ŞIRNEX-Hevseroka Giştî ya ÎHD’yê Eren Keskînê ku li Silopiyayê tevli panelê bû, diyar kir ku di hiqûqa ceza ya Tirkiyeyê de qanûnên ku jinan biparêzin tune ne û got: "Di salên 90’î de, di qanûna ceza ya Tirkiyeyê de tundiya li dijî jinê tune bû û di qanûnan de hê jî jin tune ne.”
Li navçeya Sîlopiya ya Şirnexê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şirnexê li eywana Navenda Çand û Hûnerê ya Eyşe Şanê bi beşdarbûna Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskînê panela “Di parastina mafên mirovan de rola jinan “ hat lidarxistin. Di eywana ku panel hat lidarxistin de pankarta “Bijî 8’Adarê, em bêdeng namînîn, natirsin, serî natewînin" û Jin Jiyan Azadî” hatin daliqandin.
Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Şirnexê Newroz Ûysal Aslan, Mehmet Zekî Îrmez, Meclisa Dayikên Aştiyê, hevşaredarên Silopiya Adalet Fîdan û Suleyman Şavlûk, aktivîstên TJA’yê û gelek kes tev lê bûn.
Panel bi rêzgîrtinê dest pê kir. Piştre modoretora panelê Hevseroka Şaxa ÎHD’ê ya Şirnexê Esîn Yilmaz, wat û giringiya 8’ê Adarê vegot.
‘RÊBAZA ÎŞKENCEYÊ YA HERÎ XERAB TACÎZA ZAYENDÎ YE’
Piştre hevseroka ÎHD’ê ya Giştî Eren Keskîn axivî. Keskînê bal kişand ser zext û êrişên li ser jinan û got ku ji salên 90’î heta niha di pergala qanûnê de jin tune tên hesibandin û wiha axivî: "Komara Tirkiyeyê li ser înkarkirina hebûna kurdan hatiye avakirin. Pergaleke hiqûqî ya bi vê ferasetê hatiye avakirin heye. Di vê pergalê de herî zêde jî jin zirar dîtin. Di salên 90'î de yekane komeleya ku mafên mirovan diparast komeleya me bû. Me hemû binpêkirinên mafên mirovan ên di salên 90’î de li Herêma Kurdistanê hatin kirin dîtin û kirin rapor. Wê demê dema ku em bi jinan re dihatin cem hev, ji me re digotin, ‘Nêzîkatiya leşkeran a li hemberî me pir xerab e.’ Dema ku me ji wan daxwaz dikir ku ji me re vebêjin nedigotin. Ji ber ku ditirsiyan. Hem zexta dewletê û hem jî zexta civakê li ser wan hebû. Li dijî jinan binpêkirinên mafan ên pir dijwar pêk hatin. Di salên 90'î de her jin û mêrêk ku hatin binçavkirin tazî kirin û rastî îşkenceya ceyranê hatin. Ev bi serê xwe tacîza zayendî bû, lê nehat axaftin. Ev rêbazek pir xerab bû. Ji ber ku îşkenceya zayendî rêbaza îşkenceyê ya herî xerab e. Me wan salan dît ku di pergala dewleta hiqûqê ya Tirkiyeyê de jin tune ne. Di qanûna ceza ya Tirkiyeyê de tundiya li ser jinê tune bû. Tundiya li dijî jinan tenê bi biryarên Dadgeha Bilind hatin eşkerekirin. Di qanûnan de jin tune bûn.”
‘JIN DI TEKOŞÎNA PARASTINA MAFÊN MIROVAN DE ROLEKE MEZIN DILIZÎN’
Keskînê diyar kir ku desthilatdar ji hêz û tekoşîna jinan ditirsin û got: "Leşker û polîsên ku sûcên ku li dijî jinan pêk anîn, bêceza man. Ji bo parastina mafên jinan qada navneteweyî jî pir lawaz e. Niha jî tundiya li ser jinê tenê wekî penaberiyê nayê qebûlkirin. Mixabin, ew vê rêbazê naguherînin. Ya rastî tundiya li ser jinê sûcê şer e, îro cihê ku herî zêde tundiya li ser jinê lê tê kirin girtîgeh in. Di hevdîtinên ku em bi jinên girtî re çêdikin dibêjin, 'Ji ber ku di her hevdîtinê de lêgerîna tazî li me ferz dikin em dernakevin hevdîtinan.’ Ev rewşeke gelekî xeternak e. Têkoşîna jinan wan ditirsîne. Ji ber ku em behsa têkoşîna tevgera jinan a domdar dikin. Ji ber vê jî jin hedef tên girtin. Jin her tim di têkoşîn û parastina mafên mirovan de roleke mezin dilîzin.”
Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.