WAN - Zanista Siyasetê Sûreyya Şîrafken balê kişand ser qanûna laçikê ya li Îranê hatiye dijwarkirin û anî ziman ku jin dê li gorî qanûnên mafên wan asteng dikin, tevnegerin.
Meclisa Îranê qanûna laçikê ji bo ceribandinê qebûl kir û qanûn dê 3 salan derbasdar bibe. Li gorî qanûnê, jinên derveyî qanûnê tevdigerin dê cezayên pere bidin, dê karûbarên wan ên bankayan werin astengkirin û dê bi kirariyên edlî re rû bi rû bimînin. Qanûn li dijî 34 dengan bi 152 dengên erêkirinê di 20’ê îlonê de hate qebûlkirin. Tevî qanûnê jî jin dê di jiyana rojane, cihê kar û dibistanan de zêdetir bên kontrolkirin.
QADÊN JINAN ÊN JIYANÊ DÊ WERIN RAÇAVKIRIN
Di çalakiyên piştî qetilkirina Jîna Emînî di 16’ê îlona 2022’yan de ji hêla hêzên rejîmê hate qetilkirin, li her derê welat jin dijî kanûna leçikê derketin û çalakiyên bêîteatiya sivîl dane destpêkirin. Rejîma Îranê li dijî çalakiyên belavî welat bûne de, qanûna şalpeyê (sergirtina por) hê dijwartir kir. Li gorî qanûna ji Meclisê derbas bûye dema jin derveyî qanûna nû tevdigerin dê ji wan re peyama hişyariyê biçe. Dema ku heman helwest berdewam bike jî dê cezayên pereyan li jinan bibirin. Dema ku ev pere nehat razandin jî dê pere ji hesabên wan were birîn. Dema ku rejîm cezayên hatine birîn nekarî ji jinan werbigire jî dê her cure kirariyên bankayê li jinan were qedexekirin. Piştî vê yekê dema jin cara çaremin li qanûnê tevnegeriyan, dê derbarê wan de tevî cezayê pere, dê doz were vekirin û li gorî rewşê dê berî jinan bidin girtîgehan.
Kargehên li gorî qanûnê tevnegerin jî dê bi kirariyan re rû bi rû bimînin. Her wiha kargeh dê demborî werin mohrkirin, kargeh dê ji alîkariyên bacê ên dewletê, bêpar bibin. Kesên debara xwe bi xebatên civakî, siyasî, çandî, hunerî u sporê dikin jî heke li gorî qanûnê tevnegerin dê li gorî hejmara binpêkirinê cezayê pereyan bidin, dê ji xebatên ku dike were dûrxistin û herî dawî dê der barê wan de bi daxwaza hepskirinê doz jî were vekirin.
‘SER NAVÊ JINAN BIRYAR HATIN DAYÎN’
Zanista Siyasetê Sureyya Şirafken destnîşan kir ku qanûn vê gavê ji bo ceribandinê, 3 salan dê di meriyetê de be û got: "Qanûna namûs û şalpeyê ku ji bo ceribandinê dê 3 salan derbasdar be, hate qebûlkirin. Li gorî medyaya dewletê dê ji bo ku jin çawa tevbigerin jî nîqaş werin kirin. Dibêjin ku dê mahremiyete jiyanê were parastinê lê belê bi qebûlkirina vê qanûnê, wek fermî tu mahrumiyet nemîne, ji ber ku di mijarên herî biçûk de jî ser navê jinan biryar hate dayîn.”
‘DESTPÊKA WINDAKIRINA MAFAN’
Şirafken bilêv kir ku dema qanûna kete meriyetê dê gelek jin bandor bibin û wiha dirêjî da axaftna xwe: “Di jiyana min de tu guherîn çênebû ji ber ez jixwe bê kar im. Ez ê nikaribin cezayên pereyan bidin min jî razînim. Em nizanin bê ka dê çi serê me bînin. Ji her çîneke civakê bertekên cuda hene. Ji bo me tu girîngiya vê qanûnê nîn e, ji ber piraniya me pê bawer e ku divê êdî jiyaneke azad hebe. Laçik destpêka windakirina mafên din e û helbet em jî dê li hember vê derdikevin.”
‘JIN XWE ÎSPAT KIRIN’
Şirafken da zanîn ku bi qebûlkirina vê qanûnê dê di gelek qadên jiyanê de mafên jinan werin astengkirin û wiha pêde çû: “Dê ev qanûn jî wekî astengiyên din kêrî tiştekî neyê. Qanûn dê ji ber têkoşîna civakê piştî demekê dê bêbandor bibe. Niha wekî amûreke zextê ya demkurtî tê bikaranîn. Gelek kesên di rêveberiyê de nikarin di mala xwe de jî kontrolê pêk bînin û ditirsin ku karê wan ji destê wan biçe. Jin berî niha xwe baş îspat kirin ku ji bo tiştên dixwazin çi hewce be kirin û dê li gorî van astengiyan jî tevnegerin.”
DÊ NIKARIN SERBIKEVIN’
Şirafken diyar kir ku rejîma Îranê bi qanûnan welatiyan di bin zextan de dihêle û axafina xwe wiha bi dawî kir: “Plansaziyên wan hene lê ez bawer nakim ku dê serbikevin. Êdî kes bi hêsanî paş de gav navêje. Erê têkildarî qanûnê pretesto û çalakiyek nîn e lê belê gelek çalakî xwe bi xwe, di kêliyê de pêk tên. Gel bi awayekî bertek nîşan dide. Ger kesek an jî rexistinek van çalakiyan rêxistin bikira, dê çalakî rêkûpêktir bûbûna û dê bigihiştana encama xwe.”
MA / Bêrîvan Kûtlû