ŞIRNEX - Siyasetmedarên jin ê Botanê ê der barê kampanyaya ku TJA'ê daye destpêkirin de axivîn û diyar kirin ku li dijî polîtîkayên şerê taybet pêwîstî bi têkoşîneke birêxistinkirî heye û gotin: "Îro dewlet dixwaze ku li damarê civakê bimije û bihelîne. Polîtîkayeke pir zirav dide meşandin û heta nava malên me jî hatiye. Em ê van polîtîkayan teşhîr bikin. Ev sedsal sedsala Jin Jiyan Azadiyê ye."
Di 15'ê îlonê de bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) kampanyaya “Bi Jin Jiyan Azadiyê Ber bi Azadiyê ve” ku wê heta 8'ê Adara 2024'an Roja Jinan a Cîhanê bidome hate destpêkirin. Li milê herêma Botanê di 20’ îlonê de li Gundikê Melê yê Şirnexê starta navendî ya vê kampanyayê hat dayîn. Di xalên sereke yên kampanyayê jî li dijî tecrîda girankirî ya li Îmraliyê, li dijî polîtîkayên şerê taybet têkoşîna û birêxistinkirina jin û civakê hene. Di çarçoveya kampanyayê de heta niha li gelek bajaran jî civîn hatine lidarxistin û serdanên malbatan tên kirin.
Bi destpêkirina hemleyê re jin derketin qadan. Yek ji herêmên ku polîtîkayên şerê taybet lê zêde diqewime jiyîn herêma Botanê ye. Jin li dijî polîtîkayên şerê taybet, pişavtin û qirkirina li ser çand, ziman, dîrok û civakê tê meşandin li qadan dixebitin. Jinên siyasetmader ên herêma Botanê der barê naveroka kampanyayê de, polîtîkayên ku li herêmê tên meşandin û li dijî vê jî têkoşîna ku bê dayîn de axivîn.
'SEDSALA 21'EMÎN SEDSALA JIN JIYAN AZADIYÊ YE'
Aktivîsta TJA'yê Guler Tunç, anî ziman ku ew îro felsefeya Jin Jiyan Azadî di nava civakê de dibînin ku xwe birêxistin kiriye û wiha axivî: "TJA'yê kampanyayeke ku heta çar mehan bidome da pêşiya xwe. Weke TJA em ê xwe bigihîjin hemû sazî û rêxistinên jinan. Deklerasyona kampanyayê me li Rihayê da destpêkirin. Piştre jî hin bajaran starta kampanyayê hate dayin. Yek ji armancê kampanyayê jî di van 3-4 salên dawî de gelek jin hatin qetilkirin. Her wiha tecrîta li İmraliyê hatiye destpêkirin û tevahiya Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê belav bûye. Li ser tecrîdê û pişavtina li ser ziman, çandê kampanya hate destpêkirin. Kampanya me pir cûreyî ye. Bi ser şerê taybet, qetilkirina jinan, xizaniya jinan dê xebat bê meşandin. Her wiha deskeftiyên jinan ê ku ji aliyê desthilatdariya AKP'ê û MHP'ê ve tên hedef girtin û ji holê tê rakirin em ê xwe birêxistin kirin. Her sal TJA kampanyayekî dide pêşiya xwe.Bi van kampanyayan em xwe ji nûve dikin. Ev kampanyayeke ku destkeftî û têkoşîna hemû jinên cîhanê tê de cih digire ye. Kampanyayeke ku hemû jinên cîhanê di nav de digerin e. Me kampanyaya xwe bi dirûşmeya 'Jin jiyan azadiye ber bi azadiyê ve' da destpêkirin. Lêbelê di bingeha vê dirûşmeyê de fikr û felsefe heye. Em berhêma vê li Rojhilatê Kurdistanê de dibînin. Ew qêrîna jin jiyan azadî belavî tevahiya Rojhilatanavîn û cîhanê bû. Di her keliyên jiyanê de jin xwedî felsefeya jin jiyan azadî derketin. Mînaka vê xwedî derketinê em dikarin li Wanê bibînin. Herî dawî li Wanê di encama tacîza çawişê pîspor de gel bi awayeke rêxistinkirî bertek nîşan da. Me di refleksa jinan de dît ku jin jiyan azadî hatiye merheleyeke girîng. Encamên felsefeya jin jiyan azadî em di taxan de, dş nava civakê de dibînin. Ji ber wê kampanyaya me li ser vê esasî ye. Em bi rihê jin jiyan azadî û felsefeya ku me daye rûniştandin xebatên xwe didin meşandin. Em dibêjin sedsala 21'emîn sedsala jin jiyan azadî ye. Bi vê zanebûnê em ê jinek ku li deriyê wê nexin nehêlin."
'DIVÊ EM TENÊ BI TÊKOŞÎNA Ll BAJARAN RE SÎNORDAR NEMÎNIN'
Hevseroka Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Silopiyayê Asuman Kultur jî bi lêv kir ku peragl polîtîkayên xwe yê şerê taybet li herêmê pir zirav dide meşandin û got ku divê ku tekoşîna jinan bi bajaran re sînordar nemîne û ev tişt anî ziman: “Polîtîkayên şerê taybet herî zêde li Botanê derdikeve pêşiya me. Bi taybetî jî li ser jinan, ciwanan tên meşandin. Bi belavkirina tiryakê û fihûşê dixwazin ku malbatên me yên bi nirx têxin tora xwe. Di heman demê de li ser xwezaya me, li ser çand û zimanê me polîtîkayên pişavtinê didin meşandin. Mînakên ve dema ku em di nav civakê de digerin em dibînin. Divê ku li dijî van polîtîkayan em bi kampanyaya xwe tekoşîneke xurt bidin meşandin. Heke ku em li dijî vê dernekevin zarokên me jî dê ji destê me biçin. Ev kampanyaya ku me daye destpêkirin jî dê heta hilbijartinê bidome. Ji ber wê tişta ku dikeve ser milê me ew e ku em van mehan têr û tejû derbas bikin. Di çarçoveya kampanyayê de xebatên me hene. Ji ciwanan, jin û heta dayikan re em ê bicivîn. Divê ku em biçin her derê, her deriyekî bixin û ji jinan re, ciwanan re û gelê xwe re van polîtîkayan vebêjin. Çimkî li Botanê polîtikayeke pir zirav tê meşandin. Di encama van polîtîkayan de heta niha gelek jin hatin qetilkirin. Lê kujerên wan di encama polîtîkayên bêcezakirinê hatine berdan û di nava civakê de bi rehetî digere. Pergal neyartiya jinê dike. Bi berdana kujerên jinan dixwazin ku jinan bitirsînin û jin di tekoşîna ku didin de gav paşve biavêjin. Lê jinan tekoşîna xwe heta merheleyekî ani ye. Dixwazin ku jinan ji çanda wê, ji xwezaya xwe û rastiya xwe dûr bikin û jiyaneke ku ne aidî wê bije. Desthilatdar ji felsefeya jin jiyan azadî ditirsin. Ji ber wê herî zêde polîtîkayên xwe bi ser jinan didin meşandin. Em ê di Kurdistanê de nehêlin ku ev polîtikaye encam bigirin. Weke rexnedayin jî em dikarin bêjin ku em di tekoşîn dayinê de sînordar man. Me ev tekoşîne tenê li bajaran da meşandin. Em neçûn gundan. Lê herî zêde jî jinên ku di gundan de dijin rastî van polîtîkayan tên. Gundan dorpêç dikin, vala dikin, dişewitînin. Ev jî dibe sedem ku têkiliya jinê ya bi axê re qut bibe. Ji bo vê jî divê ku em li gundan xebatên zanedar kirin bidin meşandin."
'TIRYAK XISTINE NAVA MALÊN ME'
Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya navçeya Cizîrê Zilan Ecevît jî bi lêv kir ku li navçeyê bikaranîna tiryakê gihiştiye asta herî jor û diyar kir ku bi ferzkirina sîxûrtiyê tê armanc kirin ku civakê ji rastiya wê û nasnameya wê dûr bikin û ev tişt got: “Di van 8 salan de exleqê civakê, çanda civakê û zimanê civakê hate guhertin. Berê heta demên êvaran jî zarok dikarin kolan de bimînin. Lê dev ji zarok berdin ciwan nikarin bi rehetî kolanan de bin. Ji ber ku rastî kesên tiryakê vedixwin tên, rastî êrîşan tên, rastî polîtîkayên qirêj tên. Ji ber wê tu kes kolanan ewle nabîne. Li Botanê şereke taybet û zirav didin meşandin. Bi taybetî jin û ciwan tên xistin. Her wiha sixûrtiyê li civakê ferz dikin. Ev jî di şexsê civakê de li ser jinên ciwan tê meşandin. Her wiha li Botanê tiryak sedî 90 zêde bûye. Ev tiryak ne tenê polîtîkayeke şerê taybete bi pergalê tê meşandin. Îro li vê herêmê bikaranîna temenê tiryakê hatiye 10-5 salî. Di vê hêlê de malbat nêçar in. Kesên ku dikevin tora tiryakê û piştre dixwazin ku jê rizgar bibin nayên tedawîkirin. Çimkî cihê tedawîkirinê nine. Cihekê xwe bigihîne nine. Ciheke ku sedî 90 tiryak zêde bûyî çima cihê tedawîkirinê nîne? Ev jî pirsnîşaneke. Lê ew kesên ku tiryake vedixwin û difiroşin jî tên binçavkirin û piştre dîsa tên berdan. Bi awayeke sîstematîk tiryak xistine nava bajarên me, taxên me û malên me."
LI DIJÎ TIRYAKÊ TÊKOŞÎN
Ecevît, di berdema axaftina xwe de got ku tekoşîna wan a li dijî tiryakê rastî astengiya dewletê tê û got: “Dema ku em di aliyê hişbiriyê de dixwazin civakê hişyar bikin em rastî astengî û êrîşan tên. Pergal naxwaze ku kesek li van ciwanan xwedî derbikeve û li hemberî tiryake tebikoşe. Her wiha beriya niha kuştina jinan nebû. Lê niha kuştina jinan zêde bûye. Her wiha pir mudexeleye li ser berhemên dîrokî yê herêm tê kirin. Di van cihên dîrokî de pişavtin di asta herî jor de xwe dide nişandin. Ciheke weke Cizîrê ku bi serhildanê dihat nas kirin niha baravajoyê wê kiriye. Bi vî rêbazî jî dixwazin ku çanda me, dîroka me zimanê me bidin jibîr kirin. Li ser dîroka vî bajarê jî gelek êrîş hene. Em dixwazin weke jinên Botanê li hemberî polîtîkayên qirkirina xwezayê, civakê û jinan xebatên xwe bimeşînin. Em ê civakê hişyar bikin û birêxistin bikin. Em ê xebatên me di nava civakê de çêbibin. Dixwazin ku her damareke civakê bimije û bihelîne lê em ê di taxan, bajarok, kolan û gundan de li dijî vê bisekinin û civaka xwe birêxistin bikin."
JIN Û CIWAN KOÇ DIKIN
Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Navçeya Hezexê Elfesya Nas jî da zanîn ku ji ber polîtîkayên ku pergal li ser herêmê dide meşandin gelek ciwan koçber dibin û got ku ji bo sekinandina koçberiyê ya ber bi Ewrupa wan xebatek daye pêşiya xwe û got: “Hezex ciheke ku para xwe ji polîtîkayên şerê taybet digire ye. Di salên dawî de ji ber polîtîkayên hikûmetê qetilkirina jinan destpêkir. Hema hema rojek nîne ku jinek rastî tecawiz û tacîzê neyê. Bi rastî ev pêvajo bi tayinkirina qeyûman hîn kûrtir bû. Bi tayînkirina qeyûman re xwe gihandina jinan kêm bû. Ji ber ku qeyûm êrîşî destkeftiyên jinan kirin. Ev yek jî ji bo ku em xwe negihînin jinan pêk hat. Em jinên ku li dijî tundiya li ser jinê têdikoşin jî em rastî tundiyê tên. Dema ku em li dijî kuştin û tundiya li ser jinan çalakiyekî li dar dixin em rastî lêpirsînan tên. Yan jî em bi binçavkirinê tên tehdîtkirin. Lê belê jin dest ji berxwedana xwe bernadin. Li Hezexê jin û ciwan ji ber polîtîkayên dewletê koçî Ewropayê dikin. Ev nîşan dide ku ciwan û jin çiqasî ji desthilatdariyê bêhêvî ne. Lê belê em ê di çarçoveya kampanyaya xwe de bi van malbat, ciwan û jinan re bên cem hev. Ev hikûmet di warê civakî û aborî de tiştekî pêşkêşî vê civakê nake. Em jin van polîtîkayan teşhîr dikin. Ji bo ku têkiliya me bi jinan re qût bikin her tiştî dikin. Bi qedexeyên ku walîtî her 15 rojan carekê polîtîkayên sabotekirina têkoşîna jinan dixin meriyetê. Em vê yekê di darizandina kiryarên mêr ên jinan qetil dikin de dibînin. Hişê mêr bi dewletê re dibe yek û polîtîkaya bêcezakirinê tê meşandin. Sûcdar serbest tên berdan û haya kesekî jî pêçênabe. Ji ber vê yekê em ê di çarçoveya vê kampanyayê de bi jinan re bên cem hev. Di derbarê me de lêpirsîn vekin û me binçav bikin jî ji ber ku em mafdar in em ê paşde gav navêjin. Ji bo ku tenê jinek jî ji me kêm nebe em ê têbikoşin. Banga me ji jinan re ev e, dema hûn rastî tundiyê tên, bêdeng nemînin û bi me re têkilî daynin. Dîsa divê jin li dijî polîtîkayên şerê taybet xwe bi rêxistin bikin. Dewlet ketiye malên me û siyaseteke pir zirav dimeşîne. Ji ber vê yekê divê em jin li hemberî vê yekê xwe birêxistin bikin û di çarçoveya vê kampanyayê de dengê xwe bilindtir bikin."
MA / Zeynep Durgut