STENBOL - Endama Komîsyona Jinan a OHD'ê Yasemîn Soydan nirxand û got: "Di lîteratûra hiqûqî de feraseteke bi navê 'bêcezakirin' derketiye holê. Nêzîkatiyeke ku kiryar diparêze tê kirin."
Bi hatina desthilata AKP'ê re tundiya ku di her qadên jiyanê de dihat kirin, rengekî din girt. Gotinên partiya desthilatdar, bi taybetî Serokkomar Tayyîp Erdogan ên li ser jinan, mêr teşwîqî tundiyê kirin. Yek ji qadên ku ev polîtîka herî zêde xwe lê didin der, daraz e. Li dadgehan bi hincetên wekî "rewşa baş" û "texdîrê" cezayê bersûcan tê kêmkirin û ev rê li ber komkujiyên nû vedike.
Endama Komîsyona Jinan a Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Parêzer Yasemîn Soydan, bal kişand ser rola desthilat û darazê ya di zêdebûna tundî û komkujiyên li ser jinan de.
PEYMANA STENBOLÊ ÇIMA HAT FESIXKIRIN?
Soydanê diyar kir ku AKP ji roja hatiye desthilatê û vir ve li dijî jinan tevdigere û betalkirina Peymana Stenbolê wekî mînak nîşan da. Soydanê diyar kir ku ev peyman mafên jinan li dijî tundiyê diparêze û got: “Peymanek e ku tundiya li malê jin pê re rû bi rû dimîne pênase dike, mafên mafên jinan diparêze û pêkanînên çareseriyê pêşkêş dike. Ji bo betalkirina vê peymana ku ji bo parastina jinan hatiye anîn, ravekirineke mantiqî nîn e. Ev yek nîşanî me dide ku xalên peymanê li dijî zîhniyeta desthilatê ne."
Yasemîn Soydan
ŞIRÎKATIYA DESTHILAT Û DARAZÊ
Soydanê destnîşan kir ku helwesta cihêkar a li hemberî jinan tenê bi polîtîkayên desthilatê re sînordar nîn e û bal kişand ser rola darazê ya di vê mijarê de. Soydanê anî ziman ku polîtîkayên dijminatiyê yên desthilatê di biryarên darazê de jî xwe didin der û wiha got: “Mînak di mijara qetilkirina jinê de bi giştî li cihekî ku sûcdaran diparêzin û polîtîkaya bêcezakirinê dimeşînin. Bifikirin ku têgînek bi navê 'bêcezabûnê' di wêjeya hiqûqî de derketiye holê. Ji ber ku mînakên ku daraz ji pirsgirêkên jinan re bibe bersiv pir kêm in. Nêzîkatiyeke ku zêdetir sûcdaran diparêze û mexdûran hîn zêdetir mexdûr dike heye."
Soydanê bi bîr xist ku Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) ku her cure tundiya li dijî jinan tomar dike, wiha got: "Dadgeh di çarçoveya tundiya li hemberî jinan û azadî û mafên ku jin ji wan bêpar in, şîroveyekê pêş naxe. Tevî ku platform bi awayekî aktîf cînayetên jinan dişopîne û li dijî wan têkoşînê geş dike jî, lê bi hinceta ‘bêexlaqî û li dijî hiqûqê ye’ doz lê hat vekirin. Sedemên doza li dijî jinan hatiye vekirin, feraseta desthilatê derdixe holê.
Soydanê anî ziman ku gelek tevgerên jinan li dijî dijminatiya li hemberî jinan ya ku tê xwestin di civakê de çêbibe têdikoşin û got ku ev rewş desthilatê nerihet dike.
Soydan anî ziman ku tevgerên azadiya jinê ji ber vê yekê ji aliyê desthilatê ve tên krîmînalîzekirin.
Soydan axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em jin dikarin rêveberiya herî baş, peymana herî baş û qanûna herî baş biafirînin. Pirsgirêkên ku ji bo jinan divê bên çareserkirin tenê bi qada malê ve bi sînor dimînin. Em diyar dikin ku em jin di her qadê de xwedî gotin in. 8'ê Adarê ji bo me di vî warî de sembolek e. Ji ber vê yekê em hemû bi kelecan in, dema em 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz dikin, dixwazin diyar bikin ku têkoşîna jinan wê tu carî bi dawî nebe."
MA / Îbrahîm Irmak