AMED - Hayat Ozmez di 16 saliya xwe de hate zewicandin, rastî tundiyê hat û 23 salan piştre karî hev berdin. Ozmez, bi kargeha xwe ya “Jiyan” re jiyana xwe ji nû ve afirand. Di nava esnafên derdorê de tenê esnafa jin Ozmez e û hemû dîwarên li dora wê hatine avakirin rûxand.
Dema ji dayik bûyî malbata wê navê “Hayat” lê kir û dema ev nav lê kirin tam çi difikirîn nayê zanîn lê ji emrê xwe yê 46 salan 40 sal jê di bin dorpêça pergala mêrserdest de derbas kir û hukm li jiyana wê hat kirin. Çîroka Hayat Ozmez (46) ku li navçeya Sûrê ya Amedê ji dayik bû û li wir mezin bû, çîroka jineke ku di nava xirbeyan de dîsa jiyana xwe afirandî ye.
Ozmez, di 16 saliya xwe de hate zewicandin û di sala 1995’an de ji ber zewacê neçar ma ku xaka xwe biterikîne. Ozmez, li Kocaeliyê bi cih bû û ji ber kurdbûna xwe rastî nîjadperestiyê hat lewma êdî nema karî li wir îdare bike û tevî malbata xwe di sala 2011’an de dîsa vegeriya Sûrê. Di nava vê demê de 3 zarokên wê çêbûn û di dema zewaca xwe de rastî tundiya fîzîkî û psîkolojîk hat. Di qedexeyên derketina derve ya sala 2016’an de kur û bavê wê bûn hedefa segvanên dewleta tirk û birîndar bûn. Ozmez, tevahiya vê pêvajoya giran li gel zarokên xwe derbas kir. Di vê pêvajoyê de ji ber tundiya lê hatiye kirin, di sala 2018’an de biryara hevberdanê da û dest bi belavkirina rojnameya Welat kir. Bi belavkariya rojnameyê re di jiyana xwe de biryarên nû da lê ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nekarî belavkariyê bidomîne. Lewma piştre ji xwe re kargehek vekir û hewl da debara xwe pê bike.
Bi kargeha xwe ya bi nav “Jiyan” re Ozmez dest bi jiyaneke nû kir. Ozmez, serpêhatiya xwe ji bo ajansa me vegot.
JI BO ‘NEYÊ REVANDIN’ HAT ZEWICANDIN
Ozmez, diyar kir ku ji ber “tirsên” feraseta feodalîteyê di temenekî biçûk de hatiye zewicandin û wiha got: “Yek ji qurbaniyên zewaca di temenê biçûk de me. Wê demê bavê min di girtîgehê de bû û ji ber îxtîmala ku zilamê ez dixwestim û malbata wî min birevînin, dayika min bi hizra ‘li cihê ku were revandin em wê bizewicînin’ ez dam wî kesî. Dayika min jî di 12 saliya xwe de hatibû zewicandin lewma ev rewş ji bo wê tiştekî derasayî nebû.”
‘EZ Û ZAROKÊN XWE BI HEV RE MEZIN BÛN’
Bi domdarî Ozmez anî ziman ku piştî zewacê li Kocaeliyê bi cih bûne û 15 salan li wir jiya ne. Ozmez, da zanîn ku ji ber nasnameya xwe ya kurdbûnê rastî nîjadperestiya hatine û wiha qala wan rojan kir: “Em Amedî bûn lewma mal nedan me. Ez neçar dimam ku her du salan carekî mala xwe biguherînim. Min êdî nema karî vê cihêkariyê ragirim û dîsa vegeriyam Amedê. Di vê pêvajoyê de 3 zarokên min çêbûn. Ez û zarokên xwe bi hev re mezin bûn. Min pêvajoyeke zewacê ya ku jin weke ‘kole’ dihat dîtin jiya. Rastî tundiya fîzîkî û psîkolojîk hatim. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên aboriyê min hewl da li gorî serê xwe çareseriyan pêş bixim. Ji ber ku destûr nedihat dayîn ez bixebitim, min karûbarên dirûtinê dikir û li zarokên xwe dinihêrt. Li gel tundiya zilam, her wiha rastî tundiya dewletê hatim.”
SERDEMA QEDEXEYAN
Ozmez, di kanûna sala 2015’an di dema qedexeya derketina derve de li Sûrê bû û got ku heta demekî dirêj tevî zarokên xwe tax neterikandiye. Ozmez, destnîşan kir ku 6 mehan di bin bombebaranê de ma û ew roj wiha vegot: “Tevî 3 zarokên xwe ez bi tena serê xwe mam. Di wê demê de jî zilamê ez pê re zewicî bûm, ji hêla madî û manewî ve tu alîkarî neda. Segvanan bav û kurê min birîndar kirin. Her roj dengê bombeyan dihat û psîkolojiya zarok û biraziyên min xera bûbû. Me xwe li erdê dixijand û wisa em diçûn lavaboyê yan jî mitbaxê. Her tim bi lazeran nava mala me dişopandin. Li taxa me tu kes nema bû lewma em neçar man derkevin. 6 sal piştre ez ji bo dîtina malên li şûna malên me yên hatine rûxandin çêkirin çûm Sûrê. Mîna malên maket in. Li wir wêraniyeke dîrokî çêbû. Travmayên di me de çêkirin dê tu caran neyên jibîkirin.”
BIRYARA HEVBERDANÊ DA
Ozmez, diyar kir ku ji ber zextên civakî pêvajoya hevberdanê ya fermî dirêj ajotiye û ev tişt anî ziman: “Ji ber zextên civakî ez neçar mam jiyaneke min nedixwest bijîm. Tu neçar dimînî ku li gorî fikrên hinek kesên din teşe bigirî û dema tu serî radikî jî rastî cihêkariyê têy. Min ferq kir ku êdî nema dikarim vî barî ragirim û piştî 23 salan min biryara hevberdanê da. Ev pêvajoya hevberdanê pir zehmet derbas bû. Rikberiya di vê pêvajoyê de zêde bû. Velayeta zarokan, nebûna azadiya min a aboriyê, dê dîsa biçûma cem malbata xwe, van tevekan di min de travma çêkir.”
DI ROJNAMEYÊ DE ZANEBÛNIYA JINÊ PÊŞ KET
Ozmez, got ku piştî hevberdanê hevaleka wê jê re bû referans û dest bi belavkariya rojnameyê kiriye û wiha domand: “Min ji ber ‘sedemên aboriyê’ dest pê kir. Lê li wir zanebûniya min a jinê pêş ket. Min ji bo debara 3 zarokên xwe dest pê kir. Di demên ewil de min ji bo aboriyê belav dikir lê piştre min ferq kir ku ev qad di min de zanebûniya jinê ve min pêş dixe. Min êdî dev ji bîatê berda. Piştî vê di jiyana min de her tişt guherî. Min li rexekî belavkarî dikir li rexa din jî kevirên bibêhn çêdikir û difirot. Ez serê sibehan diçûm belakariya rojnameyê û piştre jî dihatim atolyeyê û min sîparîş çêdikir. Li rojnameyê min zanebûniya jinê fêm kir. Min di tevahiya jiyana xwe de hîs dikir ku kêmasî hene lê min nav lê nedikir. Ta ku heta roja min dest bi belavkiriyê kirî û derdora min guherî. Piştî ev feraset pêş ketî, min ji xwe re got; ‘ez dayikim, jinim dikarim gelek tiştan bikim.’”
‘MIN XWE DI NAVA ŞEREKÎ NÛ DE DÎT’
Ozmez, ji ber pirsgirêkên tenduristiyê navberê dide belavkariyê û li Taxa Bayramoglû ya navçeya Rezanê dest bi esnaftiyê dike. Tost û patîleyan difiroşe lê esnafên zilam ên taxê heta demekî dirêj wê qebûl nakin. Ozmez, wiha qala wê pêvajoya zehmet dike: “Ez ji nava şerê min li Sûrê li dijî şer û mêr dabû derketibûm û min niha xwe di nava şerekî din de didît. Sedema wê jî ew bû ku esnafên vê derê ne elimîbûn esnafên jin. Zanebûneke wan a jinê tune bû û ev yek jî tezahûra zîhniyeta mêrê serdest e. Ez ji bo xwe weke gefekê dîtin. Ev bû 6 sal li Bayramoglûyê esnaftiyê dikim. Weke esnafeke jin xebata li vê derê ewqas hêsan nebû.”
DÎWARÊN DIXWESTIN DANIN HILWEŞAND
Ozmez, got ku di salên ewil ên esnaftiyê di nava hewldanên îspatkirina ku dikare vî karî bike ve derbas bûye û wiha derbirî: “Nêrîna civakê ya li dijî jineke hevjînê xwe berdayî hêj neguheriye. Piştî vê pêvajoya giran, êdî esnafan ez qebûl dikirim. Esnafek cîranê min hebû rojekê hat gel min û got; ‘xwişkê ez li er navê te gelek keyfxweş bûm. Min behsa te bo hevjîna xwe kir. Min jê re got xwişkek hatiye taxa me, jineke mîna zilaman e.’ Min jê re got ku şibandina wî ya min a mêran tiştekî xelet e. Ji min re got; ‘çawa dibe xwişkê, temam tu jinî lê jineke mîna zilamanî.’ Her wiha li pêş li paş, li rast li çepê her devera min esnafên zilam hene. Cîranekî min got; ‘Tu li vê derê jinî û li rex te qehwexane heye. Wiha nabe. Divê mirov dîwarekî di navberê de çêbike.’ Min ew rexne kir. Min jê re got ku heke ez li vê derê esnaf bim, ez nahêlim di navbera me de dîwar were çêkirin û ez ê wan dîwaran hilweşîninim. Li vê taxê ji ewil nedihatim xwestin lê bi demê re ew jî guherîn. Ji ber ku ez li vê derê me, li vê derdorê tu kes çêran nake. Heta dema li ser telefonê jî bi çêran diaxiviyan, ji ber ku ez li virim êdî wisa nakin. Tişta ji destê min dihat min kir û li gorî min bi vê sekna xwe min guhertinek afirand.”
NAVÊ ‘JIYAN’ LI KARGEHA XWE KIR
Ozmez, navê “Jiyan” li kargeha xwe kir û sedema wê jî wiha vedibêje: “Piştî min zewaca xwe xelas kirî, min xwest jiyaneke min a nû hebe. Ez ji guherîna têkoşîna jinê bi xwe re tîne keyfxweş im. Her wiha di rêveberiya DEM Partiyê ya Amedê de tev li xebatên jinan dibim. Di zîhniyeta serdest a mêr de jin tenê weke amûr tên dîtin. Divê jin li dijî vê derkevin. Ji bo vê divê em tax bi tax, mal bi mal bigerin û jinan serbigihînin. Her roj roja me ye lê mixabin bi çend rojan hatine bisînorkirin. Divê em ji vê rewşê derkevin û 365 rojên salê jî bikin rojên jinan. 8’ê Adarê roja me ye, roja jinan e. Dixwazim hemû jin di wê rojê de li qadan bin.”
SIBE: Berdevka YPJ’ê: Em hem li dijî mêtingeriyê hem jî li dijî baviksalariyê şer dikin
MA / Eylem Akdag