûn çi ye, rêveberî çi ye? Bajarên ku em lê dijîn hene. Ji gundan, ji navçeyan, ji bajarok û heta metropolan. Li vir hemû civak, xweza û yekparetî ava dibe. Di nava wê de rewşeke jiyanê heye. Lê belê di nava vê jiyanê de, di nava pergala ku hatiye avakirin de, jin kêm in. Dema ku em vê yekê li ser teoriya hevjiyana azad vedibêjin, em dibînin ku di jiyana serdest û serwer a ku ji têkiliya jin û mêr pêk tê û ev yek di şêwazên rêveberiyê de jî xwe dide der. Dema ku di van şêwazên rêveberiyê de derdikeve holê, şêwazek rêveberiyê heye ku li bajarekî jin tune ye, ev şêwazek rêveberiyê ye ku bi tevahî bi hişmendiya zilam tê organîzekirin û hilberandin. Di vê pergalê de cihê jinan nîn e, cihê astengdaran nîn e, ji ber ku bi zîhniyeta yek dewletî tê birêvebirin, cihê etnîsîteyên din nîne. Li vir rola jinan di rêveberiyên xwecihî de derdikeve pêş. Di vir de pergala piralî  dikeve dewrê û li vir pergala hevserokatiyê derdikeve pêş. Û pergala rêveberiya wekhev, civaka demokratîkbûyî, civaka ku ji bo demokratîkbûnê têdikoşe, pergala rêveberiya wekheviya jin û mêr dikeve dewrê. Em vê yekê di rêveberiyên herêmî de bi zelalî dibînin, dema jin dikeve nava vê pergalê, ne tenê di nava şaredariyan de, ne tenê di saziyan de, di nava civakê de jî pratîka azadiyê di tevahî civakê de derdikeve holê. Me ev yek di tecrûbeyên xwe yên berê de dît.”
 
‘QEYÛM DESTWERDANA LI DIJÎ CIVAKA EXLAQÎ YE’
 
Tumer da zanîn ku tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên wan destwerdana li civaka exlaqî û polîtîk e û wiha domand: "Em tayînkirina qeyûman bi dîrokeke nû ve girê nadin. Em dikarin heta bi Plana Şarkê ve jî girê bidin. Tayînkirina qeyûman ji bo saziyên jinan û helwesta wan a li dijî  xebata jinan, di rastiyê de pergala ku azadiyê çêdike, destwerdana pergalê ye, pergala jina azad naxwaze, ji ber ku jina azad tê wateya civakeke azad. Ji ber vê yekê pergala heyî ya ku bi hişmendiya zilam a serdest hatiye avakirin, azadiyê naxwaze. Ji ber ku pergal bêhtir koletiyê hildiberîne, civakeke koledartir hildiberîne û ava dike. Tunekirina xebatên jinan ji tecrîdê qut nîn e, em dikarin vê rewşê rasterast bi wê ve girê bidin. Dema ku van xebatan bi yekcarî ji holê radike, koletiya jinan, hepskirina jinan a malê çêdike Jinan dike koleya mêran. Dixwazin tevahiya civakê îzole bikin. Yanî em dikarin bibêjin tecrîda li Îmraliyê hatiye sepandin li hemû bajarên Kurdistanê jî ji aliyê qeyûman ve tê birêvebirin. Li vir çi diqewime? Tacîz û tecawizên li ser jinan bi rêjeyeke mezin zêde dibin. Desteserkirina saziyên jinan û tunekirina wan ne tenê desteserkirina xebatan e, desteserkirina tevahiya civaka exlaqî-polîtîk e.”
 
ROJA JINAN A ÇAND Û ZIMAN
 
Tumer anî ziman ku di rêveberiyên xwecihî de xala herî bingehîn ziman û çand e û got ku di pêşvebirina çand û ziman de keda jinan pir e. Tumer destnîşan kir ku wan di komxebatê de li 5 xalan nîqaşan kirine û wiha got: “Ya yekem em her tim dibêjin ku em ê dest ji pergala hevserokatiyê bernedin. Bi salane li ser pergala hevserokatiyê nîqaş tên kirin. Pergala hevserokatiyê di avakirina siyaseta demokratîk de peywira me ye. Em li ser vê yekê nîqaş dikin. Divê ku em tu carî dest ji pergala hevserokatiyê bernedin. Hem di şaredariyan de û hem jî di saziyan de temsîliyeta wekhev pêwîst e. Her wiha mijareke me ya din a girîng jî li ser ziman û çandê ye. Me vê meseleyê jî nîqaş kir. Di rêveberiyên xwecihî de qirkirina çandî ya li ser etnîsîteyan heye. Divê rola jinan di vir de çi be? Jin barê herî bingehîn ê çand û ziman didin ser milê xwe. Heke îro li Kurdistanê ziman zindî be û parastî be, em dikarin vê yekê bi parastina jinan ve girê bidin. Ew faktoreke pir cidî ye, di warê çandên din û di warê jiyanê de jî wisa ye.”
 
JIN Û XWEZA
 
Tumer bal kişand ser têkiliya jinan û xwezayê û got: "Dûrketina jinan a ji xwezayê dibe sedemê tunebûna ekolojiyê. Nêzîkatiya jinan a li ser xwezayê an jî mirovan li vir bi têkiliyeke wekhev pêk tê.”
 
‘JIN DÊ ÇAWA ABORIYEKE DEMOKRATÎK A KOMÛNAL AVA BIKIN?
 
Tumer bal kişand ser di rêveberiyên xwecihî de girîngiya aboriyê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi taybetî di serdema ku krîza aborî çêdibe de herî zêde bandora xwe li ser jinan dike. Sedema ku li aboriyê destwerdan tê kirin jî kapîtalîzm e. Li vir em van tiştan nîqaş dikin. Heke cihê ku hûn lê dijîn, li cihê ku hûn lê ji dayik bûne, hûn nekarin xwe têr bikin û hewcedariyên xwe yên bingehîn pêk bînin, em dikarin qadên wan vekin û li seranserê erdnîgariya Kurdistan û Tirkiyê bijîn û bi vî awayî em dikarin jiyana xwe bidomînin. Em ne girêdayî cihekî û yan jî şexsekî ne, di rastiyê de jin hilberînerên bingehîn ên aboriyê ne. Em dikarin bibêjin ku jin bi zanebûn ji aboriyê hatine dûrxistin. Li dijî vê em weke jin çawa dikarin aboriyeke demokratîk û komunal ava bikin? Em vê tenê di şaredariyan de bikin. Divê di her qadan de em vê rêbazê pêk bînin.”
 
MA / Zeynep Durgut - Mehmet Guleş