NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakger Zarmîna Paryanî ya piştî Talîban Efxanistan bi dest xist, ji bo parastina mafên jinan tev li çalakiyan bûye, hat girtin û rastî îşkenceyê hatiye got: “Dewletên cîhanê Efxanistan teslîmî Talîban kirin. Îro em ne tenê li dijî Telîban, li dijî cîhanê li ber xwe didin.”
Talîban li Efxanistanê berî 2 salan, di 15’ê tebaxê de reveberiyê bi darê zorê bi dest xist û ji wê rojê heya îro bi hikmên şerîetê yên giran welat bi rê ve dibe. Talîban dema ku rêveberiyê bi dest xist, destnîşan kir ku ew ê dest ji hikmên desthilatdariya xwe yên di navbera salên 1996-2001’an bernede. Herwiha Talîban ji wan hikman hişktir tevgeriya û tevî mafên jinan ên xebitînê, tevahiya mêfên jinan ên civakî yek bi yek li wan qedexe kir. Mafên jinan ên perwerdeyê û gerînê jî hatin qedexekirin, bi demê re jinan hefsî malan kirin. Lê belê tevî hemû zext û zoriyan, çalakgerên jin dest ji kolanan bernedan.
Çalakger Zarmîna Paryanî ya gelek caran bi jinan re li dijî Talîban derketiye kolanan, piştî demekê hate binçavkirin. Paryanî hem di binçavkirinê de hem jî di girtîgehê de rastî îşkenceyê hat û dema hate berdan jî, ji ber ewlehiya canê xwe, neçar ma ku Efxanîstanê biterikîne.
‘JINÊN EFXAN JI JIYANÊ HATIN DÛRXISTIN’
Paryanî ya koçî Ewropayê kiriye anî ziman ku armanca Talîban ew e ku jin nikaribin li Efxanistanê bijîn û got: “Berî ku Talîban rêveberiyê bi dest bixe, ez pê bawer bûm ku bi tekoşîna jinê, gel dê bibin xwedî mafên hevpar. Berî Talîban hin mafên me yên sereke hebûn. Piştî hatina Talîbani, jin ji civakê hatin dûrxistin. Çalakgerên siyasî, çalakgerên mafên jinan her çiqas li dijî zilma talîban nivîs nivîsandin û xwestin dengê xwe bilind bikin jî, yek bi yek hatine girtin û rastî îşkenceyê hatin. Gelek jinan dan ber keviran, gelek dan ber qemçiyan, li girtîgehên lê hatine girtin rastî îşkenceya mêran hatin. Jinên efxan ji jiyanê bêpar hatin hiştin, hatin hefskirin, hatin sirgûnkirin lê belê dîsa jî bêdeng neman.”
‘DENGÊ ME ÇEKA ME YE’
Di berdewama axaftina xwe de Paryanî bi bîr xist ku jinên efxan piştî ku Talîban rêveberiyê bi dest xist, jin ji civakê hatine dûrxistin û ev tişt gotin: “Bîrdoziya Telîban mafên bingehîn ên jinan red dike û wan wekî mirov nahesibîne. Lêbelê dengê me çeka me ye, tu kom, ol û çand nikare jinê ji civakê dûr bixe. Ji ber îşkenceya min dîtiye, neçar mam ku koç bikim lê belê ji cihê ku ez hatime lê, ez ê ji bo gelê xwe çalakiyan bidomînim. Ez dixwazim tevahiya cîhanê, vî sûcê li dijî jinê tên kirin, nas bikin.”
Paryanî bilêv kir ku ew bi saziyên mafên mirovan ên Ewropayê re têkiliyê de ne û da zanîn ku hêzên navneteweyî ji bo jinên efxan tu gavên pratîkî neavêtine û got: “Êdî em baweriya xwe bi wan naînin. Ji ber ew tenê ji bo jinan, dijî Telîban bang kirin, lê belê wek pratîkî tu xebat nekirin. Rêxistinên mafên mirovan û xebatkarên mafên mirovan ji tiştekî ku karibe rewşa jinên efxan bigûrîne nekirin.”
‘ÇIMA WELATÊN DIN PIŞTGIRÎ DIDIN TALÎBAN?’
Paryanî destnîşan kir ku dewletên navneteweyî tu girîngiyê nadin mafên jinan û di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Heke bi rastî jî civaka navneteweyî girîngî daba maf û çarenûsa jinan, dê Efxanîstanê teslîmî Talîban nekirana. Em îro ne tenê dijî Talîban, dijî tevahiya dewletên cîhanê disekinin. Em dipirsin, gelo çima di sedsala 21’emîn de piştgiriya malî û siyasî didin rêxistineke wiha? Ev du sal in jin di kolanan de diqêrin, redkirina terorîstan tînin ziman. Nîşan didin ku ev gel hikûmetên girêdayî şerîetê û terorîstan naxwaze. Peyama me pir zelal e; piştgiriyê nedin terorîstan.”