WAN - Siyasetmedara kurd Selma Irmak diyar kir ku Heke paradîgmaya “demokratîk, azadîxwaziya jinê û ekolojîk” a Abdullah Ocalan were bicihanîn dê têkiliyên mirovan-xwezayê, mêr û jinan, kes û civakê, dewlet û welatiyan ne li ser tunekirinê bin dê veguhere pergaleke ku bide jiyîn û got: “Paradîgmaya Ocalan civaka exlaqî û polîtîk pêkan dike.”
Li Kurdistan û Tirkiyeyê êrîşa li hemberî jinan û destkeftiyên wan ên bi destê “dewlet-mêr” roj bi roj zêde dibin. Tevî ku jinan her tim xeteke nû ya têkoşînê ya li dijî êrîşan destnîşan kirine jî, bi paradîgmaya azadîparêz a jinê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re têkoşîna jinê gihaştiye qonaxeke cuda. Têkoşîna li dora vê paradîgmayê hate teşegirtin, jin li dora dirûşma “Jin jiyan azadî” kir yek û jinan hemû daxwazên xwe yên maf û azadiyê li dora vê dirûşmê mezin kir. Têkoşîna jinên kurd ku bi berxwedana xwe destkeftiyên mezin bi dest xistin, bi vî rengî ji jinên cîhanê re bû mînak û îlham da.
Em bi siyasetmedara kurd Selma Irmak re paradîgmaya azadîxwaziya jinê ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bandora wê axivîn.
BERXWEDANA 200 SALAN
Irmak da xuyakirin ku gelê kurd nêzî 200 sal in ji bo hebûna xwe li ber xwe dide û destnîşan kir ku jinên Kurd di nava vê berxwedanê de xwedî cihekî girîng in. Irmak diyar kir ku bi salan e polîtîkaya "tasfiyekirina" kurdan tê meşandin û anî ziman ku di çarçoveya vê polîtîkayê de jin ku dînamîka herî bingehîn a jiyanê ye û têkoşîna wan hedef tê girtin.
Irmak, bi lêv kir ku bi taybetî di 40 salan de kurd bisazîbûn, xwe ji nû ve ava kirin û anî ziman ku pêşengtiya vê jî jinên kurd kirin.
RONÎKIRINA KU JINAN DI NAVA CIVAKÊ DE AFIRANDIYE
Irmak diyar kir ku di dema derketina tevgera kurd de kurdan xwe li gorî dînamîkên serdemê ji nû ve birêxistin kirine û di vê pêvajoyê de jin hem tevlî tevgera azadiyê ya kurd hem jî partiyên siyasî yên kurd bûne û got: “Jin di nava civaka kurd de hêzeke dînamîk û zindî ye. Tu carî neketine nav avaniyeke ku hatiye tepisandin û serîtewandin. Ev dînamîka zindî ya jinan li cihekî bi tevgera azadiyê re hate bahev. Jinên kurd li vê derê qadeke ku karibe xwe lê îfade bike, jê re rêz were girtin û xwe nas bike, dîtin. Bi têgihiştina jinê ya xwedîderketina li jiyanê ya bi hişmendiya polîtîk re xwe weke hêzeke berxwedanê ya mezin bi rêxistin kir. Ji ber vê yekê tevgera azadiyê ya kurd di rastiyê de ji bo jinên kurd qadeke mezin vekiriye. Pêşketina jinên kurd di civaka kurd de pêvajoyeke ronîkirinê daye destpêkirin
CUDAHIYA ABDULLAH OCALAN A JI SEROKÊN DIN
Irmak, destnîşan kir ku rê li ber vekirina têkoşîna azadiya jinê û rêxistinkirina jinê ya Abdullah Ocalan, wî ji serokên din ên şoreşê cuda dike û gotinên Ocalan ên “Jin li şûna ku bikeve xizmeta şoreşê divê şert û mercên xweavakirinê biafirîne” bi bîr xistin.
Irmak, bi gotina “Têgeheke bi navê Jineolojiyê derdikeve holê. Lê birêz Ocalan dibêje ku ‘divê jin bikarin vê nîqaş bikin, deynin holê. Hêza jina kurd heye. Divê bikaribe vê hêzê derxe holê’ û li ser van analîzan dike. Serokên mêr xwe heta astekî vediguherînin. Lê birêz Ocalan destnîşan dike ku bi têgehên weke 'veguherîna zilaman', 'kuştina mêran' an jî 'hevberdana bêdawî’ veguherîna zilaman a di vê pêvajoya şoreşê de, di veguherîna civakî û têkoşîna jinê de roleke pir girîng dilîze” xwe avakirin bi pêşîlêvekirina Ocalan pêk hatiye.
JIN ÇIMA XWEDÎ LI FELSEFEYA ‘JIN JIYAN AZADÎ’ DERKETIN?
Irmak, diyar kir ku dirûşma “Jin jiyan azadî” ku ji paradîgmaya azadiya jinê ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan derket holê û bû sembola tevgera jinên kurd, piştî qetilkirina Jîna Emînî bû dirûşmeke cîhanê û ji aliyê jinên cîhanê ve xwedî lê hate derketin û sedemê vê jî bi van gotinan vegot: “Jin hem dixwazin di nava jiyanê de hebin, hem bibin xwediyê jiyanê û hem jî azad bibin. Ev her sê têgeh esas têkoşîna jinan digire nava xwe. Belku jî pirsgirêkê bi temamî îfade dike. Asteke din jî tevgera jinên kurd ne tenê zayenda mêr, pergalê rexne dike û bi rexnedayînê re sînordar namîne, pergalekê pêşniyar dike. Di dema ku jinên kurd şer dikin di heman demê de têdikoşin. Ji aliyekî ve têdikoşin û li aliyê din pergalê ava dikin. Ji ber avakirin û hilweşîn bi hev re dimeşe jî li gorî min ji bo jinan bû ronahiyek û hemû jinan berê xwe dan vê.”
‘PARADÎGMAYA OCALAN JI BO MIROVAHIYÊ HÊVÎ YE’
Irmak diyar kir ku heke paradîgmaya “demokratîk, azadîxwaziya jinê û ekolojîk” a Abdullah Ocalan were bicihanîn dê têkiliyên mirovan-xwezayê, mêr û jinan, kes û civakê, dewlet û welatiyan ne li ser tunekirinê bin dê veguhere pergaleke ku bide jiyîn û got: “Me mînaka vê ewilî li Mexmûrê piş tre jî li Rojava bi awayekî zelal dît. Ev pergal ji bo mirovahiyê bû hêvî. Paradîgmaya Ocalan civaka exlaqî û polîtîk pêkan dike.”
‘TÊCRÎD TÊ WATEYA SEKINANDINA AZADIYA JINÊ’
Irmak a herî dawî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li hemû jinan piroz kir, sedemê ku jin di her 8’ê Adarê de daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan dikin bi van gotinan vegot: “Birêz Ocalan şexsekî ku gel jê re dibêje ‘vîna min e’. Dîlgirtina wî di şexsê wî de dîlgirtina vîna vî gelî ye. Bêguman heman yek ji bo jinên kurd jî dikare bê gotin. Heta ku ev dîlgirtin dewam bike, hemû nirxên ku birêz Ocalan di xwe de digire, wê di bin dîliyê de bin. Ji ber vê yekê jinên kurd azadiya xwe bi birêz Ocalan re dikin yek û banga vê dikin. Jin dibînin ku utopyaya azadiyê ya ku di şexsê Birêz Ocalan de dibînin di esaretê de ye û pê bawer in ku bêyî wê rizgariyê wan pêk nayê. Tecrîd tê wateya sekinandina azadiya jinê. Divê demildest ev yek ji holê bê rakirin. Ev jî elbet dê bi têkoşînan jinan û civakê bibe.”
MA / Rûkiye Adiguzel