EQNERE - Hatîce Gungor ku ji doza TJA’yê girtî ye diyar kir ku xebatên jinan tên îlegalîzekirin. Girtî Hulya Kinagu jî got ku di sala 2014’an girtî bû û ji meşa dewma ew di girtîgehê de hatiye jidarxistin te sûcdarkirin.
Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) di 2’yê kanûna 2022’yan di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqere de hatibûn girtin. Aktîvîstên TJA’yê bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “avakirina rêxistinê û rêveberiya wê” tên darizandin. Danişîna ewil a dozê di roja duyemîn de li 25’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bi parastina jinan berdewam dike.
Hatîce Gungor dest bi parastina xwe kir û diyar kir ku parastina xwe ya dozgeriyê dubare dike. Gungor, bal kişand ser rapora MASAK'ê û diyar kir ku esnaftiyê dike û ji ber vê sedemê jî bi gelek kesan re jî hevdîtinê dike. Gungor, destnîşan kir ku şahîdê nepen Ulaş nas nake û bal kişand ser xebatên xwe yên BDP’ê. Gungor, diyar kir ku bi şandeyan re 3 caran ji bo xebatên dîplomasiyê jî çûye Herêma Federal a Kurdistanê.
Hulya Kinagu jî di parastina xwe de bal kişand ser pêvajoya binçavkirinê û wiha got: "Ez endama Komeleya Gukkuşagi û KJA'yê me. Ev komele di çarçoveya hiqûqê de hatine vekirin. Li dijî tundiya li hemberî jinê xebatan dikin lê bi KHK'ê her du komele hatin girtin. Di îdîanameyê dibêjin di sala 2014'an de li Pirsûsê tev li meşê bûye lê vê demê ez girtî bûm. Ez îfadeyên şahîdên nepen qebûl nakim. Ez tehliyeya xwe dixwazim."
Pîştî ku jinên girtî parastina xwe kir, parastina jinên ku bêgirtî destpê kir.
‘JI BER ENDAMTIYA MINA HDP’Ê TÊM DARIZANDIN’
Hazal Aras a negirtî tê darizandin û di rûniştinê de amade bû jî ev tişt anî ziman: “Tê gotin ez bi rêyên legal û îlegal çûme Qendîlê. Lê belê di pasaporta min de tenê ketina Azerbaycanê heye. Ez wê demê ji bo xebatên şaredariyê çûm. Hûn dibêjin ez bi awayekî îlegal çûme. Ez kengî çûma ka qeydekê ji min re derxin. Min di partiyeke ku siyaseta legal dimeşîne de siyaset kiriye. Der barê endamên HDP'ê de her tim lêpirsîn hatiye destpêkirin. Ên der barê wan de lêpirsîn nehatibe vekirin pir kêm in."
Aras, bi lê kir ku darizandina wê rewşeke abes e û wiha dewam kir:"Li mala min kovarên der barê dîroka kurdan de hebûn û polîsan girtin. Polîs dema gotina kurd dibînin kom dikin. Der barê van kovaran de biryara berhevkirinê jî tune ye. Min nûçeyek der barê parlamentereke hatiye girtin kişandiye û ne nûçe lê belê wêne xistine dosyayê. Loma ez îdianameyê vala dibînim. Delîleke şênber a der barê rêveberên rêxistinê de tune ye. Min bi hilbijartina gel li Bazîdê rêvebertiya şaredariyê kir. Ji xeynî vêya eleqeya min bi rêveberiyeke wekî din re tune ye. Ez daxwaz dikim ku daxwazên kontrola edlî rabin."
‘JI BER NASNAMEYA XWE TEM DARIZANDIN’
Aysel Ceylan a ku negirtî tê darizandin diyar kir ku wê berê der barê sûcdariyên lê hatine kirin îfade daye û ji bo tazmînatê doz vekiriye û bi ser ketiye. Ceylan, got ku ji ber heman îfadeyan gelek caran hatiye binçavkirin û diyar kir ku ji ber nasnameya xwe li vir hatiye darizandin. Ceylan, anî ziman ku ew îfadeyên şahidan qebûl nakin û bi lêv kir ku çûna wê ya derveyî welat jî bi awayekî fermî pêk hatiye û ev îspatkirî ye.
Li aliyê din balkêşe ku Ceylan di îdanameyê de jî girtî xuya dike.
‘EZ TU CARAN NEÇÛME DERVEYÎ WELAT LÊ BI ÇÛNA QENDÎLÊ TÊM SÛCDARKIRIN’
Dîlan Akpolat a ku negirtî tê darizandin jî destnîşan kir ku îfadeyên xwe yên li midûriyeta polîsan dubare dike. Akpolat, nî ziman ku şahidan diyar kirin ku wan ew li Qendîlê dîtine lê ew heta niha neçûye derveyî welat. Akpolat, da zanîn ku demekê berdevkê Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê bû lê piştî sala 2016'an ji ber karê xwe dev jê berdaye. Akpolat, qala pereyê hatî û çûy yê di raporên MASAKê de jî vegot. Akpolat, di dawiya parastina xwe de xwest ku kontrola edlî ya der barê wê de jî bê rakirin.
DEMÎREL: BIKARANÎNA TELEFONÊ WEKE SÛC HATIYE NÎŞANDAN
Piştre jî parastina Merve Tekîn Demîrel a ku di hefsa malê de û ji Mûşê bi rêya SEGBÎS'ê tev li danişînê bû dest pê kir. Demîrel, îfadeyên xwe yên berê dubare kirin û diyar kir ku ew demekê wek anketor ji bo HDP'ê xebitî ye û destnîşan kir ku kesên di dosyayê de behsa wan tê kirin cara ewil li Enqereyê dîtine. Demîrel, anî ziman ku ji ber xebatên wê yên di pêvajoya hilbijartinê de telefon weke sûc hatiye nîşandan û diyar kir ku ev ne sûc in. Demîrel, herî dawî xwest hefsa wê ya malê tê de ye bê betalkirin.
Piştî parastinan, şandeyê saetek navber da danişînê.