NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên bi salan in li Kampa Mexmûrê li dijî her cureyên êrişan li ber xwe didin, gotin: “Em kirdeya jiyanê ne. Divê em di ferqa hêza xwe de bin.”
Komara Tirkiyeyê bi ser qodên îmha û qirkirinê hate avakirin û ji roja ava bûye heya îro kurd tim bûn hedefa van polîtîkayan. Ji dîroka tarî ya komarê heta niha, taybetî ji salên 1990’î ve kurd ji ber van polîtîkayan îmha, înkar û ferzkirina cerdevantiyê koçber bûn û welatê xwe terikandin. Piraniya kurdên ji Şirnex û Colemêrgê koçber bûne bi salan di rêyên koçberiyê de man. Welatiyên heya sala 1998’an 7 caran ji cihê ku sekinîne ji ber hedefgirtina Tirkiyeyê neçar man ku dîsa dîsa koç bikin. Herî dawî berê xwe dane Mexmûra ku 40 kîlometreyan nêzî bajarê Hewlêrê ya Herêma Federe ya Kurdistanê.
Di heman sala ku li çolê sekinîne de, kurd di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî (NY) de Kampa Mexmûr ava kirin û di nava salan de ev der ji xwe re kirin jîngehek. Kurd tevî hemû êriş û zextan bi paradîgmaya “Demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê” ji perwerdeyê heya tenduristiyê, ji çandê heya aborî û parastina cewherî jiyaneke nû ava kirin.
TÊKOŞÎNA JINAN
Kurdên ku ji ber şewitandin û hilweşandina gundên xwe ji welatê xwe dûr ketin, piştî salan vê carê bûn hedefa êrişên DAIŞ’ê. DAIŞ’ê di 7’ê tebaxa 2014’an de êrişî kampê kir û xwest kurdan careke din ji cihê xwe derxîne. Bi piştgiriya HPG’iyan ev êriş hatin berterefkirin. Piştî ku DAIŞ têk çû, êrişên Tirkiyeyê yên ji hewayî dest pê kirin. Tirkiyeyê gelek caran bi Balefirên Biçek û Bêmirov (SÎHA) êriş kirin û xwest bi alîkariya PDK’ê û hikûmeta Iraqê ji van êrişan encam bigire. Kurdên ku Kampa Mexmûrê neterikandin, di bin ambargoyê de têkoşîna xwe domandin. Jinên ku pêşengtiya avakirina jiyana nû dikin anîn ziman ku civakekî azad dê bi jinên azad ve were avakirin.
BI TÊKOŞÎNA AZADIYÊ XURT BÛ
Jinên Mexmûrê yên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi têkoşînê pêşwazî dikin, anîn ziman ku dê têkoşîneke rêxistinkirî karibe destkeftiyên jinan biparêz e. Endama Meclisa Gel û Hevberdevka Meclisa Taxa Şehît Elî Şêr Gulîzar Şirîşeyî da zanîn ku li Kurdistanê, têkoşîna azadiya jinan li gel têkoşîna azadiya gelê kurd xurttir bû. Şirîşeyî diyar kir ku zilaman beriya têkoşîna azadiyê jinan wekî aîdê xwe didîtin û wiha got: “Raye û biryar, her tişt a zilam bû. Jin bêbandor bû û mafê wê yê axaftinê nebû. Berê jin di çavên zilaman de tiştek nebûn. Jin zarokekê bîne dinê û mezin bike jî nedikarî wekîltiya zarok bike. Dîsa jinek bi biryara xwe ve nedikarî bizewice. Bav û birayê wê bi kê re bixwesta, jin bi wî re dizewicî. Di tevahiya cîhanê de ya ku herî zêde zext lê dihat kirin û tune dihat hesibandin jin bû. Feraseta zilamê desthilat serweriyeke wiha ava kiribû.”
GUHERÎNA CIVAKA KURD
Şirîşeyî destnîşan kir ku piştî têkoşîna azadiyê dest pê kir, di civaka kurdan de guherîn dest pê kir û derbarê vê guherînê de wiha axivî: “Bi taybetî li her dera ku giraniya têkoşîna azadiyê lê heye, guherîn dest pê kir. Jinan hêdî hêdî mafên xwe bi dest xistin. Van mafên xwe jî bi şer û têkoşînê bi dest xistin. Ev yek jî bi saya birêz Ocalan çêbû. Êdî jinan xwe ji zilaman kêmtir nedidîtin. Berpirsyariya ku dikeve ser milê wan bi qasî zilaman pêk dianîn. Jin di xebatên xwe de bêhtir xwedîbiryar û rêk û pêktir in. Tevî ku jin bi sedî sed mafên xwe bi dest nexistibin jî, ji sedî 50 bi dest xistine. Êdî biryarên xwe bi xwe dide.”
‘JIN KIRDEYÊN JIYANÊ NE’
Di berdewama axaftina xwe de Şirîşeyî bi bîr xist ku jin 10 sal in di her qadeke jiyana kampê de cih digirin. Şirîşeyî diyar kir ku dema jin ewilî tev li rêveberiyê dibûn, tim li benda axaftina zilaman disekinîn û wiha domand: “Ez li benda gotina zilaman dimam. Têgihiştineke min wekî ku her tiştekê zilam dizane û her tiştî ew bi rê ve dibe, hebû. Ez li benda hişyariya zilam bûm û min li gorî wê gav diavêt. Her ku dem derbas bû bêhtir ketim dewrê û niha hema bêje ji sedî 75’ê karan ez didim meşandin. Hevalên mêr jî bi me re ne, em keda wan tune nahesibînin lê belê em dibînin ku êdî jin jî dikarin her tiştî bi rê ve bibin. Êdî dema ku em biryarekê didin, ne li gorî dilê zilaman be jî nikarin red bikin. Ji hemû jinên cîhanê re banga min ev e; bila bi tu awayî di bin serweriya zilam û dewletê de nejîn. Bila ji bîr nekin ku ew jî kirdeyeke jiyanê ne. Dikarin biryarên xwe bi tena serê xwe bidin û îradeya xwe wek azad danin holê. Bila xwedî li destekeftiyên xwe derbikevin.”
‘TÊKOŞÎNÊ MEZIN DIKIN’
Qîmet Şirnexî ya di dirûnxaneya jinan a li Kampê de dixebite, bal kişand ser girîngiya azadiya aboriya ku hatiye avakirin û wiha axivî: “Di feraseta baviksalariyê de jin bi salên dirêj wekî çîna duyemîn dihatin hesibandin. Keda jinê tim wekî ku ya zilam e dihat hesibandin. Di asta ku em hatine lê jin jî di her qadeke jiyanê de ye û li cem zilaman e. Herwiha caran dikevin pêşiya zilaman jî. Beyî ku muhtacî kesekê bibe jiyana xwe dikare bidomîne. Jin bi nasnameya xwe hesiyan û êdî xwedî li keda xwe derdikevin. Ji bo vê têdikoşe û her roj vê têkoşîna xwe mezintir dike.”
‘EM BI AZADIYÊ HESIYAN’
Şirnexî got ku dema jinek bi mafên xwe û nasnameya xwe xwedî derket, dikare civaka tê de ye jî biguherîne, bi pêş bixe û wiha pê de çû: “Dewletên desthilatdar bi tu awayî naxwazin jin azad bijîn. Ji ber dizanin azadiya jinê azadiya civakê ye. Bi saya felsefeya Rêbertî, ne tenê jinên kurd, jinên gelên cîhanê jî bi azadiya xwe hesiyan. Ji ber wê yekê azadiya Serokatî wekî azadiya xwe dibînin. Di vê çerçoveyê de xwe perwerde û rêxistin dikin. Armanca me ew e ku jin karibe bi tena serê xwe, xwe li ser piyan bigire. Avakarên civaka ku em tê de ne jin in. Tevahiya hêmayên ji bo domandina jiyanê hewce ne bi pêşengtiya jinê hatin avakirin.”
‘GUHERÎNA FERASETA CIVAKÊ PÊK TÊ’
Hêlîn Kara anî ziman ku ji bo rolên zayendî yên civakî bên serûbinkirin, wekheviya zayendan û veguherandina zîhniyeta nêrza perwerde girîng e û wiha domand: “Ji ber ku di avakirina zîhniyet û çanda nû de gava ewil e. Hûn çand, huner û dîroka civakekî bi rêya perwerdeyê digihînin pêşerojê. Parçeyeke girîng a pergala perwerdeya me, azadbûna jinê ye. Em li ser rêbazên azadbûna jinê perwerdeyan didin. Dema perwerdeyên bi vî rengî hatin dayîn, di nava civakê de ji hêla zîhniyetê ve guherîn û veguherîn çêdibe. Divê nirxa jinê û têkoşîna wê ji temenê biçûk ve bidin zarokan û bi vî awayî hûn dikarin hînbûnên civakî biguherînin. Ev pergala perwerdeyê bi xwe re di nava civakê de guherînê çêdike û civakê pêşve dibe.”
'DIVÊ EM DI FERQA HÊZA XWE DE BIN’
Kara, bi lêv kir ku heke rêgez li ser esasê heqîqeta mirov û rastiyê bên avakirin, derfeta nêzikatiya li hemberî rastiyê û afirandina nifşekî cuda çêdibe. Kara, axaftina xwe wiha qedand: “Perwerdeya li ser azadiya jinê tê dayîn, qalibên zayendî yên hînbûnên civakî diguherîne. Her çiqas bi temamî guherînek çênebe jî, di nava civakê de guherîn û veguherîneke cidî çêdike. Em vê yekê di nava jiyana xwe de jî dibînin. Her ku têkoşîna azadiyê ya jinê mezin dibe, em dibînin ku zîhniyeta baviksalarî diguhere. Di têkoşîna veguherandina zîhniyeta baviksalarî de ji ewil divê jin di ferqa hêza xwe de bin. Divê di nava jiyana xwe dahurîne. Di vê guherînê de jin bi rola pêşengtiyê radibin lewma têkoşîn û fedekariya wê çiqas mezin bibe, bandoreke ewqas mezin a erênî li guherîna civakî dike.”
MA / Omer Akin