STENBOL - Parlamentera Amedê Ceylan Akça ya di panela “Jin, Zindan û Tecrîdê” de axivî, wiha got: “Bi tecrîdê re tê xwestin ku paradîgmaya azadîxwaziya jinê ku tevgera kurd xwediyê wê ye, bê helandin.”
Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsên Jinan ên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Meclîsa Jinê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), dema ber bi 8’ê Adarê ve diçin ji bo rewşa girtiyên jin ên li girtîgehan û polîtîkayên tecrîdê biaxivin, li Navenda Hunerê ya Karşi panelek bi serenavê “Jin, zindan û tecrîd” li dar xistin. Di panela ku moderatoriya wê Dîren Yûrtsever kir de hejmareke zêde jin beşdar bûn û Wekîla DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça û Parêzer Ayşe Acînîklî axaftvan bûn.
Acînîklî ya ewilî axivî, destnîşan kir ku di pergala heyî de jin di nava tecrîdê de ye û wiha got: “Divê em li dijî vê em hişmendiya dij zayendî pêş ve bibin lê pergala heyî destûrê nade vê. Di pergala heyî de li civakên ku jin hatine xistin rêveberina wê gelekî hêsantir e. Heke jin bê kolekirin dê beşeke ku serî hilde nemîne.”
‘ARMANCA BINGEHÎN A DEWLETÊ PARASTINA ZILAMAN E’
Acînîklî, qala asta qanûnî ya tecrîdê kir û got: “Rewşa herî şênber a tecrîdê rewşa hefskirinê ye. Li cîhanê rakirina pergala hefsan tê nîqaşkirin. Dibe ku cezakirina xweparastinê li gorî hiqûqê be lê ne adil e. Armanca bingehîn a dewletê parastina zilaman e. Rewşeke kevnar e ku mirov ji ber anîna ziman a fikrên xwe were girtin. Gelek jinên ku li girtîgehan bi tecrîdê re rûbirû dimînin sûcek nekiriye. Têkoşîna bi sûc re bi çêkirina girtîgehan re nabe. Pêşîlêgirtina sûc bi vî awayî nabe. Zîndan rewşeke tecrîdê ya tirsnak e lê em dibînin ku li Tirkiyeyê ev yek kûrtir dibe. Tehamûla wan nîne ku jin bi hev re bimînin, bi girtîgehên tîpên F û kampûsan ev tê astengkirin.”
‘HETA KU TECRÎD NEYÊ RAKIRIN ŞER BI DAWÎ NABE’
Acînîklî, da zanîn ku her diçe tecrîd kûrtir dibe û ev tişt gotin: “Ji ber cezayên niha ji ber gireva birçîbûnê ya li girtîgehan didome tên dayîn girtî nikarin li malbatên xwe bigerin, nameyan binivîsin û hevdîtinan bikin. Cezayên hucreyan û ragihandinê bi awayekî zêde tê sepandin. Hevdîtina girtiyekî ya bi parêzerê wî re nikare were astengkirin. Ji sala 2011’an ve bi bedelên gelekî mezin li Îmraliyê hevdîtina bi parêzeran re çêbû. Tecrîdeke ku di cîhanê de mînakeke wê nîne û her ku diçe giran dibe heye. Heta ku tecrîd ji holê neyê rakirin, şer xelas nabe. Her bêhiqûqiya li Îmraliyê tê sepandin bandorê li Tirkiyeyê dike. Ji bo ku ev pergal ji holê bê rakirin hewldaneke mezin heye. Hevalên girtî ji bo ku tecrîdê rakin bedelan digirin ber çavan.”
‘PERGALA TECRÎDÊ Û BÎRDOZIYA RASTGIR’
Ceylan Akçayê jî bal kişand ku bi tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêşî li pêkanînên antîdemokratîk tê vekirin û got: “Pergala tecrîdê û zêdebûna wê nikarin ji zêdebûna bîrdoziya rastgir a di cîhanê de cudatir bigirin dest. Zêdebûna siyaseta rastgir jî bi zêdebûna tecrîda li girtîgehan û windakirina mafên jinan re heman e.”
‘TÊ XWESTIN KU PARADÎGMAYA AZADÎXWAZIYA JINÊ BÊ HELANDIN’
Akça, bi lêv kir ku tecrîd bi êrîşên li dijî jinan re tê koordînekirin û got: “Aliyekî din ê tecrîdê heye; tê xwestin ku paradîgmaya azadîxwaziya jinê ku tevgera kurd xwediyê wê ye, bê helandin. Nîqaşkirina pergala hevserokatiyê nikare ji tecrîdê serbixwe were fikirîn. Di hilbijartina gulana 2023’yan de herî zêde êrişî namzetên jin kirin. Em nikarin tecrîdê ji pergala qeyûm cudatir bifikirin. Ne tesaduf e ku qeyûman saziyên jinan girtin.”
Panelê bi beşa pirs û bersivan berdewam kir.